Lingê rejîma nû: Fon 2017-02-07 10:08:37 ENQERE - Saziyên herî zêde karê dikin dewrî Fona Hebûna milk hat kirin. Piştî mijarê bi karanîna Fon û zelaliya wê nîqaşan dest pê kir. Di nîqaşên tên kirin de herî zêde “pere û qewet di yek destî de tê komkirin” derdikeve pêş. “Pergala Serokomartiyê” ku wek “Guhertina rejîmê” jî tê pênasekirin, piştî ji meclisê derbas bû û pêvajoya referandumê destpê kir, di aliyê aboriya Tirkiyeyê de jî guhertinên girîng tên kirin. Herî dawî gelek saziyên wek Bankaya Zîraatê, Bankaya Gel, TURKSAT, THY û gelek saziyên din dewrî Fona Hebûnê milk hat kirin, ev jî wek gavên destpêkê yên di guhertina aboriyê tên dîtin. 'BUTÇEYA PARALEL’ Fona Hebûna milk di sala 2016’an de hat avakirin. Piştî hat avakirin, hem ji hêla muxalîf ve û hem jî ji hêla aborînasan ve gelekî hat rexnekirin. Fon ji butçeya dewletê çûda, ji hêla Dîwana Muhasebeyê ve nayê şopandin û ev jî bûbû sedema rexneya esasî. Saziyên wek Bankaya Zîraatê û THY, saziyên herî zêde kar dikin ên dewletê ne. Piştî ev sazî dewrî Fonê hatin kirin, nîqaşên “butçeya paralel” jî da destpêkirin. JI LÊÇUYÎNÊN VEŞARÊ DERBASÎ FONA HEBÛNÊ BÛN “Lêçûyînên veşarî” yên ku ji hêla serokomar ve tê bi kar anîn, nayê şopandin, dîsa di operasyonên dizî de tê bikaranîn û ji hemûyan jî girîntir li dijî aliyêm muxalîf tê bikaranîn. Dîsa gelek caran ji ber ku serokomar Tayyîp Erdogan ji lêçûnên veşarî ji hemû serokomaran zêdetir bi kar anîbû (5 qatî zêdetir), ji hêla muxalîfan ve gelekî hatibû rexnekirin. Niha jî Fona Hemûnê nayê şopandin û ev jî bû sedema nîqaşan. Sedemeke bertekan jî ew e kesên we wek Yîgît Bulut û Kerem Alkin wek Rêveberiya Lijneya Fonê hatine diyar kirin û ev kes jî bi nêzikatiya xwe ya li gel serokomar tên dîtin. FON ÇIMA HAT AVAKIRIN, DÊ JI BO ÇI BÊ BIKARANÎN? Li cîhanê sedema avakirina fonan ew e ku di navbera nivşên nû de mal û milk transferî hevdû bikin. Di heman demê de ev ji bo di rezerveyên dovîzê yên welatan de dahateyan pêk bînin û ji bo aboriya neteweyî di navbera aboriya navneteweyî de ji pêlên bilindkirina piyaseyê biparêzin, tên avakirin. Li tirkiyeyê dê Fona Hebûnê ji bo çi bê bikaranîn nayê zanîn. Piştî hikumeta AKP’ê li Tirkiyeyê hat desthilatdariyê, li gorî pereyê germ ên navenda rojava tev digere. Pereyê germ ê ku din ava 15 salan de ket Tirkiyeyê, herî zêde di karên înşaet, maden û enerjiyê de hat bikaranîn. GELO ARMANCA SEREKE PROJEYÊN MEGA NE? Dîsa tê gotin ku piştî ketina buhayê petrolê, aboriya Tirkiyeyê bi pereyê dizî ku dikeve Tirkiyeyê, bi rêbazên avakirina pirê, rê û balafirên ku bi 138 milyar TL’î tên avakirin, rêbaza “Çêke-bi kar bîne-dewr bike”, da destpêkirin. Ev jî bû sedema nîqaşên “gelo ev dê aboriyê bi hêz bike” û balê dikişîne aliyekî din. DABEŞÎ DEST DIGUHERE Qasî ku tê gotin ku heta sala 2023’yan bi sedan projeyên ‘Çêke-bi kar bîne- dewr bike’ di rojevê de ne. Tê gotin ku buhayê vê qasî 350 milyar dolar e û ev jî dide nîşan ku dê şirketên wek Cengîz, Kolîn û Lîmak ku nêzî AKP-Erdogan tên dîtin, dê Fonê jî dewrî van şirketan bikin. Dîsa xaleke girîng jî ew e, dê bi fonê re dabeşî (sermaye) jî dest biguhere. Piştî derbeya 15’ê Tîrmehê, hikumetê bi rêya KHK’an dest danî ser milyon dolarê Cemaeta Gulen û ew dewrî TMSF’ê kir. Ev wek ‘destguhertina dabeşiyê’ hatibû pênasekirin. DIKEVE BINÊ DEYN Ji hêla din ve Pireya Osman Gazî ya ku butçeya wê 7.6 milyon dolar e, hikumetê di aliyê malî de dide zorê. Hikumet ji bo vî barê giran rake û projeyên di pêşerojê de bixe melyetê pêwistiya wê bi krediyê heye. Dema vê bike, an dê bacê zêde ke, an jî dê bikeve binê deyn. MÎNAKÊN CÎHANÊ Li gorî daneyên Bankaya Worldê, di sala 2008’an de li cîhanê 8 fonê herî mezin li Çîn, Emîrên Arebên Yekbûyî, Sîngapur, Erebistan, Kuveyt, Rûsya û Hong Kong e. Tasarrufên gayrîsafî yên giştî yên li Çînê, sedî 38,8’ê wê, sedî 25,5’ê wê aydê van fona ye. Sîngapur bi 438 milyar dolarî di rêza sêyemîn de cih gidire û tasrrufên gayrîsafî sedî 47,7 e. Li cîhanê mînakên veqetandina fonên hebûnê ev e, lê Fona Hebûnê ya li Tirkiyeyê armanca wê çî ye hêj nehatiye diyarkirin. Denîz Nazlim - dihaber