‘30 sal e esnaf im, lê min krîzeke wisa nedîtiye' 2017-02-11 09:22:39 AYDIN - Li Aydinê, rewşa esnafên yek ji bazara girîng a Bazara Merkezê xerab e. Esnafên bazarê yên diyar kirin ku karê wan qet nebaş e, gotin di salên dawî de hêza kirînê ya mirovan ketiye û ji ber vê ew nikarin wek berê firotinê bikin. Ji ber rewşa aborî ya Tirkiyeyê û pêldariya kûra dowîzê, her diçe krîza aboriyê kûrtir dibe û li gel vê yên herî zêde tesîrê ji vê krîzê digirin esnaf in. Yek ji bazarên herî girîng ên Aydinê, li Bazara Merkezê esnaf perîşan in. Li bazara ji lixwekirinê heta amûrên spî û zexîreyan gelek tişt lê hene, ji navçe û bajarên hawirdorê gelek welatî tên danûstendinê dikin. Lê esnafên bazarê gotin di salên dawî de rewşa kar nebaş bûye û ji ber hêza kirînê ya mirovan ketiye, qelabalixiya li bazarê qelebalixiyeke bêkêr e. ‘30 SAL E ESNAF IM, LÊ MIN KRÎZEKE BI VÎ AWAYÎ NEDÎTIYE' Huseyin Soylu yê 30 sal e li gel bavê xwe li bazarê penir, mast û hwd. difiroe, got di jiyana wî ya bazirganiyê de sala herî xerab ev sal e. Soylu, got rewşa Tirkiyeyê ne tu rewş e û wiha axivî: "Rewşa welat çi be rewşa me jî ew e, yanî kar kesad e." Soylu, diyar kir ku divê hikûmet demildest dev ji polîtîkayên şerî berde û wiha axivî: "Weleh çareserî zaf diyar e. Dicê dawî li pevçûnan, li şer bê. Bêyî vana ne aborî ne jî siyaset baş nabe." ‘KAR NÊVÎ NVÎ DAKETIYE' Gokhan Aydin ê 6 sal e li bazarê pêlav, şimik û çenteyan difiroşe, got kî çi dibêje bila bêje, lê krîza aborî heye û herî zêde jî bandorê li esnafên biçûk dike. Aydin, got li gor sala çûyîn karê wan nêvî nêvî daketiye û wiha axivî: "Berê di van saetan de kes nikaribû li van deran bi rê ve biçe, lê niha vikî vala ye." ‘BILA ÇARESERIYEK BÊ DÎTIN' Aydin, got li Tirkiyeyê her roj bombe diteqin û ew êdî naxwazin nûçeyên mirinê bibihîsin û wiha axivî: "Mirov ditirsin derkevin derve. Kes ji mala xwe dernakeve, her kes ditirse. Kesên dewletê bi rê ve dibin, çi dibe bila bie divê demildest çareseriyeke ji vê re bibînin." ‘EM HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN' Mustafa İncirli yê li bazarê zerzewatan difiroşe jî wiha axivî: "Buha zêde ne, çimkî em jî bi buhayên zêde dikirin. Hêşînahiyeke ku em bi 80 qurişî dikirin, bi lîreyekê difiroşin. A rast em tu karê nakin. Em sibehê zû radibin, lê em heqê keda xwe nastînin." Sakip Yaşar- dîhaber