'Li bazara kevnefiroşan jî kiriyar nebe...' 2017-02-14 09:16:49 RIHA - Li Bît Bazariya Rihayê ya dawiya hefteyê ji bo xizanan tê vekirin jî, van rojan kirîger nayên dîtin. Esnaf û kirîgerên bazarê wiha balê kişandin ser gerîneke xizaniyê ya ketinê: "Mixabin êdî em nikarin ji vir jî tiştekî bikirin." Li Taxa Yenîce ya navçeya navendî Eyyubiyeya Rihayê, krîza aborî bandorê li Bît Bazariyê jî kir. Li bazara ku rêgeha xizanan e jî nesîbê xwe ji krîza aborî ya her diçe kûrtir dibe girt. Esnafên bazarê, yên amûrên hindik hatine bikaranîn li gor buhayên mexazeyan bi erzanî difiroşin, anîn ziman ku di demên dawî de kes pir nayê nayê bazarê. BAZARA ALTERNATÎF Li Rihaya ku piştî zêdeyî 400 hezar penaber ji ber şerê Sûriyeyê hatinê û bi vî awayî xizaniya wê zêdetir bû, bazara ku berê veguherîbû cihwareke alternatîf, êdî bi buhayên zaf kêm jî kirîger nayênê. Zeki Yilmaz ên li bazarê amûrên hindik hatine bikaranîn difiroşe wiha axivî: "Em tiştên ku hûn, şinxal û amojnên me li xwe nakin dikirin. Em beramberiya van kincan sepet û tişt miştên naylon didin. Carinan em dibin li taxan difiroşin, lê ev der bazara erzaniyê ye. Pêlava li mexazeyê bi 350 TL'yî ye, em li vir bi 50 TL'yî difiroşin û pê debara xwe dikin. Em nanaekî helal dixwin, ev besî me ye. Tenê roja yekşeman dezgeha xwe vedikim. Li vir bêyî pereyekî zêde bê xerckirin, gelek kes tiştên pêdiviya wan pê heye dikirin. Bi firotinên li vir hem ruyê me hem jî yê kirîgeran dikene." 'NIKARIN JI BÎT BAZARIYÊ JÎ BIKIRIN' Fadime Çelik a li kuçeyan tiştên naylonî bi kincên welatî êdî li xwe nakin pevdiguherîne jî wiha axivî: "em bi sepetên xwe yên naylonî, kincên êdî welatî li xwe nakin pevdiguherînin. Paşê em wan li vir difiroşin. Heftê du rojan dezgeha xw evedikim. Baş xerab em difiroin. Van kincên hûn dibînin bi 100 lîreyî difiroşim." Çelik, diyar kir ku berê pereyekî baş bi dest wan dikete, lê belê niha mişteriyên amûrên erzan jî nemane û wiha got: "Îro hîn min serfetih nekiriye." Ahmet Sancak ê tim li Bît Bazariyê kncên xwe dikire jî got, ew li mexazeyan gomlekekî bi 25 TL'yî dikire, lê belê li vê bazarê ew bi 5 TL'yî dikire. Kirîgerekî din jî diyar kir ku, tenê kesên xizan nayên bazarê, yên rewşa wan a aborî normal e jî tên li bazarê danûstendinê dikin û hem esnafan hem jî kirîgeran bi yek derbî wiha balê kişandin ser gerîneka xizaniyê ya ketinê : "Mixabin êdî em nikarin ji vir jî tiştekî bikirin."