Sedemên erîşên Efrînê yên derve û hundir 2017-06-29 11:14:35 ENQERE - Tirkiye hem li navxweyî, hem jî di asta welatên herêmê de di nava qeyranê de ye. Tirkiye li gel vê qeyranê amadekariya êrîşî Efrînê bike dike. Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê tenê kurdan nade hemberî xwe, di heman demêde hêzên derve yên li ser polîtîka şer xwe plan dikin jî dide hemberî xwe. Tirkiye li hundir hemû deriyên aştiyê li kurdan girt û li dijî kurdan şer da destpêkirin. Pişti Tirkiye deriyê aştiyê li kurdan hat girtin, niha amadekariya şerê li dervê sînor dike. Tirkiye dikeve nava hewldana ku hemû kurdan bide hemberî xwe. Îktidara AKP'ê hêj ji destpêka şerê li Bakurê Sûriyê daxuyanî da û diyar kir ku destûrê nadin ku kurd bibin xwedî statu û rêxistin. Piştî kurd di şerê li Kobanê de li dijî DAÎŞ'ê bi ser ketin, Tirkiye aşkere piştgirî da OSO, El Nusra û DAÎŞ'ê. Îktîdara AKP'ê xwest rê li pêş hebûna Kurdana Rojava bigire. Tirkiye piştî 6 salan fêr bû ku polîtîkayên wê yên li dijî Bakurê Sûriyê kêr nayên. Piştî komên bi kurdan re ketin şer û têk çûn, Îktîdara AKP'ê biryar da ku ew bi xwe têkeve Bakurê Tirkiye. Li ser vê yekê bi navê Mertalên Firatê û bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî derbasî Cerablusê bûn. TIRKIYE ENCAM JI MERTALÊN FIRATÊ NEGIRT Tirkiye piştî bi piştgiriya hêzên navneteweyî û bi Mertalên Firatê ket Cerablusê encam ji "Mertalên Firatê" negirt vê carê xwest êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bike. Lê her çend ket nava hewldanan jî Rûsya û DYA destûr neda êrîş bike. Tirkiye piştî li ser navê şerê bi DAÎŞ'ê re ket Cerablus, Bab'ê vê varê xwe li wir bi cih kir. Tirkiye dema ket Cebablusê jî aşkere got "Ez destûr nadim Kantona Kobanê û Efrîne bibe yek. Tirkiye li dijî hewldanên DYA û Rûsya diyar kir ku yek ji hêzên li hemberî DAİŞ'ê ew bi xwe ye û xwe derxist pêş. Lê piştî Mertalên Firatê li dijî DAÎŞ'ê bi ser neket, DYA li şûna TSK'ê bi YPG'ê re li dijî Reqqa dest bi şer kir. Her çend Tirkiye tevli şerê Reqqa bibe jî DYA Tirkiye tercîh nekir. Ji ber QSD li herêmê pêş ket, DYA Tirkiye wekî partner qebûl nekir. TIRKIYE AMADEKARIYÊN PLANA DUYEMÎN DIKE Piştî Tirkiye di plana "Mertalên Firatê" de bi ser neket, niha amadakariya plana duyemîn dike û hewl dide êrîşî Efrînê bike. Tirkiye ku di êrîşa li Qereçoxê hewl da helwesta Kurdan bipive, niha hewl dide êrîşî Efrînê bike. Tirkiye li dijî kurdan hewl dide ku bi Esad re têkeve nava îtîfaqê. Tirkiye armanc dike ku kurdan li herêmê bi tenê bihêle û li dijî kurdan bi Esar re têkeve nava têkiliyê. Di operasyona Reqqa de piştî DYA balafira şer a Sûriye xist, dihat plan kirin ku Îran û Sûriye bi hevkariya hev êrîşî QSD'ê bikin. Tirkiye plan dikir ku êrişî Qamişlo û Heseke bikin. Hêvî û plan dikir ku li herêmên kurdan hêzên Haşdi Şabî bi cih bikin. Bi taybetî piştî di navbera DYA û Rûsya de reqabeta li ser Sûriye kûr bû, Kurd li herême bûn wekî hêza sêyemîn. Hêzên DYA û Rûsya neçar man ku Kurdan tercîh bikin û hesabê ku kurdan jî bikin perçeylekî aliyê şer. Li ser vê planê Tirkiye hewl dide ji 3 milan ve êrîşî Efrîne dike û dixwaze Efrînê ji Qamişlo û Hesekê dûr bixe û perçe bike. Di destpêkê de Tirkiye li dijî rejîma Sûriye tev digeriya. Lê niha Tirkiyeya hewl dide ku Esad bike mutafîkê xwezayê yê li dijî kurdan û pişta xwe bi Esad ve girê dide. TIRKIYE PIŞTA XWE BI RÛSYA VE GIRÊ DIDE Li aliyê din Tirkiye pişta xwe bi mutefîkê Sûriye Rûsya ve girê dide û li ser vê baweriyê hewl dide Efrînê bike hedefa xwe. Tirkiye plan dike ku bi van êrîşan Efrinê sor bike û di êrîşê Efrînê yên li dijî Tirkiye de rê li pêşiya ku Rûsya Efrînê ceza bike veke. Tirkiye bawer dike ku di êrişa li Efrînê de Rûsya tenê temaşe bike û bêdeng bimîne. Ji ber ku Tirkiye bawer dike ku Efrîn di milê leşkerî de ji QSD’ê bêtir xurt e dixwaze vê hêzê bişkîne. Yek ji sedema êrîşên li dijî Efrînê jî polîtîkaya hundir a Tirkiye ye. Tirkiye piştî 15'ê Tîrmehê salek OHAL'ê li pey xwe dihêle. Îktîdara AKP'e ku darbe wekî litufa xwedê nas kir û OHAL îlan kir, piştre jî li gorî xwe bi refarndumê Qanûna Bingehîn guhret, encama dixwest bi dest nexist. Ji ber îlana OHAL'ê û guhertina qanûna bingehin bertek û nerazibûnên li dijî AKP'ê zêde dibe. Di salvegera OHAL'ê de bi hezaran mirov ketine rêyan û li edaletê digerin. Tevî her tiştî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu beriya Adarê got "Di meha Adar û Nîsanê de êdî dê kes navê PKK'ê nexe navê xwe". Lê şerê TSK yê bi PKK'ê re hêj didome û her roj leşker û polîs tên kuştin. Tevî ku 10 hezar siyasetmedarên kurd hatine girtin jî têkoşîna qada siyasî berdewam dike û nerazîbûna li dijî girtinan zêde dibe. Ji ber ku Îktîdara AKP'ê li hundir jî bêzar bûye li rêyên ku çawa xwe ji nava vê rewşê xelas bike digere û berê xwe dide Efrînê. Bertekên li dijî Tirkiye hem di qada navxweyî de hem jî di qada navneteweyî de bertekên li dijî Tirkiye û iktîtara AKP'ê zêde dibin. Dîsa tê gotin ku AKP armanc dike ku beriya hilbijartina 2019'an ku ji bo xwe wekî pisgirêka “beka” dibîne ji niha de zelal bike. Ji ber berteka civakê zêde dibe, AKP bi fikare ku ji sedî 50 dengan derbas neke. TIRKIYE DIXWAZE BI ŞER POLÎTÎKAYEN HUNDIR JI NÛVE AVA BIKE Îktîdara AKP'ê ku tevgera kurdan daye hemberî xwe, di êrîşê li dijî kurdan û şerê bi kurdan re hew dide ku di şerê navxweyî de polîtîkayên şer yên navxweyî ji nûve saz bike. AKP, bi taybetî piştî hilbijartina 7'e hezîranê bi şerê li dijî bajarên herêmê di ezmûnê re derbas bû. Tirkiye di vê hewldanê de windahiyên mezin dan. Li gorî xwe difire ku encamên serkeftî bi dest xistine, lê li aliyê din bertekên li dijî AKP'ê her ku diçe zêde dibe. Tevî hemû windahiyan amadekariya êrîşa li dijî Efrînê dike û dixwaze kaosekê ava bike. AKP dixwaze bi êrîşa li Efrînê betir MHP bi xwe ve girê bide û CHP’ê jî bikişîne cem xwe û êrîşên li dijî muxalifan zêdetir bike. Lê niha rewşek wisa pir lawaz e. Dixwazin bi avakirina şer û kaosê OHAL’ê dirêj bike û halê şer îlan bike. Dixwaze di nava şer de "Halê şer û Seferberiyê îlan bike û di nava van şert û mercan de amadekariya hilbijartina 2019’an bike. Dixwaze bi vî rengî îktîdara xwe berdewam bike." Kenan Kırkaya - dihaber