Hebûn û debara qeraş li ser nanê şikeva û tendurê ye 2017-02-18 09:12:16 DÎLOK - Qeraş Nezîr Koçîgît (60) 30 salin li Taxa Vatanê ya Dîlokê karê aş dike. Koçîgît diyar kir ku êdî feydeya arê şa nemaye û wiha got: “Fabrîqa derket karê me nema. Tenê şêniyên taxa Vatanê nanê tendur û şikeva dipêjin û arê wan dihêrim. Qeraş Nezîr Koçigit ê 60 salî ku ji Rihayê ye, 30 salih karê qeraşiyê dike. Niha li taxa Vatan ya Şahînbey a Dîlokê karê xwe berdewam dike. 30 salin ku Koçigit her sibe diçea kar û heta êvarî karê qeraşiye dike. Koçigit 30 sal berê li navçeya Hewagê ya Rihayê, li ber destê hostayekî dest bi qeraşiyê kir. Koçigit 30 salin debara xwe bi qeraşiyê dike û temenê wî bû 60 lê dest ji vê pîşeyê bernade û diparêze. QERAŞÊ TAXÊ YÊ DAWÎ KOÇÎGÎT E Welatiyên ji Şirnex, Wan, Sêrt, Rihayê koç bûn û hatin li taxa Vatanê ya Dîlokê bi cih bûn, çanda xwe ya gundan diparêzin. Şêniyên Vatanê ku çanda xwe diparêzin hêj li mal û kolanên xwe nanê şikeva û tendurê dipêjin û nan ji firinê nakirin. Ji bo nanê sêlê û namê tenûrê jî genim li axê Koçigit dihêrin. Welatî karê Qeraş Koçigit û Koçyîgît jî çanta qeraşiyê diparêze. ARÊ FABRÎQÊ Û AŞ TEVLÎHEV DIKIN Koçigit hem arê aş û hem jî arê fabrîqê difroşe. Şêniyên taxê jî arê fabrîqê û arê aş tev li hev dikin. Koçyîgît bi xwe genim dikire û dike ard û piştre kîloya ar bi 1 TL û 450 quruş difroşe. KIRÎZA ABORIYÊ BANDOR LI KOÇÎGÎT DIKE Koçigit diyar kir ku ew pereyê kirê û ceyranê dernaxe û wiha got: “Feyde nemaye, ji ber fabrîqa derketin kar nema. Ez nikarim fatureya ceyranê bidin, lê piştî vî temenî jî nikarim tu karê din bikim. Yan divê vî karî bikim yan jî parsektiyê. Ji xwe reşa niha jî bandor karê me dike. Ji ber ekonomiyê gel bê pereye, dema pereyê gel nebe jî ar nakirin. Ji xwe hevalên min ên aşvan jî hemuyan ji ber xusarê dest ji kar berdan.” Koçigit da zanîn ku arê aş ji bo tenduristiyê baştir e û tama wî xweştir e û arê fabriqan nexweşiyan çêdike.