Wêneyên awirên Dayikên Şemiyê xêz kir 2016-11-23 09:16:34 STENBOL - Wênesaz Varol Oztorun piştî wêneyên awirên Dayikên Şemiyê xêz kir, yekemîn pêşengeha wêyan a “Dokun(mak)” ku çalakiyên Dayikên Şemiyê dike mijara xwe vekir. Oztorun, diyar kir ku her nerînek dayikekê de hesabpirsîn heye û xwest hestên wan parve bike. Wênesaz Varol Oztorun, ku bi feraseta "Huner ji bo civakê, zanistî ji bo mirovahiyê" tev digere, wêneyên awirên Dayikên Şemiyê xêz kir û yekemîn pêşengeha wêyan a “Dokun(mak)” ku çalakiyên Dayikên Şemiyê dike mijara xwe vekir. Varol Oztorun, roja borî pêşengeha wêneyan a “Dokun(mak)” li Kelepîr Cafe ya Hazzopulo ya Beyogluyê vekir. Mijara sereke ya pêşengeyê çalakiyên Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê ji bo winda bên ditin û kujer bên darizandin e. Oztorun, diyar kir ku her nerînek dayikekê de hesabpirsîn heye û xwest hestên wan parve bike. Oztorun, di xêzên wêneyan de hemû rengê jiyanê bikar anîye û bi hunera ebru lêgerîna evîn, azadî û berxwedanê nîşan dide. Oztorun, da zanîn ku wî xwestiye awir û nerînên Dayikên Şemiyê ku di nava wan de lêgerîna zarokên winda, hêrsa hesabpirsînê û biryara berxweanê heye nexş bike. Oztorun da zanîn ku bi baweriya dikare van hest û zimanê van awiran bîne ziman ketiye rê û xwestiye di tabloya xwe de ruyê hatiye windakirin ji nûve zindî bike. Oztorun, destnîşan kir ku wî xwest bi wêneyan lêgerîna windayan û hestê dayikan ê lêpirsînê bîne ziman û wiha got: "Min xwest wên winda û lêgerînê bi wêneyan parve bikin. Min rêbaza mozaîkbûnê bikar anî. Min xwest ruyê sedan kesên hatin windakirin zindî bikim. Min xwest ez bêjim em li ruyê winda digerin û hûn jî li van ruyan bigerin. Kesên van nerîn û awiran hîs bikin dikarin xwe têxin şûna Dayikên Şemiyê. Oztorun, bilêv kir ku ew hunera ebru ku kevneşopiyek wê heye bi teknîk û rengê bi ruh dike û bi xetên nûjen zindî dike û wiha got: "Di cewherê van tablo û wêneyan de lêgerîna evîn, azadî û berxwedan heye. Ev evîn ne evîndariya kesekî-ê ye Evîna hemû qadên jiyanê ye. Azadî evîn e. Evîn azadî ye. Min bi reng û xetan ev êvîna azadiyê anîye ziman.