Wênesaz Çîftçîoglu: Ji bo azadiya rengan û firçeyê 'Na' 2017-03-02 09:21:15 MÛGLA - Wênesaz Îbrahîm Çîftçîoglu, anî ziman ku li Tirkiyeyê di 15 salên dawî de xebatên hunerî yên wek hunera plastîk, sînema, şano, opera, bale, wêne, peykertraşî û hwd. bi paş ve çûne. Çiftçioglu têkildarî refrandûmê jî wiha got: "Ji bo azadiya rengan û firçeyê divê em bêjin 'Na'." Wênesaz Îbrahîm Çîftçîogluparast ku di 15 salên îktîdara AK Partiyê de li welat wek qadên huner û wêjeyê gelek qad bi paş ve çûne û gotî huner rastî çewisandinan tê. Çîftçîoglu, diyar kir ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê huner bi temamî biqede û got, dengdayîna referandûmê dê çarenûsa welat diyar bike ‘REWŞA HUNERÊ YA 15 SALAN SEDEMA ME YA 'NA'YÊ YE' Çîftçîoglu, zimanê şidetê yê ku hikûmetê piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi kar aniye bi bîr xist û wiha axivî: "Navenda Çandê ya Ataturkê ku li Taksîmê veguheriye sembolekê, veguherî rewşeke rûxandinê. Dê di nêz de wê jî birûxînin. Li mufredta Wezareta Perwerdehiya Milî ya li dibistanên seretayî û navîn binihêrin. Dersan jî ji holê rakirin. Ya didin pêşberî me, tenê sifir e. Ne bawerim têkildarî hunerê ku têkiliyên mirovan baş dike projeyeke wan hebe. Ji xwe hindik maye projeyên heyî jî ji holê rabikin û bi temamî jê bibin." ‘JI BO FIRÇEYEKE RENGORENGO 'NA'' Çîftçîoglu, diyar kir ku divê ji bo pêşerojê mirov li dor 'Na'yê kom bibin û wiha axivî: "Hemû çivanek hatine girtin û firotin. Dev ji nanê xwe berdin, dê bi hewa we û ava we bilîzin. Divê her kes vana bîne berçav û li gor wê dengê xwe bi kar bîne." Çiftçioglu, bi bîr xist ku pêdiviya Tirkiyeyê bi qanûneke bingehîn a azadiyan di xwe de dihebîne heye û ji bo rengîniya firçeyan bang li hemû cîhana hunerê kir da bibêjin "Na".