Straneke bi 3 zimanan: Na, Leee, Hayir 2017-03-04 09:13:26 EDENE- Koma erbaneyê ya jinan a NÇM a bi KHK’ê hat girtin, bi sê zimanan straneke “Na”yê çêkirin û dê bi vê stranê xebatên “Na”yê bikin. Koma Erbanê ya Jinan a Şaxa Navenda Çandê (NÇM) a Edeneuê, dê bi stran û erbaneyên xwe “Na”yê bi rê ve bibin. Komê diyar kir ku ew ê bi strana xwe ya “Na”yê ya bi kurdî, erebî û tirkî amadekirina, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li qadan bin û got, dê jin bi erbane û kincên xwe yên netewî “Na”yê biqîrin. 'EM Ê BI STRANAN ‘NA’YÊ BI RÊ VE BIBIN’ Hunermenda komê Rozerîn Dolaşir, diyar kir ku ew ê wek jinên NÇM’ê di referandûmê de dengê “Na”yê bi kar bînin û got, ew ê li kuçeyan bi tilîlî, erbane û bi sê strana xwe ya zimanan “Na”yê biqîrin. Dolaşir, anî ziman ku NÇM hatiye girtin lê bi vê girtinê nikarin li pêşberî hunerê bibin asteng û wiha got: “Her çi qas saziya me hatibe girtin jî, em ê erbaneyên xwe hilgirin û li kuçeyan bi stranên xwe ‘Na’yê bi rê ve bibin.” 'JI BO DAWÎLÊANÎNA ÇEWISANDINÊN LI SER HUNERÊ ‘NA’’ Hunermenda komê Gulistan Ozbay jî, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê bi KHK’yan gelek saziyên çand û hunerê hatine girtin û wiha axivî: “Dewletê saziya me NÇM’ê jî girt û bi çewisandinî bi ser me de hat. Em ê li dijî vê zilmî çewisandinê li hemû qadan ‘Na’yê biqîrin. Çimkî nikarin dengê me bitepisînin.” Ozbay, balê kişand ser çewisandin û pêkûtiyên li ser hunerê û got, ji bo ew bi awayekî azad bistrên wan straneke “Na” ya bi sê zimanan çêkiriye. Ozbay, got ew ê bi vê stranê “Na”yê bi rê ve bibin û dest nîşan kir ku, divê her kes li dijî pergala bi pêkûtiyan nêzî jinan dibe deng derxîne. 'DÊ JIN LI QADAN LI DIJÎ ZILMÊ RAWESTIN’ Ozbay, diyar kir ku ji bo ew li gel erbaneyan bi awayekî azad bistrên ew ê bibêjin “Na” û got ew ê bi strana xwe ya sê zimanî li her derê “Na”yê vebêjin. Ozbay wiha axivî: “Ji bo rûxandina pergala yekzilamî em ê bibêjin ‘Na’. Têkoşîna me têkoşîna jinê ye. Em bang li hemû jinan dikin, da dakevin qadan û li dijî vê zilmê rawest in.” Gotinên muzîka sê zimanî ev in: NA NA Em ê bêjin na, em ê bêjin na Ji bo wekheviyê em ê bêjin na Em ê bêjin na, em ê bêjin na Ji bo mafê gelan em ê bêjin na Ji bo azadiyê ji bo serbestiyê Li hember kedxwaran em ê bêjin na Ji bo xweseriyê ji bo xelasiye Li hember zordaran em ê bêjin na Rastiya insan rastiya wicdan Wê nîşan dide bi hev re bêjin na Rastiya jinê rastiya vin ê Wê nişan dide bi hev re bejn na Hêza me xurt e gava em bibin yek Yên dibên erê pir ditirsin yek Doza me xurt e gava em bibin yek Yek yekiya wî em ê bibin tek Roniya rojê bes j'me re hilmek Ji bo serkeftinê em ê bêjin na Roniya rojê bes J'me re hilmek J'bo mafê jinê em ê bejin na Ji bo baweriyan em ê bêjin na Hûn jî bêjin na hûn jî bêjin na J'bo paşarojê hûn jî bêjin na Tu jî bêja na tu jî bêja na J'bo nirxên gela tu jî bêjê ba Nana nana nana nana Nana nana em ê bêjin na LEEE Neqûlû lee neqûlû leee Lîsûltêt recûl wahîd neqûlû lee Neqûlû lee neqûlû lee Lînîzamên nefed ûmrûhû neqûlû lee lîsarêq kedıl însanê, welînakêrîl îmeene Lîxarıbîl Ğabete neqûlû lee Licaêl qûwe merkezûhû, le yûîre şabeh qîme Lîmen yera mer'a ebîde neqûlû lee Lîmustefêd mînêl mewte, lîzaxî şebîhî risasê Lîbaê beledîl cenne neqûlû lee Liqatıl hetıf seleme, welîbekî umehetê Lîmusırrîy fîherbe neqûlû lee Kulu şeyî wahîd ya mêlîkul ar Dustûrûkê ferdî we mutleq Kulu şeyî bede wahîd we berraq Le dêmuqratıye, we fıkır memnû Lisûsıl nahîbîn şûrakaûhû Lî eclîl êdale neqûlû lee Kutab we resamûn mermû fî sıcûn Lîeclîl hurîye neqûlû lee Lîeclîl musteqbel neqûlû lee HAYIR Hayır diyoruz. Hayır diyoruz Tek adam yönetimine Hayır diyoruz. Ömrü tükenmiş düzene Hayır diyoruz Insan emeğinin çalınan inançları yok sayana Ormanlara kiyanlara Hayır diyoruz. Gücü merkeze alana, ,haklari hiçe sayana Kadını köle görene Hayır diyoruz. Olumlerden rank yapana kendi halkına sıkana, Cennet ülkemi satana Hayır diyoruz. Barış diyeni vurana, anaları ağlatanlara, Savasta ısrar kilana Hayır diyoruz. Herşey ortada bak kral çıplak anayasa tekci ve mutlak herşey ortada açık Ve berak demokrasi yok düşünmek yasak Çalıp cirpanlar onunla ortak adalet için Hayır diyoruz Yazıp çizenler zindanda tutsak özgürlük için Hayır diyoruz. Yarınlar için Hayır diyoruz. Hayır Diyoruz. Diktatörlüğe Hayır diyoruz Hayır diyoruz. Tekçi darbeci düzene Hayır diyoruz. Hayır, Hayır, Hayır, Hayır Hayır, Hayır, Hayır diyoruz.