Ji dayîka xwe fêr bû, hînî keça xwe kir 2017-03-06 09:15:33 ŞIRNEX - Dayika 7 zarokan Leyla Ayaz ji bo ku çanda xwe winda neke û çanda jina kurd bide jiyandin ji 15 saliya xwe heya niha tevnê li dar dixe. Ayaz diyar kir ku dayîka wê tevn hînî wê kiriye û wê jî hînî keça xwe kiriye. Çanda hunandin û nexşandina çente, parzûn, têr, hevsar û reşmal ên bi sedan salan in li herêma Botanê û Serhedê tê jiyandin li dijî teknolojiyê hebûna xwe berdewam dike. Bi sedan sal in ev çand bi destê jinê kurd bi kedek mezin tê parastin. Parzûn û çenteyên bi taybet li herêma Botanê jin didin pişta xwe bi dek û hunerek mezin ji tayê reng bi reng tê nexşandin. Lidarxistina tevnan û nexşandin pir hindik maye û hêdî hedî çanda jina kurd ber bi tunebûnê ve diçe. Tevinkirin zor û zehmet e lê xweşikbûna tevn jî kevneşopiya herî mezin ya di nav kurdan de ye. Tevnê ku bi destê jinê yê zirav tê nexşandin û hunandina sebrek mezin dixwaze. PARZÛNEK DI MEHEKÊ DE TÊ AMADEKIRIN Dayîka 7 zarokan Leyla Ayaz (43) bi salane li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê dijî û ji 15 saliya xwe heya niha tevnê li dar dixe. Parzûn û çenteyên herî xweşik bi destê wê tên çêkirin. Parzûn û çanteyên ku bi ked û hunerek mezin tên çêkirin hin caran mehekê de tên amadekirin. Parzûn, çente, têr, hevsarên dewaran û reşmalêyên ku tên çêkirin bi nuhaya 60-80-200 TL tên firotin û kiryarên wan yên taybet hene. JI BO PARASTINA ÇANDA DAYIK Û PÎRIKA XWE TEVNÊ LI DAR DIXE Ayaz, diyar kir ku ji bo ku çanda dayîk û pîrka wê winda nebe ew tevn dike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Çanda kurdan dewlemend e. Jinên berê her pêdiwiyên malên xwe bi destê xwe çêdikirin. Demên berê dema dayîkên me diçûn bêrîvaniyê perzûnên tevnê li dar dixe û nexşê herî xweş lê dikirin. Jinan bîdonên şîrê xwe dixistinê û didan pişta xwe. Yan jî dema diçûn sûkê wek çente bikar dianîn. Piştî jinên berê ji ber pêşkeftina teknolojiyê êdî jinan dest ji tevnkirinê berdan. Taybet jinên li herêmên Botanê û Serhedê tevnê parzûn, têr, reşmal û çante dikirin. Ez jî ji bo ku çanda dayîk û pîrka xwe bidim jiyandin vî karî dikim." HUNANDIN Û NEXŞANDINA TEVNÊ SEBREK MEZIN DIXWAZE Ayaz, da zanîn ku çêkirina parzûnan gelek zehmet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çêkirina parzûnekê gelek zehmet e. Carê ji ber zarok û karê malê ez mehekê parzûnekê çêdikim gelek demê min digire. Hunandin û nexşandina van tiştan ked û sebrek mezin dixwaze. Ger ez xwe bidim çêkirina parzûnekê an jî çanteyekê 3 rojan ez yekê diqedînim. Di vî gundê de tenê ez tevn dikim. Ev çanda jina kurd e divê jinên me dîsa dest bi tevnkirinê bikin." EZ DI 15 SALIYA XWE DE HÎNÎ TEVNKIRINÊ BÛM Ayaz, anî ziman ku wê tevn ji dayîka xwe fêr bû û wiha pêde çû: "Ez 15 salî bûm, dayika min tevn li dar dixist. Wê demî dayîka min ji bo dewarên malê hefsar, parzûn, reşmal, werîs û têrên dewaran çêdikir. Dayîka min dema tevn çêdikir, digot were ez ê nîşanê te bidim. Bi demê re dayîka min ez hînî tevnkirinê kirim. Berê tayê wê jî bi mûyê pez bû. Destpêkê bi teşiyê dihat rêstin û bi giyayan reng didan ta û bi wî tayî tevn dikirin. Lê niha ji ber ku ew derfetê me nîne ez bi tayê hazir tevn dinexşînim. Dayîka min ez hînî tevnkirinê kirim ez jî niha keça xwe hînê tevn dikim." DIVÊ HER JIN BIBE BERDEWAMIYA VÊ ÇANDÊ Ayaz, bilêv kir ku eleqeya li hemberî keda destan kêm be jî hêj heye û wiha got: "Keçikên ku dizewicin ji bo cihazê xwe parzûn û guran dixwazin. Ez jî hîm ji bo ku çanda jina kurd winda nebe, him jî ji bo piştgiriya aboriya mala xwe li ser daran tevn dikim. Pereyê ku ez ji tevnkirinê kar dikim ji zarokên xwe re didim pêdiviyên dibistanê. Havînan ez tevnê xwe ber derê malê didanim, zivistanê jî di malê de didanim. Tevnkirin çanda jina kurd e, divê em jinên vî demî çanda dayîk û pîrkên xwe bidin jiyandin û em bibim berdewamiya çanda wan."