Bi atolyeya xwe ya peykeran 'qebîleyeke' ji jiyana pereyî dûr çêkiriye 2017-03-17 09:30:08 MÛGLA - Peykertiraş Cuma Altuntaş ê ku 31 sal in bi heriyê peykeran çêdike anî ziman ku ew li atolyeya xwe ya li ser araziyeke 5 donimî çêkiriye, jiyaneke hem ji bajêr hem jî pereyan dûr dijî. Her wiha Altuntaş, diyar kir ku wî bi 3 hezar peykerên xwe, bi 11 pisîk û kûçikekî xwe, qebîleyek çêkiriye. Cuma Altuntaş (38) ê li gundê Kocaoglu yê Sêwazê hatiye dinyayê û bi tesîra xewneke ku di 7 saliya xwe de dîtiye, dest bi çêkirina peykerên ji heriyê kir, di sala 2005'an de li semta Gundogdu ya navçeya Bodrûmê ya Mûglayê li ser araziyekî 5 donimî Atolyeya Peykeran çêkir. Li vê atolyeyê bi tu awayî cudaparêziya ziman, ol û zayendî tune ye. Altuntaş ê di zarokatiya xwe de dest bi çêkirina peykerên bi pincara şekirî û heriyê kir, niha jî bêyî mudaxileyî xwezayê bike ji perçeyên daran, mermer, kevir, herî û metalan peykeran çêdike. Altuntaş, bereksê jiyana bajarî li Xaka Peykerê, di qulûbeyeke 5 metrekareyî de dijî û li vir tevî 11 pisîk, kûçikek û nêzî 3 hezar peykerên çêkiriye dijî. Li Xaka Peykerê ola şamanîzmê serwer e û her wiha Konê Şamanê yê ji aliyê Altuntaş û dilaran hatiye çêkirin heye. Altuntaş, wisa bawer dike ku di hundurê her mirovî de ruhekî heywanî heye û her wiha di peykerên xwe de jî tenê cih dide fîgurên heywan û mirovan. Ji gelek deverên cîhanê hunerhez tên Xaka Peykerê ya Altuntaş û li vê xakê helbestan, wêjeya xwe, wêne û peykerên xwe çêdikin. Dildarên tên vir jî di nav 3 hezar peykerên hatine çêkirin de radizên. Altuntaş, anî ziman ku li Xaka Peykerê hem di warê hunerî hem jî di warê jiyanî de feraseteke komunî heye û wiha got: "Mirovên tu tiştên wan tune ne jî dikarên bên li vir bijîn. Ne hewce ye ku pereyên wan hebin. Dikarin li vir karê baxçe û bîstanan jî bikin û jiyana xwe îdame bikin. Em li bîstanê xwe bi toximên herêmî û organîk zebze û fêkiyan diçinînin jî tevî serdêran dikarin bijîn." ‘ARMANCA MIN JIYANEKE BÊ PEREYAN YE' Altuntaş, anî ziman ku li Xaka Peykerê cudaparêziya ol, ziman û zayendî tune ye, her kes dikare bê vê derê û got, ew li dijî pereyan e û hedefa wî jiyanene bê pere ye. Li Xaka Peykerê tu şopên jiyana bajarvaniyê tune ye, hema bêje atmosfereke xwerû û dilnizmiyê heye. Altuntaş, dest nîşan kir ku li Xaka Peykerê jiyaneke luks a aboriyî qethiyen tune ye û wiha axivî: "Dema ewil ez hatim, kesên dihatin serdanê têfik anîn. Heyirîm. Min ew avêtin çopê, çimkî pêdiviya min bi têfikan tune ye bêyî wan jî dikarim bijîm. Di warê aborî de tiştekî luks naxwazim. Mînak, nabe ku du çaydanên min hebin. Kevçiyê min ê çayê tune be jî dibe. Dikarim bi darikekî jî çaya xwe tev bidim. Bi vê bextewar dibim." ‘MAMSOTEYÊ MIN Ê HERÎ BAŞ XWEZA YE' Altuntaş, dest nîşan kir ku ew ruyên cuda û ruhên heywanî yên di xewnên xwe de dibîne, wan nexşî peykerên xwe dike û wiha domand: "Dema heft salî bûm min xewneke sefaletê dît. Piştî vê xewnê êdî min di nav civakê de bêhn nedistend. Li derveyî gundê me maleke kalê min hebû, di 7 saliya xwe de li vê malê bi tena xwe jiyam. Ji wê rojê ve her tim bi xwezayê re me, guh didim ya hundurîn û li gor wê dijîm. Di dibistana seretayî de mamsoteyê ders dida me, min qenaeta xwe pê anî ku ew ne mamoste ye. Xwezî wê demê derfet hebûna ku, di 7 saliya xwe de min hin tişt ragihandanan mamsoteyê xwe. Niha bêyî perwredehiyê bistînim her cure peykerî çêdikim. Ez xwe bi xwe perwerdehiya xwe didomînim. Dibistan têr nakin. Hûn dikarin her tiştî ji xwezayê hîn bibin. Mamosteyê min ê herî baş xweza ye." Altuntaş, ragihand ku dema ew li ekvirekî, darekê dinihêre ruhê wan dibîne û ew li gor wî ruhî şiklekî dide dar û keviran. Altuntaş, anî ziman ku ew naxwaze peykerên çêbike bifiroşe û got, lê belê carinan ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanî ew hin peykeran difiroşe. Altuntaş diyar kir ku, her peykerek wî xwedî çîrokeke cuda ye û got, fîgurên mirov û heywanan ên li ser bisqilêtê çêkirine, tên wateya ku ji pergalê direvin. ‘JI HUNERÊ DITIRSIN' Altintaş, anî ziman ku niha feraseta li Tirkiyeyê ji hunerê ditirse û li hêlekê jî komkujiyan dike. Altuntaş wiha domand: "Mirovên li piyaniyê dixin tên girtin. Tacizkarên zayendî, xespkar serbest tên berdan. Ev civak jî van tiştan dadiqurtîne. Heke îro min peylerên xwe bi meblaxeke zêde bifirotanan, dê AKP ji hunera min hez bikirana. Çimkî dê baceke zêde ji min bistendana. Lê ji ber ez baceke baş nadim, AKP bi awayekî din lê dinihêre. Çimkî tiştek nakeve bêrîka wê." Altuntaş, dest nîşan kir ku ji ber egoya xwe mirov girîngiyê nadin hunerê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo egoya xwe binepixînin, avahiyên betonî çêkirin. Dê tu fêdeya van betonan nebînin, çimkî ji bo xwe gor çêkirin. Êdî tu çîrokeke rasteqîn a mirovan nemaye ku ji hev re vebêjin. Ji ber vê li dijî pergalê me. Mirov bi vegera li xwezayê dikare xwe ji vê pergalê rizgar bike. Min jî wisa kir, niha dema li xwezayê dinihêrim aram dibim."