Bi strana 'Raperîne Newroz’ ruhê berxwedanê anîn ziman 2017-03-20 10:59:46 AMED - Hunermendên NÇM'ê yên strana "Raperîne Newroz" ji bo Newrozê nivîsandin, diyar kirin ku heta berxwedan hebe dê huner jî hebe û xwestin bi vê stranê ruhê berxwedana gelan bînin ziman. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya ku bi biryara Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, beriya Newroza 2017'an helbesta "Raperîn e Newroz" kirin stran. Strana Newrozê di demek kin de li ser zimanan belav bû. Hunermendên NÇM'ê Berfin Aktay, Emel Bejan û Mesut Gever ku helbesta stranê nivîsandin û kirin stran bal kişandin ser girîngî û wateya Newroza 2017'an. Hunermendan anîn ziman ku hunermendên kurd di pêvajoya zextên li ser têkoşîn û hunera kurdan zêde de hewl dan balê bikşînin ser berxewdan û raperîna gelan. AKTAY: ME RAPERÎNEK NÛ BI LÊV KIR Ji hunermenda NÇM'ê ya ciwan Berfîn Aktay ku strana Raperîne Newroz distrê, diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelê kurd êşên mezin jiyan û wiha got: "Hunermend jî bi awayekî zêde ketin bin bandora vê pêvajoyê. Me xwest êş û berxwedana di vê pêvajoye de bi hunerê bînin ziman. Ji ber vê yekê me helbesta Newrozê nivîsand û kir newa. Di dîrokê de Newroz her dem sembola serhildan û berxwedanan e. Me wekî hunermendan xwest serhildan û berxwedanê bi zimanekî nû yê hunerê bînin ziman. Em bi heyecan in. Hevalên me yên hunermend bi hestên xurt xwe tev li vê xebate kirin. Bi baweriyek mezin xwe tev li vê pêvajoyê kirin. Divê çand û huner di pêvajoyek wisa de li gel hemû zextan bibe bersîv û awaz." ‘EM JI KAWAYÊN ŞOREŞGER HÊZÊ DIGIRIN' Hunermendê NÇM'ê Mesut Gever jî anî ziman ku hunera kurdan ji berxwedan û raperîna kurdan derdikeve holê û wiha got: "Kurd bi salan her dem rastî înkar, îmha û tunekirina dagerkeran hatin. Her dem nasnameya wan hat înkarkirin. Li ser axa Kurdistanê êrîşa mêtîngerî û dagirkeriyê heye. Li gel van êrîşan berxwedanek dîrokî hat nîşandan. Ger ku gelê li ser vê axê ev êş û berxwedan jiyabe û dîtibe bi hunera xwe vê yekê dide der. Her çend hunerê tune bikin jî, huner bi hêza Kawayê Hemdem û Şoreşger ronahiya xwe dide derdorê û geş dike." HUNER SERHILDAN E Gever anî ziman ku strana Raperîne Newroz berhema xebatek kolektif e û wiha got: “Her berhema di qada çand û hunerê de tê afirandin encama berxwedan û serhildanê ye. Ev newa û stran awaza berxwedana dîrokê ye. Me xwest bi vê hunerê piçek be jî xwêya we têxin nava vê kedê. Di sala dawî de li ser çan dû hunerê zextên dijwar hene. Dixwazin hunerê asteng bikin. Me jî xwest bi vê berhema xwe bersîv bidin. Piştî vê saetê êdî têkçûn ne pêkan e. Afirandina hunerê bi serê xwe serhildan û raperîn e. Me jî xwest bi vî rengî tev li bexwdanê bibin. Me xwest hunera civakê bikin. Bi ruhê hezaran ciwanên ku bi canê xwe li dijî zilma zaliman li ber xwe dan û canê xwe feda kirin berhemekî ava bikin. " ‘HETA BERXWEDAN HEBE HUNER JÎ HEYE' Gever anî ziman ku Newroz di dîroka kurdan de xwedî wateyek gelek mezin û giranbuha ye û wiha bi dawî kir: "Newroza 2017'an dê hêviyên azadiyê bêtir xurt bike. Me xwest kedekê tev li vê Newroza berxwedanê bikin. Heta ruhê Newroza berxwedanê bidome dê huner jî bidome. Heta berxwdan hebe dê çand û huner jî bidome. Em vê berhema Raperîne Newroz diyarî gelê kurd dikin BEJAN: ME XWEST BIBIN DILOPEK BERXWEDANÊ Hunermenda ku strana Raperîne Newroze bi awazê xwe tîne ziman Emel Bejan jî anî ziman ku Newroz ji bo gelê kurd sembola berxwedanê ye û wiha got: "Me Berxwedana gelê kurd bi strana Raperîne Newroz anî ziman. Gelê kurd di dîrokê de her dem li dijî Dehaqan bi ruhê Kawayan di ber xwe daye û serî hildaye. Kawayên hemdem Mazlum Dogan, Zekiye, Rahşan û bi hezaran berxedêr bûn sembola Newrozê. Em bi berxedêrên Newrozê mezin bûn û me hêz girt. Me ji vê berxwedanê hêz girt û strana Raperîne Newroze kir helbest û newa. Me xwest bi vê berhemê bibin dilopek têkoşîna gelan."