Pirtûka ‘Îroya Berxwedana Sivîl' ji Weşanên Amarayê derket 2017-03-23 09:06:23 STENBOL - Pirtûka ‘Îroya Berxwedana Sivîl' ji Weşanên Amarayê hat weşandin. Di pirtûkê de nîqaşên berxwedanên sivîl ên cîhanê, encam û mînakên berxwedana sivîl a jinan, berxwedana gelên Rojhilata Navîn, berxwedanên sivîl ên Amerîkaya Latîn, Ewropayê û gelekên din cih digirin. Weşanên Amarayê ya di meha dawî de pirtûkên bi navê “Stranek Nîvco Mayî: Bobby Sandes, IRA û Greva Birçîbûnê” û “Emeğin Alternatif Tarihi” (Dîroka Alternatîf a Kedê) weşandin, niha jî pirtûka Schock a bi navê “Sivil Direnişin Bugünü” (Îroya Berxwedana Sivîk) weşand. Pirtûka ji heşt beşan pêk tê. Di pirtûkê de li ser encam û mînakên berxwedana sivîl a jinan, berxwedana sivîl a gelên Rojhilata Navîn, berxwedana sivîl a Amerîkaya latîn, Ewropayê û gelekên din radiweste. Kurt Schock di vê pirtûka xwe de, xwendekaran ber bi qadên guherbar ên têkoşîna ku şidetê di xwe de nahebîne, ber bi keşifkirina kokên dîrokiyî, ber bi pêşveçûyîna berxwedana sivîl a modern ve dikêşe. Di pirtûkê de nîqaşên li hemberî bê edaletiya aborî û civakî, çewisandinên siyasî cih digirin. Her wiha berxwedana çawa xwe dide der, rêgeh û encamên kampanyayan ên şidetê di xwe de nahebînin, hevkarîgeriya dewlet û aktorên derveyî dewletê nîqaş dike. Ev pirtûka ku xwe dispêre daneyên ampirîk û lêkolînên berawerdî, der barê rêbaz, hedef û encamên berxwedanên sivîl ên roja îroyîn gelek agahiyan di xwe de dihebîne.