Di qezayê de tiliyên xwe winda kir piştre berê xwe da muzîkê 2017-03-24 09:16:03 KOCAELÎ - Bahadir Donmez ê di qezayeke kar de ji du tiliyên xwe bû, berê xw eda muzîka li kolanan. Donmez wiha got: "Di warê ruhî de muzîk mirovan baş dike, terapî dike." Bahadir Donmez (42) ê nêzî 5 sal berê di karê konstruksiyona pola de qezeyek derbas kir û di vê qezayê de ji du tiliyên xwe bû, li Kocaeliyê dest bi muzîka li kolanan kir. Donmez, li kuçeyan li cimbişê dixe. Donmez diyar kir ku di jiyana wî de muzîk tiştekî bivênevê ye û wiha got: "Muzîk her tim perçeyekî jiyan min e. Berê min wek alternatîfekê lê dinihêrî, lê niha bûye bivênevêya jiyana min." Donmez, anî ziman ku piştî wî di karê xwe yê berê de qeza derbas kir, wî berê xwe daye vê û têkildarî pêvajoya dadgehê ya qezaya kar wiha got: "Dadgeha qezaya kar a 5 sal berê hîn jî didome. Di vê navberê de jî muzîka xwe îcra dikim. Li kolanan bi muzîkê debara xwe dikim." 'MUZÎK TERAPÎ YE' Donmez ê bi tena serê xwe dijî wiha axivî: "Muzîk, di warê ruhî de mirovan baş dike, terapî dike. Nikarim du tiliyên destê xwe yê rastê bi kar bînim, lê li gel vê jî muzîka xwe îcra dikim. Ji ber vê dê muzîk her im perçeyekî jiyana min be." Donmez, da zanîn ku wî der barê muzîkê de perwerde jî dîtiye û got, wî li cemiyeta Mûsîkiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê û navendên perewerdehiya gel solîstî kiriye. Donmez, diyar kir ku muzîka wî bala mirovan dikêle û wiha got: "Dema mirov guhdariya muzîka min dikin, spasiyên xw epêşkeş dikin. Mirov bi malbatî tên fasilekê guhdar dikin û paşê derbas dibin. Yanî ji bertekên heyî kêfxweş im." Donmez, balê kişand ser zor û zehmetiyên di dema îcrakirina muzîkê de û wiha axivî: "Di demên berfî de, roj hebû me qeşa dişikand û ev kar dikir. Piştî qezaya kar ez debara xwe bi muzîkê dikim. Lê ev jî heye, bi awayekî demdirêj hûn nikarin wek karekî debarkirinê li muzîkê binihêrin. Em li Îzmîrê mekanên ku karibin muzîka xwe lê îcra bikin jî nabînin. Yanî di warê dîtina cih de em ditengijin. Pereyê wê jî zaf kêm e." Donmez wiha domand: "Li hin mekanan muzîsyen bi 30-40 lîreyî 4-5 saetan lê dixin. Bi 10 lîreyî we lis er dikê dîl digirin. Ji ber vê ya herî baş kuçe ne."