Dêra ku Hrant lê perwerde bû wêran dibe 2016-11-26 09:18:52 MELETÎ - Li Meletiyê Dêra ku Rojnameger Hrant Dink di zarokantiya xwe de lê perwerde dîtibû, bê xwedeyî maye û werên dibe. Li taxa Çavuşoglu ya Meletiyê Dêra Ermeniyan a Taşhoran (Surp Yerrortutyun) ku rojnameger Hrand Dînk ê hat qetilkirin di zarokantiya xwe de lê perwerde dibû wêran dibe. Dêra ku di sedsala 18'emîn de hat avakirin û di 2012'an de restorasyona wê di nêvî de ma ji ber bê xwedî hat hiştin wêran dibe. Dêra ku mulkê wê di nava Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê, Midûriyeta Giştî ya Vakifan, Midûriyeta Giştî ya Mîllî de hat parvekirin, 4 sal berê restoreya wê hat destpêkirin û piştre nîvco hat hiştin. Ji ber bê xwedî hat hiştin wêran û talan dibe. Dêra ku bi navê Taş Horan jî tê zanîn kîtabeya wê ya wekî nasnameya wê tê zanîn bi temanî nivîs jê çûye û nayê nasîn. Dêra ku bi mîmariya taybet hatiye avakirin bi kevirên şehkirî û tonoz hatiye avakirin di plana bazilika de hatiye sazkirin. Mixtarê Taxê Îsmail Kurtoglu anî ziman ku heta salên 1970'yî gelek ermenî dihatin li vir îbadet dikirin û piştî ermeni di salên 1980'an de ji vir koçber bûn êdî îbadet nayê kirin. Kurtoglu, "bilêv kir ku di sala 2012'an de restorasyonê dest pê kir û nivco ma." Rojnameger Hrand Dîng jî li vir perwerde bûbû. Dêr ji ber bê xwediye bûye warê defîngeran.