Şewqdayîna Hewselê ya ber bi Dîcleyê resmand 2016-11-27 09:24:21 STENBOL - Pêşangeha Wênekêş Tahîr Bozkûrt a bi navê "Sonata Payîzê" ku mijara wê Baxçeyên Hewselê yên Amedê ne, xwe gihand hunerhezan. Bozkûrt got:"Ji bo ew rengên ji Baxçeyên Hewselê şewq didin Dîcleyê baş bên dîtin, divê her kes parêzvaniya aşitiyê bike." Nûçegîhanê Jiyan TV a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Wênekêş Tahîr Bozkûrt, pêşangeha xwe yî wêneyan a bi navê "Sonata Payîzê" ku mijara wê Baxçeyên Hewselê yên Amedê ne, li Komeleya Çandê ya Dîvrîgiyê ya li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê ye gihand hunerhezan. 'MEBEST BALKIŞANDINA SER MÎRATEYA ÇANDÎ YE' Li pêşangeha ku wê heta 10'ê kanûnê vekirîbe, wêneyên Baxçeyên Hevsela Amedê ên 4 demsalan cih digirin. Bozkûrt diyar dike ku, ji bo ew balê nikşîne ser "mîrateya çandî1 ya Baxçeyên Hewselê pêşangeh vekiriye. Bûzkûrt ê ku got sonat termeke muzîkê ye û diyar dike ku, ji ber demsal jî di nav xwe de beş bi beş di nav cumbuşa rengan de diguherin wî navê "Sonata Payîzê" li pêşangehê kiriye. 'DIVÊ HER KES HEWSELÊ BIBÎNE' Bozkûrt bi bîr xist ku, Baxçeyên Hewselê di lîsteya mîrasa cîhanê ya ÛNESCO'yê de ne û anî ziman ku, di dîroka cîhanê de piştevaniya baxçeyan a ji bo mirovahiyê zêde ye. Bozkûrt anî ziman ku, divê her kes Baxçeyên Hewselê bibîne û wiha got: "Şewqdayîna ji Hewselê ya ber bi Dîcleyê û bi nêrîneke hawirdorparêz, li wan herêman xetereya Santralên Hîdroelektrîkê (HES) heye. Ji ber vê divê mirovahî biçe bibîne, heke sibê rabûn xwestin wan tune bikin, da li dijî vê rawestin." 'BI MAKÎNEYEKE AMATOR MIN DERSIM BELGE KIR' Bozkûrt anî ziman ku, her kes dikare bi makîneyeke amator şewqdayîna xwezayê bike. Bozkûrt got, li gel kêmaniya derfetan jî wî xweza belge kiriye û wiha axivî: "Min bi makîneyeke amator, li gundên çiyayî yên Dersimê mirovên 4 demsalan li wir dijîn belge kir. Ne tenê yên aboriya wan baş, yên dahata wan kêmar jî dikarin vê bikin." Teknolojinin ilerlemesi ile birlikte fotoğrafa ilginin artmasına rağmen pahalı bir uğraş alanı olduğunun altını çizen Bozkurt'a göre, amatör bir fotoğraf makinesi ile doğanın yansımasını herkes yapabilir. Bozkurt elindeki kısıtlı imkânlara rağmen doğayı belgeleyebildiğini söyleyerek, “Amatör bir makine ile Dersim'de dağ köylerinde dört mevsim yaşayan insanları belgeledim. Bunu ekonomisi iyi olan insanlar değil dar bütçeler olanlar da yapabilir” dedi. Bozkûrt herî dawî wiha axivî:"Ji bo ew rengên ji Baxçeyên Hewselê şewq didin Dîcleyê baş bên dîtin, divê her kes parêzvaniya aşitiyê bike."