Îro Cejna Akîtûyê ye 2017-04-01 09:03:13 STENBOL - Cejna Akîtûyê ya ku ji dema asûr û babîliyan heta niha ji aliyê suryaniyan ve tê pîrozkirin, tê wateya destpêka serdema kar û barên çandiniyê. Seroka MEZO-DER'ê Tuma Ozdemir, hêvî kir ku Cejna Akîtûyê bibe sedema aştiyê. Cejna Akîtûyê ya ku li cîhanê kevintirîn cejn e, ji serdema asûr û babîliyan heta niha ji aliyê suryaniyan ve tê pîrozkirin. Cejna Akîtûyê ya di 1'ê Nîsanê de tê pîrozkirin, tê wateya destpêka serdema kar û barên çandiniyê. Di vê cejnê de gelê suryanî, li zeviyan, mêrg û zozanan geşt û seyranê dikin, bi awayekî giştî xwarinê dixwin û kincên folklorîk li xwe dikin. Akîtû ya ku tê wateya "Destpêka sala nû", îsal li Tirkiyeyê bi hinceta "ewlehiyê" ji bo pîrozkirina destûr nehat dayîn. Li Midyadê di sala 2005'an de Cejna Akîtûyê di bin navê "Cejna Biharê ya Suryaniyan" hatibû pîrozkirin. Seroka Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Mezopotamyayê (MEZO-DER) Tûma Ozdemir behsa Cejna Akîtûyê kir. Ozdemir, anî ziman ku ew Cejna Akîtûyê wek "Mizgîniya biharê" pîroz dikin û got, kêm zêde 6 hezar û 770 sal berê wek cejn hatiye pîrozkirin. Ozdemir, diyar kir ku îro jî suryanî vê kevneşopiyê didomînin û wiha axivî: "Li herêmên ku suryanî lê dijîn, beriya çendekê amadekarî tên kirin. Kincên xwe yên herî xweşik, yên folklorîk li xwe dikirin û di 1'ê Nîsanê de dadiketin mêrg û zozanan û cejna xwe pîroz dikirin. Her kesî xwarina xwe bi xwe re dibir. Ji ber vê li Mezopotamyayê ev cejn wek cejneke herî girîng tê pîrozkirin." ‘JI BER ŞER EM PÎROZ NAKIN' Ozdemir, ragihand ku heta demên dawî jî wan Akîtûyê li Iraq, Lubnan û Sûriyeyê pîroz dikir û wiha domand: "Heta 3-5 salên dawî jî ev kevneşopî bi her awayî dihat domandin. Niha ji ber şer û şertên neyînî ev cejn nayê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê nêzî 40 sal berê dest bi pîrozkirina wê kir. Lê belê, di 20 salên dawî de li Tirkiyeyê gelheya suryaniyan kêm bû û ji ber vê êdî nayê pîrozkirin. Di sala 2005'an de ji bo pîrozkirina vê cejnê li Tirkiyeyê hin hewldan xwe dan der. Me li Midyadê ev cejn pîroz kir. Mebest ji vê jî ew bû ku, li Tirkiyeyê suryanî hene û gelek in û ev cejna netewî ya gelekî ye." ‘BI HÊVIYA BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ' Ozdemir, diyar kir ku li Tirkiyeyê ew nikarin cejna xwe pîroz bikin û got, bi awayekî biçûk be jî suryanî li mala xwe pîroz dikin. Ozdemir wiha axivî: "Li kuderê cîhanê dibe bila be, peyama me ev e; 1'ê Nîsanê Cejna Akîtûyê sembola aştî û biharê ye. Bi hêvya bibe nîşaneya aştiya cîhanê. Bi hêviya ev cejn ji bo her kesî aştî û biharê bi xw ere bîne."