Lîstikên ku Çehov nenivîsandine dê bên lîstin 2017-04-04 09:39:13 AMED - Lîstikên Anton Çehov ên nehatine nivîsandin, dê di 6-7'ê Nîsanê de li Şanoya Bajêr a Amedê ji aliyê lîstikvanên îstanbûlîmproyê ve bên lîstin. Nivîskarê şanoyê û kurteçîroka modern ê rûsî Anton Pavlovîç Çehov, dê bi formateke ku heta niha qet nehatiye ceribandin li Amedê derkeve pêşberî temaşevanan. Koma îstanbûlîmproyê, bi lîstika xwe ya jixweberî ya bi navê "Bûyer li Rûsyayê Diqewime", lîstikên ku Anton Çehov nenivîsandine bi atmosfereke çehovyenî û bi karekterên çehovyenî radixîne ber çavên temaşevanan. Dê di lîstikê de ji îstanbûlîmproyê lîstikvan Zeynep Ozyurt, Koray Tarhan, Julide Guven, Evren Duyal û Mahmut Fikirsindi bilîzin. Di lîstikê de mirov rastî dawiya sedsala 19'emîn û karekterên wek Olga, Îvan, Arkadîna, Kûzmîç, Andrey, Maşa û gelekên din tê. Dê lîstika "Û Tişa Em Dizanin 'Ev Bûyer li Rûsyayê Diqewime' di 6-7'ê Nîsanê de li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin.