Oz bi fîlmê ‘Zer’ li ser perdeya spî ye 2017-04-04 10:51:32 AMED - Derhênerê kurd Kazim Oz bi fîlmê xwe yê nû a bi navê ‘Zer’ dê di 36’emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de derkeve pêşberî temaşevanan. Dê promiyera fîlmê nû ya Kazim Oz a bi navê ‘Zer’ di navbera 5 û 15’ê nîsanê de di 36’emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de pêk bê. Derhênerê kurd Oz heta niha gelek fîlmên wekî Bahoz, Demsala Dawî: Şewaxan, He Bu Tune Bu û Cinara Spî derketibû pêşberî temaşevanan. Oz di van fîlmên xwe yên serkeftî de xelat jî wergirtibû û herî dawî bi fîlmê ‘Zer’ li pêşberi temaşevanan e. Oz dê bi fîlmê Zer beşdarî mîhrîcanê bibe, ji qada neteweyî û navneteweyî dê fîlm bikevin pêşbirka Xelata Laleya Zêrîn. Di mîhrîcana îsal de dê fîlm bi du beşan bikevin pêşbirkê, li Tirkiyeyê tekane fîlm Zer e, piştî mîhrîcanê dê fîlm di 21’ê nîsanê de bikeve vîzyonê. LÎSTIKVANÊN SERKEFTÎ JÎ HENE Di rola sereke ya fîlmê de Nîk Xhelîlaj, Guler Okten û Levent Ozdîlek û lîstikvanên serkeftî ên wekî Fusun Demîrel û Tomrîs Încer jî hene. Di fîlmê de pîrejina bi navê Zerîfe ji bo tedawiya pençeşêrê bibîne çûye New Yorkê û di vê pêvajoyê de muzîkjena ciwan Jan ji devê pîra xwe stranekî guhdar dike. Ev stran Janê li pey şopa xwe dikişîne û bala wê dikişîne ser welat, travmayên civaka wê û wê dixe nav vê çîrokê. JI NEW YORKÊ HETA DÊRSIMÊ Oz bi fîlmê Zer li diasporayê ketiye nav lêgerîna çand û nasmaneya etnîkî. Oz di dema kişandina fîlmê de ji avahiyên bilind ên New Yorkê bigire, heta avahiyên kevirî yên Afyonê, ji wir jî berê temaşevanan vedigerîne avahiyên axî yên Dêrsimê. Di fîlmê de ji çîrok, destan, gotobêj û stranên çandî bigire, heta lêgerîna nasnameya etnîkî jî xwe dide der û bandoreke mezin li ser fîlmê dike. Fîlm ji hêla Kok Fîlm û Newa Fîlmê ve hatiye çêkirin, dehêneriya dîmenê Feza Çaldiran, Eyup Boz û Orçun Ozkilinç kirine, muzîka fîlmê jî aydê Mustafa Bîber e.