Tenê 5 hosteyên nexşandina hunera zîvî ya têlkariyê mane 2016-11-30 09:07:35 MÊRDÎN - Li Midyada wek warê têlkariyê tê zanîn, tenê 5 hosteyên nexşandina hunera zîvî ya têlkariyê mane. Têlkariya bi destmizî tê nexşandin, ji ber sanayîbûnê bi tunebûyînê re rû bi rû maye. Hunera nexşandina têlkariyê ya aîdî herêma Mêrdînê ye û dîroka wê xwe dispêre B.Z. 3000 salî, niha li navçeya Midyadê tenê 5 hosteyên wê mane. Her çiqas hunera nexşandina zîvî li Rojhilata Navîn derketibe holê û dem bi dem hatibe çêkirin jî, lê warê wê wek Midyadê tê zanîn. Nexşandina têlkariyê ya wek hunera bav û kalan tê zanîn, bû qurbanê sanayîbûnê. Dema behsa Mêrdîn-Midyadê tê kirin tê bîra mirov û neqşandina hunera têlkariyê ya xwedî paşerojeke 5 hezar salî ye, êdî bi tunebûyînê re rû bi rû maye. Li Midyada ku berê zêdeyî 100 atolyeyên têlkariyê lê hebûn, bi piranî li ser esasên hoste-şagirtiyê dihat hînkirin. HEWL DIDE PÎŞEYA KU JI BAVÊ XWE DEWR GIRTIYE JÎNDAR BIKE Li herêma Midyadê nivşê ku bi hunera têlkariyê emzin bûn, piraniya wan atolyeyên xwe girtine. Yek ji wan atolye û hosteyên mayî Melek Akyol e û bi keda destmiziyî li dijî makînebûnê li ber xwe dide. Ji ber rewşa karê wan pir nebaş e, Akyol dem bi dem dadikeve atolyeya xwe yî li bin dikana wê û li vir piraniya dema xwe bi neqşandina têlkariyê re derbas dike. Akyol a ku berê ji bo bi sedan kesî hostetiya têlkariyê dikir, gelek şagirtên wê ji ber kêmaniya karî ji neçarî dev ji kar berdane. Lê niha ew jî tevî kurê xwe, wê pîşeya ji bavê xwe dewr girtiye hewl dide jîndar bike. TÊLÊN ZIRAVIK BI SEBRÊ TÊN BIKARANÎN Akyol a ku li atolyeya xwe bi usûla berê neqişkariyê dike, bi piranî bi makîneyên ku bi hêza mirovî dixebitin berên xwe diafirîne. Hoste li atolyeya xwe zîvê 950 eyarî bi tenekan li nav agir dihelîne. Piştî zîv nêzî 20 deqîqeyî li nav agir dihele, li nav dereceyê tê rijandin û hoste wê vediguherîne qalibekî. Piştî qalib dicemide hoste zîvê bi qasî 10 cm'yî dixe makîneyê û dike 2 metre. Hoste heman qalibî bi qasî mîlîmekî zirav dike û pişt re zîv bi qasî mûyekî zirav dike. Pişt re zîv dîsa di gelek merheleyên nexşandinê re derbas dibe û herî dawî bi hevzeliqandina têlên zirav re, teşeyekê werdigire. Di hunera telkariyê de ya li hinan wek amûrên diyariyê vedigere û ya li hinan jî wek xişr û zînetan vedigere, taybetiya herî mezin ew e ku, bi sebrê tê neqişandin. Piştî motîfên bi sebrê tên neqşandin, têlkarî tên amadekirin. ‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERNAKEVIN' Akyol ji ber kêmbûna eleqedariyê û ji ber nehatina turîstên xwecihî û biyanî bi gazınc e û anî ziman ku, berê eleqedarî zêdetir bû. Akyol anî ziman ku, ji ber sanayîbûnê ev 7 salên dawî ye pîşeya wan bi tunebûnê re rû bi rû maye û got, wê çend sal şûn de ev pîşe bi temamî tune bibe. Aykol got, "Em xwedî li nirxên xwe dernakevin" û wiha axivî:"Her diçe hunera têlkariyê bi paş ve diçe. Berê li Midyadê bi sedan atolye hebûn. Hemûyan dev jê berda. Niha tenê 5 atolye hene. Carinan em dikanê çawa vedikin, wisa jî digirin. Em siftehê jî nakin. Ev tenê ne pîşeya me ye, nirxeke me yî dîrokî ye jî. Lê belê, çend sal şûnde hûn ê di vê qada hunerî de hosteyekî têlkariyê jî nebînin. Piştî makîne derketin, yên tên çêkirin wek neqişandina me yî bi destan nabin. Divê xwedî li vê hunerê bê derketin."