5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike 2017-05-03 09:18:17 AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, bi dirûşmeya “Nebe temaşeker, heke min ji bîr kir bîne bîra min” di navbera 11-21'ê Gulanê de 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê dê li dar bixin. Li Amedê li gel girtina sazî û komeleyên çand û hunerê jî, dê rojên şanoyê bên lidarxistin. 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê tê li darxistin. Ev mihrîcan berê bi piştevaniya şaredariyên DBP’î dihat lidarxistin. Dê mihrîcana îsal wek berdewamiya mîhrîcanên din di navbera 11-21'ê Gulanê de bi diruşmeya “Nebe temaşeker, heke min ji bîr kir bîne bîra min” bê lidarxistin. Di mihrîcanê de dê bi giştî 18 lîstik bên pêşandan. Her wiha ji her çar parçeyên Kuristanê mêvan ji bo mihrîcanê hatine vexwendin û dê di mîhrîcanê de gelek jurî cih bigirin û lîstik li gelek cihên cuda yên Amedê bên pêşandan. Komîteya Amedekar a Mihrîcanê jî amadekariyê bernameyan dike. ‘ASTENGÎ Û QEDEXE NIKARIN ME ASTENG BIKIN’ Yek ji amadekara 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê şanoger Rûgeş Kirici der barê mihrîcanê de agahî dan. Kirici diyar kir ku, wek tarîtiyekê êrîş, qedexe û astengî li ser çand û hunera gelê kurd û kesên şanoya alternatîf diafirînin hene û got: “Ev êrîş ne nû ne, ji destpêka têkoşîna azadiya kurd ve ev zilm û zordestî li ser çanda kurdan heye. Her çi qas îro mal û navendên çand û hunerê yên girêdayî şaredariyên DBP’î hatibin girtin jî, lê tu carî çand û hunera kurdan pişta xwe nedaye saziyên dewletê û dê ji îro şûn ve jî pişta xwe nedin dewletê. Em ê berê xwe bidin têkoşîn û hunera xwe. Astengî hene, lê ev nayê vê maneyê ku em ê li hemberî van astengiyan tiştekî nekin. Em ê li gel vê zilmê jî, tevbigerin û di nav lêgerînekî de bin. Her çi qas gelek cihên me hatibin girtin jî, lê li hemberî vê yekê alternatîfên me jî çêbûn.” ‘EM EW KESÊN KU JI JÊRZEMÎNAN DERKETINE’ Kirici da zanîn ku, şano tenê di nav çar dîwaran de nayê afirandin û wiha berdewam kir: “Ne hewceye em di nav çar dîwaran de şanoyê biafirinîn, em ew kesên ku ji jêrzemînên avahiyan derketine derve. Em ê dengê xwe bilind bikin. Em ê deng û rengê çand û hunera kurdî hin zêdetir bikin. Di wan salên tarî de ku navê ziman qedexe bû, lê dîsa jî me dengê hunera kurdî bilind kir. Ew sal hin zehmetir bûn. Niha jî zehmet e, lê çand û hunera kurdî ne wek a salên 1990’î ye. Wê demê jî mesela hebûn û tunebûnê bû û niha jî mesela hebûn û tunebûnê ye. Lê li gel hemû pêkanînên dijwar jî niha hêzek hunera kurdî heye. Ew sal me dest bi rêwîtiyê kir û heta demekê gihîşt astekê. Hêj zilm û zordarî heye lê hêza çand û hunera kurdî gihiştiye qonaxeke din. Me niha dest bi rêwitiyeke din kiriye. Zilm û zordariya li ser çanda kurdî neguherî, lê em guherîn. Bi pêşketina gelê kurd re çand û hunera kurdî jî ew qas bi ser ket.” ‘WÊ HER KOLAN BIBE ŞANO’ Kirici behsa 5’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê kir û wiha domand: “Em ê 5’emîn Rojên Şanoya Amedê li dar bixin. Di dema şaredariyan de me li Amedê 4 mihrîcan li dar xistin. Lê îsal jî, em ê mihrîcana şanoyê li dar bixin û tiştek ji bo me neguheriye. Em riya xwe berdewam dikin û em ê îsal jî mihrîcana xwe çêbikin. Me yê mihrîcana xwe di mehên payîzê de li dar bixista, lê ji ber qeyûm hatin tayînkirin, ew hatin betalkirin. Piştî me Şanoya Bajêr a Amedê da avakirin, me xwest ew mihrîcana me ya wê demê betal bû, em di meha gulanê de li dar bixin. Me gelek komên şanoyê dawetî mihrîcanê kirine. Ji metrepolên Tirkiyê, ji Başûr, Rojava û Rojhilat gelek kom vexwandine. Em hêj li ser amadekirina mihrîcanê dixebitin. Ev mihrîcana me dê di navbera 11-21’ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin. Em dizanin ku wê gelê Amedê dîsa li mihrîcana şanoya xwe xwedî derkeve. Em ê lîstikên şanoyê yên tevlî mihrîcanê dibin li her kolanê belav bikin. Tenê wê ev mihrîcan ne li hundiran be, wê di heman demê de li derve jî bên lîstin. Wê lîstikên me li Mala Hunerê ya Du Çem û Pale Huner bên pêşandan. Gelek mêvanên me wê ji Ewropayê jî bên. Gelek kom dê tevlî bibin. Em hêvîdarin ku wê gelê me beşdariyek herî bi girseyî tevlî bibe.” Bernameya mihrîcanê wiha ye: 11’ê Gulanê roja pêncşemê BERNAMEYA RESEPSIYONA FESTÎVALÊ Lîstika Destpêkê: “Bûn An Jî Nebûn ” lîstika Şanoya Bajêr a Amedê Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00 Axaftina vekirinê 12’ê Gulanê roja înê YORUYORSUNUZ BİZİ… AFERİN SİZE Lîstika Kadıköy Theatron-İstanbul Cih: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet:20.00 13’ê Gulanê roja şemiyê YORUYORSUNUZ BİZİ… AFERİN SİZE Lîstika Kadıköy Theatron-İstanbul Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00 ŞEQAM -Şanoya Kuçê Lîstika Şanoya Bajêr a Êlihê Cih: Mala Hunerê ya Du Çem saet: 14.00 û 18.00 QAYDE û ÎSTÎSNA Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol Teatra Jiyana Nû Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00 14’ê Gulanê roja yekşemê QAYDE û ÎSTÎSNA Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol Teatra Jiyana Nû Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00 ŞEQAM -Şanoya Kuçê Lîstika Şanoya Bajêr a Êlihê Cih: Pale Huner saet:14.00 û 18.00 Sevgili Arsız Ölüm / DİRMİT Lîstika Seyyar Sehne Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00 15’ê Gulanê roja duşemê Sevgili Arsız Ölüm / DİRMİT Lîstika Seyyar Sehne Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00 4 KAPI 40 MAKAM Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol Mezopotamya Dans Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 20.00 16’ê gulanê roja sêşemê 4 KAPI 40 MAKAM Lîstika Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol Mezopotamya Dans Cih: Şanoya Bajêr a Amedê saet: 15.00 BARIŞ -Şanoya Kuçê Lîstika Yeni Kapı Tiyatrosu/İzmir Cih: Mala Hunerê ya Du Çem saet:14.00 û 18.00 BİR KADIN UYANIYOR BGST Tiyatro Topluluğu/ İstanbul Nivîskar:Sevilay SARAL Derhêner: Sevilay SARAL Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00 17’ê Gulanê Roja Çarşemê 2017 BİR KADIN UYANIYOR BGST Tiyatro Topluluğu/İstanbul Nivîskar:Sevilay Saral Derhêner: Sevilay Saral Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00 BARIŞ -Sokak Tiyatrosu Yeni Kapı Tiyatrosu/İzmir Cî: Pale Huner, Saet:14.00 û 18.00 DERWÊŞÊ EVDÎ Koma Texte Reş/ Urmîye Nivîskar: Resul Bengin Derhêner: Resul Bengin Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00 DAWIYA DAWÎ - Stand-up Şanoya Bajêr a Amedê Derhêner: Kemal Gökhan Gürses Cî: Pale Huner, Saet: 20.00 18’ê Gulanê Roja Pênçşemê 2017 DERWÊŞÊ EVDÎ Koma Texte Reş/Urmîye Nivîskar: Resul Bengin Derhêner: Resul Bengin Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00 VİYAN Koma Texte Reş/Urmîye Lîstika Jinan Nivîskar:Behnam Menda Derhêner: Şebnem Yusifi Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet:20.00 MALA BERNALDA ALBA Teatra NUJEN/Wan Nivîskar: Federico Garcia Lorca Derhêner: Nazmi Kahraman Cî: Du Çem, Saet: 20.00 QIRIX Şanoya Bajêr a Amedê Ji Karîkaturên Doğan Güzel, Derhêner: Kemal Gökhan Gürses Cî: Pale Huner, Saet: 20.00 19’ê Gulanê Roja Înê 2017 MALA DÎNAN Koma Şanoya Nupelda/Wan Nivîskar: M.Emin Yalçınkaya Derhêner: Ergül Kutlar Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00 AV Û AR Şanoya Bajêr a Amedê Nivîskar û Derhêner: M. Emin Yalçınkaya Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00 20’ê Gulanê Roja Şemiyê 2017 HEFTEHEŞTA DU KESAN Teatra Yekta Hêvî/Amed Nivîskar: Eugene Ionesco Derhêner: Hediye Levent, Özgür Adı Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 15.00 HEFTEHEŞTA DU KESAN Teatra Yekta Hêvî/Amed Nivîskar: Eugene Ionesco Derhêner: Hediye Levent, Özgür Adı Cî: Şanoya Bajêr a Amedê, Saet: 20.00 21’ê Gulanê Roja Yekşemê 2017 KONSER-Barışa Ezgiler Cî: DU ÇEM, Saet: 20.00 Bîlal Guldem - dîhaber