Hunermendên NÇM'ê bi Baba Tahir derketin ser dikê 2017-05-04 09:12:14 STENBOL - Hunermendên NÇM'ê, danasîna albuma Dîwana Dubeytî ku ji berhemên Baba Tahirê Uryan bi pêşandanekê pêk anîn. Hunermendên NÇM'ê ya Stenbolê albuma dîwana Dubeytî ya ku ji 13 berhemên Baba Tahirê Uryan pêk tê li Dika Moda ya Kadikoyê da pêşandan. Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Zelal Gokçe, Nurcan Degirmenci, Serhat Kural û Meral Tekçî stran gotin û pêşkêşî Rugeş Kirici jî peşkêşî kirin. Pêşkêşvan û hunermend Rugeş Kirici berî ku hunermendan dawetî ser dikê bike berê kurte danasîna projeya Diwana Dubeytî kir. Kirici, anî ziman ku di bin zext, tundî û astengiyên mezin de ev huner pêş xistin û hunermendên NÇM'ê di pêvajoya ku di çelqe de di nava ewrê tozê de hebûn û têkoşîna xwe diparêze. Piştre konserê bi stranên NÇM'ê yên ji dîwana Dubeytî pêk tê pêşkêş kirin.