Belgefîlma 'Tahir Elçi' rastî eleqeyeke zêde hat 2017-05-05 20:39:08 STENBOL - Di çarçoveya 12'mîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navnetewî de, belgefîlma "Tahir Elçi" ya ku derhêneriya wê Umit Kivanç kir, hat pêşandan. Elqeyeke zêde ji bo belgefîlma hat nîşandan. Di çarçoveya 12'emîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navnetewî de, belgefîlma "Tahir Elçi" ya derhêneriya wê Umit Kivanç kir, li Sînemaya Yeşîlçamê ya li Kolana Îstîklalê ye hat pêşandan. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî di nav de gelek kes belgefîlmê temaşe kirin. Piştî pêşandana belgefîlmê, gotibûjek çêkirin. Kivanç wiha got: "Dema hevalên me dimirin, dema tiştek tê serê wan, ji bo neyên jibîrkirin em hewl didin tiştên wisa çêbikin. Axaftin jî nehêsan e. Çimkî, a rast ne wek axaftineke li ser fîlmekê ye. Bi piranî li ser mirovekî tê axaftin." Paşê, Kivanç pirsên temaşevanan ên der barê belgefîlma "Tahir Elçi" de bersivandin.