Bêyî Ahmet Kaya 16 sal derbas bûn 2016-11-15 09:30:31 STENBOL - Hunermendê hosta Ahmet Kaya beriya 16 salan jiyana xwe ji dest da lê ligel vê yekê jî bi milyonan kes hê jî stranên wî guhdar dikin. Gulten Kaya hevserê xwe bi gotina "Wî ji bo me starên ku jiyana ku bûye şahid û rûmetekî mezin a bi xwedîderketina nasnameya xwe hişt" pênase kir. Li Tirkiyeyê gelek hunermend, rewşenbir û demokrat ji ber fikrên xwe mecbûr man axa xwe biterîkinin. Ji wan yekî hunermend Ahmet Kaya bû. Piştî ku mecbûr ma çû Parîsê bi gotina "Ger ku hesreta welat bikeve hundirê min" ve hesreta xwe vedigot. Li jiyana koçberiyê beriya 16 salan jiyana xwe ji dest da. 'JI BER KU GOT EZ Ê STRANA BI KURDÎ BIBÊJIN HAT LÎNÇKIRIN' Ahmet Kaya yê ku di stranên xwe de pirsgirêkên civakî vedigot di 10'ê sibata 1999'an de ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Magazînê ve hunermendê herî baş ê salê hate hilbijartin û li Salona Kongreyê ya Otela Prîncesê xebata xwe wergirt. Nasnameya xwe ya kurdbûnê bi strana xwe ya "Ji Diyarbekirê ye qod navê wî Bahtiyar" bi awayeke zelal aşkera kir. Sedema lînckirina Kaya jî di merasîmê de gotinên wî yên "Ez ji bo vî xelatê spasiyên xwe li Komeleya Mafên Mirovan, Dayikên Şemiyê, hemû kedkarên çapemeniyê û hemû gelên Tirkiyeyê dikim. Yek jî daxuyaniyekî min heye: Di albuma xwe ya ku niha amade dikim de ez ê stranekî bi kurdî jî bistrêm ez ê ji bo vî stranê klîbekî jî bikişînim. Di nava me de ez dizanim ku televîzyonên ku wêrek jî hene, heke neweşînin dê çawe hesab bidin gelê Tirkiyeyê ez dizanim" bû. Piştî van gotinan hin kesên li wir heqeret li Ahmet Kaya kirin, çetel û kevçî avêtin, ev yek jî bes nedîtin û bi gotina "xayînê welat" lînç kirin. MECBUR MA AXA XWE BITERIKÎNE Piştî vî bûyerê Walîtiya Orduyê di adara 1999'an de kasetên Ahket Kaya qedexe kir. Ahmet Kaya bû hedefa çapemeniya navendî. Ertugrul Ozkok ê wê demê Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Hurriyetê bû manşeta "Way bêşeref" avêtibû. Der barê wî de gelek doz hat vekirin û di 16'ê hezîrana 1999'an de mecbûr ma axa xwe biterikîne. BI PEYAMÊN BI GAZINC DA DOSTÊN XWE Ahmet Kaya li sirgunê hesret û gazincên xwe di strana xwe ya "Hun neşewitin-Sirgûn" de bi van gotinan îfade dike: "Dema ku ez li vir strana xwe dibêjim, li Tirkiyeyê di rojên zehmet jiyan kir ev, ji bo heval û dostên xwe yên slavek, mehrebayekî xwe nedan, ên ku di warê neteweyî de jî qedera xwe parve kir gazincek e. Hêvîdar im dê min fêm bikin." 'XATIRÊ TE ÇAVÊN MIN' Hesreta welat zêdetir bû Kaya di 16'ê Mijdara 2000'an de dema ku qeyda strana xwe ya "Xatirê te çavê min" dikir li mala xwe ya semta Porte de Versailles a li Parîsê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Merasîma cenaze li Enstituya Kurdî ya Parîsê hat kirin. Di 17'ê mijdara 2000'an de bi beşdariya zêdetirî 30 hezar kesan li Goristana Pere Lachaise Parîsê li beşa 71'emîn hat definkirin. BI MILYONAN KES HÊ JÎ WÎ GUHDAR DIKIN Piştî ku jiyana xwe ji dest da jî gelek xelat ji bo wî hatin dayîn. li ser mirina Ahmet Kaya de ligel ku 16 sal derbas bûye jî bi milyonan kes hê jî stranên wî guhdar dikin û muzîka wî bandorê li ser wan dike. 'RÛMETEKÎ MEZIN HIŞT' Hevserê Ahmet Kaya, Gulten Kaya wî bi gotina "Wî ji bo me starên ku jiyana ku bûye şahid û rûmetekî mezin a bi xwedîderketina nasnameya xwe hişt" pênase dike. Gulten Kaya got ku mirov nikare qala tunebûna hunermendekî bike û hesreta xwe ya ji bo hevserê xwe jî wiha tîne ziman: "Hunermendekî ku bûye şehidê serdema xwe wisa hilberandiye ku di esasê xwe de li hundirê jiyanê de ye. Bêguman tunebûna fîzîkî tiştekî cida ye." 'EV PÊVOJEYEKÎ BERDEWAM BIKE NÎNE' Gulten Kaya ku gotina "Piştî 16 salên ku bi her awayî zehmetir derbas bû di mijara nasname û zimanê ku Ahmet Kaya ji bo wî çû sirgunê min dixwast ku li ber serê wî rûnêm û agahiyên xweş bidim wî lê çi heyf e ku nikarim vê bikim" bi kar anî têkîldarî pêvajoyê jî wiha got: "Tiştên ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewime, êşên ku gel dikişînin, dema ku mirov di warê maf û azadiyan de dinêre dema ku em di nav de derbas dibin tiştên ku diqewimin ne baş in lê ligel vê yekê jî tiştên ku dê bidomin jî nînin, dê derba bibin. Di warê diyalektîfka dîrokî de, di warê mafdariya, mafên gelên bindest û tune tên hesibandin de jî dê pêşveçûn çêbibe û guhertin pêk bê ev tiştekî jêneger e. Ahmet kesê ku herî baş dizanibû û pêşdîtina wî hebû. Dema ku em li hevokên beriya 16 salan binêrin em ê vî bibînin." 'DÊ BIBE TACA SERÊ MIN' Gulten Kaya herî dawî jî wiha got: "Tenê mirovên afriner, hunermend mêvanên vî jiyanê nînin. Ji ber vê yekê jî li kû dera demê dijîn bila bijîn, şopên ku ew dihêlin mayînde û bi qîmet in. O rûmet jî dê her tim bibe taca serê min."