Bi kemaneke sedsalî li kuçeyan bi tena serê xwe 2017-05-13 09:11:45 ÎZMÎR - Kemanjen Îsmail Aslan ê 78 salî yê ku tevî kemana xwe ya sedsalî li hemberî demê li ber xwe dide û li kuçeyan dijî, bi newa û melodiyên xwe guhdaran mest dike. Hemû kesên ku tên Kordona navçeya Konakê ya Îzmîrê, hema bêje tim rastî kemanjen İsmaîl Aslan ê 78 salî tên. Lê belê, xweşikî kes ne bi navê wî û ne jî bi çîroka wî dizane. Aslan, bi kemana sedsalî ya ji kalê wî jê re maye û bi destan hatiye nexşandin, bi salan e li kuçeyan muzîkê çêdike. Aslan, bi newa û melodiyên xwe guhdaran mest dike. Aslan, ji serê sibehê ve bi kemana xwe newayên xwe lê dixe û mumkun e ku mirov li cem masîvanan an jî li restorantên li peravên behrê rastî wî bê. Aslan ê ku zarokên wî lê nanihirên û ew terkî kuçeyan kirine, li gel hunerê debara xwe jî bi vê kemana xwe ya sedsalî dike. Tevî kemana xwe zivistanan li otelan, havînan jî li kuçeyan dijî. KEMANEKE KU NIFŞ NIFŞ HATIYE VEGUHASTIN Li gel ku li kuçeyan dijî, Aslan jî nesîbê xwe ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê stendiye û wiha çîroka kemana xwe vegot: “Ji kalikên min ji kalên min, ji kalên min ji bavê min, ji bavê min ji kekê min û ji kekê min jî ji min re ma. Di malbata min de herkes muzîsyen bû. Heke rojekê ez jî bimirim, dê ev keman ji neviyên min re bimîne. Ez wek çavên xwe li kemanê dinihêrim. Kemana min çilmisî; lê ez wek roja ewil bi heman şewq û hezê lê dixim. Heta niha bi tu awayî min ew nebiriye cem tamîrkaran. Min vê yadîgara bavê xwe tim û tim parast.” Aslan, nifşên nû yên hunermend jî rexne kir û wiha got: “Divê hûn qîmeta yên di dest xwe de zanibin. Dibe ku kemana min kemaneke pir kevn be. Lê hîn jî gelek karê kemana min heye. Hunermend û muzîsyenên niha qîmeta yên di dest xwe de nizanin. Muheqeq divê her kes li enstrumanekê bide. Ez li keman û baxlemeyê didim. Mirov tên guhdar dikin û diçin. Hin jê tên bi saetan rûdinin û guhdar dikin, hin jê tên dinihêrin û diçin. Lê her kes guhdariya hemû muzîkên min dike.” Aslan, dest nîşan kir ku wî çend caran tevî hunermend Neşet Ertaş li baxleme û kemanê daye û striyaye û wiha domand: “Bi wî re ez distriyam. Ev ji bo min cihê şanaziyê ye. Berê her tiştê min hebû. Lê ji ber min şelmaqek ji jiyanê xwar, êdî tiştek min jî nema. Tiştên ku me berê qîmeta wan nizanibû winda bûn. Niha jî ez têm vir rûdinêm û bi saetan lê didim. Di vî zemanê xerab û vê krîza aborî de, ji bo birçî nemînim li ber xwe didim.” Ruken Demir / Cihan Başakçioglu - dihaber