Mîhrîcana Şanoyê bi ruhekî kolektîf didome: Nebe temaşeker, heke ku ji bîr bikim bîne bîra min 2017-05-15 12:36:40 AMED - Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya ku ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve tê organîzekirin piştî teyînkirina qeyûm bi fîlî hate girtin bi derfetên kêm xebatên xwe didomîne, bi ruhekî kolektîf berdewam dike. Di mîhrîcanê de bi slogana "Nebe temaşeker heke ku ji bîr bikim bîne bîra min" ve berpirsyariyekî mezin dixe li ser milê temaşevanan. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, şanoger ji ber ku ji kar hatin derxistin Şanoya Bajar a Amedê ya 27 salan bi awayekî fîlî hate girtin. Lîstikvanên şanoyê ligel hemû bêderfetiyan hatin cem hev û li cihê ku vekirin bi ruhekî kolektîf xebatên xwe didomînin. Şanoya Bajar a Amedê ku bi îfadeyên xwe vî derveyî madîyata ku li dijî hunerê ye li cihê xwe yê nû ya biçûk de salonek ava kirine û xebatên xwe bi awayekî kolektîf didomînin 5'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê arganîze dikin. Mîhrîcana ku bi slona "Nebe temaşeker, heke ku ji bîr bikim bîne bîra min" di 11'ê Gulanê de dest pê kir bi 16 şanoyên komên cuda yên ji bajarên wekî Êlih, Wan, Stenbol, Îzmîr û Urmiyeyê hatine dê heta 21'ê Gulanê berdewam bike. 'EM Ê DESTURÊ NEDIN YÊN KU DIXWAZIN BAJAR BÊHUNER BÊHÊLIN' Ji endamên Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Berfîn Emektad diyar kir ku berê di bin banê şaredariyê de 4 mîhRîcan pêk anîne niha cara yekem bi awayekî taybet mîhrîcanê pêk tînin û wiha berdewam kir: "Amed dê tucaran bêhuner, bêşano, bêçand bimîne. Dixwazin vî bi me bidin jiyankirin lê em ê tu caran desturê nedin vê yekê. Em ê xwedî li çand, huner, wêje, şanoya kurd derkevin." Emektar a nirxandina 'hunermendî bi mehane an jî kadroyan nayê kirin" kir wiha got:" Ger ku tu henermendbî li her derê li her şertê hunermend î û tu dê pêywira xwe bi cih bînî. Niha tişta ku tê kirin ev e. Em karê xwe dikin û li kû derê dikin jî ne girîng e." 'MÎHRÎCANEKÎ PIŞTAVANIYÊ' Emektar diyar kir ku mîhrîcana hatiye lidarxistin mîhrîcana piştevaniyê ye û ji bo wan gelek watedar e. Emektad wiha axivî: "Mîhrîcanekî ku alternatîf, serbixwe û bi piştevaniyê tê kirin e. Di esasê xwe de ji bo 4 mîhrîcanên berê jî me ev digot. Divê bêhtir alternatîfbûye, divê bêhtir bi piştevaniyê bihata kirin lê îro em vê yekê di pratîkê de dikin." Emektar got ku xwediyekî mîhrîcanê tuneye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xwediyê vî mîhrîcanê kesên ku li vî bajarê dijîn, bi kir3ina bilitê, bi ava ku dikirin piştevaniyê didin in. Mîhrîcanekerî ku wekî cewherê hunerê ya madîbûn teneye, ev yek nayê avaxtin e. Mîhrîcana alternatîf a ku me her tim nîqaş dikir û dixwest bikin e. Me bi derfetan nekarî bikin lê em ê bêderfetiyan wekî ku xuya dike dikarin bikin." Emektar da zanîn ku ji ber bêderfetiyan li salonên ku karîne vekin mîhrîcanê pêk tînin û daxwaza wan a herî mezin li kolanê huner pêkanîn e. Emektar got ku ji ber ku li salonê cih tuneye gelek temaşevan li derve mane û û wiha axivî: "Yên ku li derve mane jî ji bo vê yeKê xemgîn in ji ber ku eleqe tê nîşandan kêfxweş dibin. Dil dixwaze ku di şertên baştir de mîhrîcanê pêk bînin lê derfetên me evqas e, têra vê kir. Ji ber ku derfetên me tune ye jî me nexwest ji naverok û cewherî mîhrîcanê tawîz bidin. Me mîhrîcan kurt nekir, teng nekir me negot kêm lîstikan bînin." 'NEBE TEMAŞEKER...' Emektar destnîşan kir ku bi slogana mîhrîcanê ya "Nebe temaşeker, heke ji bîr bikim bîne bîra min" ve tiştên ku jiyane hewl didin vebêjin û wiha got: "Em di esasê xwe de şanoyê çêdikin û pêdiviya me bi temaşevanan heye lê em dixwazin hemû peyvên di şanoyê de ji nû ve bê nîqaşkirin û bê nirxandin. Me bi îroniyê xwest hin tiştan vebêjin. Em bawer dikin ku di jiyana xwe de nebin temaşevan. Bi vî sloganê ve em hewl didin berpirsyariyê bidin ser milê kesên ku tên me temaşe dikin. Nêzî 2 sal in pêvajoya ku li Kurdistanê tê jiyankirin heye. Em bawer dikin pêdivî bi hefizeya civakî heye. Em hemû mirov in, em dikarin ji bîr bikin lê divê hin kes bîne bîra me. Dema ku em dibêjin anîna bîre bi awayekî seranser nabêjin. Di warê wêje, huner û çandê de qada bibîranînê dikin. Em berpirsyariyê didin temaşevanan jî. Em di zanebûna vê de ne lê divê tu tenê vê temaşe nekî, bes nebînî, bişopînî jî." MÎHRÎCANÊ BI ŞANOYA HÎTLER VEDIBÊJE DEST PÊ KIR Emektad got ku mîhrîcanê bi şanoya "Bûn an jî nebûn" a ku di dema Hîtler de çi hatiye serê şanoyê vedibêje re dane destpêkirin û têkîldarî sedema vê jî ev agahî da: "Di esasê xwe de lîstekî ku pêvajoya me vedibêje ye. Lîstekîke baş me vebêje tunebû. Li aliyekî manîfestoya pêvajoya ku em dijîn e. Dîsa lîstika ku hevalên me dilîst bû ji ber vê yekê jî me xwest em bi vî mihrîcanê bidin destpêkirin."