Zimanzan Chyet: Eger hûn li benda razemendiya hikûmetê bisekinin, hûn ê xeyalşikestî bin 2017-05-17 09:21:53 NAVENDA NÛÇEYAN- Zimanzanê Amerîkî Dr. Michael Chyet yê ku tevî kurdî bi dehan zimanî xwendinan dike û dibêje “Zimanê ku zarok pê nepeyivin bê ‘paşeroj’ e” wiha got: “Yanî dê û bavên kurdan eger bi şanazî, bi zarokên xwe re bi kurdî nepeyîvin ‘paşeroja’ zimanê kurdî tune ye. Eger hûn li benda razemendiya hikûmetê bisekinin, hûn ê xeyalşikestî bin.” Zimanzanê Amerîkî Dr. Michael L. Chyet yê ku li paytexta Amerîkayê Washingtonê dijî û tevî kurdî bi zêdetirî 40 zimanî xwendin û xebatan dike û nêzî 30 salin ku ji nêz ve bi kurdî re eleqedar dibe, der barê zimanê kurdî de pirsên dihaber’ê bi kurdî bersivandin. Di sala 1997’an de bi navê Ferhenga Kurmancî-Îngilîzî xebateke Chyet hat weşandin û ji bo gelek zimanan û kurdî hîn jî xebatên wî didomin. Chyet, li Pirtûkxaneya Kongre ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dixebite û her wiha li gel vî karê xwe yê fermî, dersên kurdî jî dide û gelek xwendekarên wî hene. * Tevî kurdî tu bi çend zimanan dizanî? Her salê ez xwe hînî zimanekî nû dikim. Lê min nizanibû ku wê kurdî evqas bala min bikişîne. Heta niha min 40-42 ziman xwendine. Lê ez nikarim ku ez bêjim ez bi hemûyan wek zimanê xwe yê zikmakî dipeyivim. Lê zimanê ku ez baş dizanim ev in; îngilîzî, îbrî, erebî, kurdî, tirkî (azerî, ozbekî) frensî, almanî, îspanyolî, rûsî, farisî, suryanî (aramî)… * Lê tu kengî hînî kurdî bûyî? Gava ku ez 17-19 salî bûm. Lê bi awayekî fermî min min di 29 saliya xwe de dest pê kir û hînî kurmancî bûm. * Tişta ku te ber bi kurdî ve bir çi bû? Ev meraq û eleqe çawa li te peyda bû? Ez hej govendan dikim, govendên gelêrî. Dema ku min li zanîngehê dest bi xwendina xwe kir, wê salê her heftê carekê an du caran ez diçûme govendên gelêrî, nemaze yên welatên Balkanan. Dema min govendên li Tirkiyeyê yên bi def û zirne bihîstin, gelekî kêfxweş bûm û gelekî bi dilê min bû. Vêca tê bîra min ku carekê min li cihekî tarîfa govendekê xwend û di wê tarîfê de wisa dinivîsî: “Ev govenda hanê ya kêmaniya kurdan li Rojhilata Tirkiyeyê ye.” Û çavê min vebûn. Min xwe bi xwe got, yanî ev mûsîkaya ku ez gelekî jê hez dikim ya kurdan e? Min heta wê gavê nedizanî ku li Tirkiyê ji bilî tirkan gelên din hebûn. Yanî wek min got, hezkirina min a bo mûsîkaya govendên gelêrî, bûye sedem ku ez bi kûrahî xwe bi kurdan ve mijûl bikim. Wê wextê min xwe hînî kurmancî jî kir û soranî jî xwe bi xwe, yanî ji kitêban û ji çend kesan. Ji ber ku wan rojan kitêbên rast û durist tune bûn wan. Niha ez kitêbên wisa dinivîsîm û her çendê ku hêj çap nebûbin jî, ez wan amade dikim û ji bo xwendekarên xwe ez wan bi kar tînim. * Kurdî zimanekî pirzaravayî û pirdevokî ye. Piştî ku te biryara hînbûnê da, gelo tu rastî dîmenekî çawa hatî? Di warê hînbûnê de te metodek çawa bi kar anî? Di destpêkê de min dizanî ku kurmancî û soranî ji hev ferq in. Lê min nedizanî ferq çi bûn. Yanî min ew meraq dikir. Ez dizanim ku ji hev ferq in, lê ferqên di navbera wan de çi ne û gelo kurmancîaxêvek û soranîaxêvek dikarin hevdu fêm bikin an na? Min di destpêkê de nedizanî. Vêca gelek kesan dîtinê xwe gotine min. Yanî çend kes, wek mînak min bihîst ku soraniya Kerkûkê û Soraniya Silêmaniyê û Soraniya Hewlêrê ewqas ji hev ferq in ku tu kes li hev du fêm nake. Yanî ew ne rast e. Ew gelek baş li hevdu fêm dikin. Bi kurmancî jî yanî zaravayên behdînan û yên hekariyan di navbera kurmancî û soraniyê de pirek e. Gelek kurd dema dibên gava ku kurdekî ji behdînan dipeyîve em fêm nakin. Lê ez zanim ku eger têkiliya wan bi hev re hebe, di wexteke kêm de ew ê li hevdu fêm bikin. Întibaya wan a pêşîn tiştek e. Yanî karîna wan, şiyana wan ku li hev fêm bikin tiştekî din e. Li Amerîka kurdên behdînan zahf in. Kurdên deverên din kêm in. Vêca du salan her mehê carekê diçûm Kurdistana San Diegoyê (dikene) ku li başûrê Kalîforniyayê ye. Ji ber ku li devera San Francisco kurmancîaxêv tune bûn. Sala 1992’yan bû ku min bihîst grûpeke nû ya kurdên penaber hatiye Santiagoyê. Ji bo Cejna Newrozê, ez siwarî firokekê, balafirekê bûm û ez çûm min pêrgîniya wan kir û wan got were bibe mêvanê me. Di pêvajoyeke du salan de, her mehê carekê ez diçûm û dibûm mêvanê wan û ez hînî devoka wan jî bûm. Û çend ji kurmanciya Bakur ferq e, lê dîsa yanî niha zanîna min berfirehtir bûye, ji ber ku ez hem devokên wan û yên deverên din dizanim. Û gava ku ez hînî kurmancî dikim jî ez hewl didim ku di warê ferqa di nav devokan de xwendekarên xwe jî agadar bikim. * Te got gava ez hînî kurmancî dikim… Belê. Du karên min hene. Karê min ê resmî heftê 5 roj û 8 saet e. Li Kitêbxaneya Kongreyê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ye. Lê êvarê jî bi riya Skype ez dersên kurdî didim. Ji ber skype e, şert nîne ku ew li nav Washingtonê bin. Yanî em û xwendekarên xwe dûrî hev in. * Xwendekarên te yên kurd jî hene… Biyanî jî hene, kurd jî hene. Wek mînak xwendekarekî min heye xelkê Merîwanê ye li Kurdistana Îranê yanî zimanê wî yê zikmakî soranî ye, lê ew gelekî ji kurmancî jî hez dike û wî xwe hînî kurmancî kiribû û niha bi min re zanîna xwe pêş ve dibe. * Der barê standartbûyîna kurdî de xebat an jî metodên te hene? Niha min ji bo nêzîktirîna zaravayên sereke soranî û kurmancî metodek çêkiriye, kişif kiriye. Ew jî ev e; bi kurmancî em dibêjin “gotin” bi soranî sê şekil hene li hin deveran dibêjin “wutin”, li hin deveran jî dibêjin “kutin” û li hin deveran jî dibêjin “gotin”. Vêca pêşniyara min ev e ku ji bo zimanê standart, hem bi kurmancî hem bi soranî “gotin” bê bijartin. Wê gavê dê hem bi kurmancî hem bi soranî “gotin” yek be. Lê ez nabêjim ku “wutin” û “kutin” çewt û şaş in. Ez dibêjim ji bo zimanê standart bila “gotin” bê bikaranîn. Lê li deverên cur bi cur bila her kes bi şanazî devoka xwe ya herêmî biparêze jî. Bi zimanê erebî jî wisa ye. Ji mixribî heta Iraqê zimanê nivîskî kêm zêde yek e. Her kes dikare bixwîne û binivîse û fêm bike. Lê zimanê devkî li mixribê gelek ferq e, digel zimanê devkî yê Misrê yanî Sûriyê yanî Iraqê. Lê ji bo yekgirtina zimên divê ku em yek ji wana bibijêrin. Yanî bi vî awayî em dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin û em lêkolînan bikin. Û ji bo ku em bizanibin di devokên cur bi cur de, di zaravayên cur bi cur de filan peyv çawa tê gotin. PÊNGAVA PÊŞÎN GIHANDINA MAMOSTEYAN E * Niha li perçeyên Kurdistanê du alfabe tên bikaranîn. Alfabeya latînî û ya erebî. Piralafabetî bandorê li konteksta di navbera zaravayan de û rastnivîsandina standart dike yan? Ji bo zarokên her çar perçeyên Kurdistanê dikarim vê bibêjim. Her du alfabeyên, ji ber ku ev rastnivîsîne jî, ne bi tenê alfabeyek e, her du rastnivîsinên standard yên pîtên latînî û bi pîtên erebî bên fêrkirin, bên hînkirin. Û ji ber ku niha li Bakur tiştekî wisa mumkun nîn e, lê bi awayekî resmî televîzyon û radyo hene. Em dikarin wan wek xwendingehan bi kar bînin. Lê pêngava pêşîn çî ye? Pêngava pêşîn ev e ku, em mamosteyan amade bikin. Ku her kes eynî malûmatan bizanibe, ku her kes xwedî eynî malûmatan li ser rastnivîsîna kurdî bi pîtên latînî û bi pîtên erebî û eger bê xwestin bi pîtên kirîlî jî. Ji ber ku eger kesek bixwaze lêkolînan li ser kurda bike, bivê nevê ew mecbûre bi her sê alfabeyan û her du zaravayên sereke zanibe û hem bi farisî û hem bi erebî û hem bi tirkî û hem bi rûsî û bi çend zimanên din bizanibin. Mirov nikare bi tenê, bi kurdî û bi tirkî bi tîpên latînî zanibe û bêje ku ez lêkolîner im. Eynê tişt li Amerîka jî heye. Gelek kes xwedîgiravî profesor hene ku bi tenê bi îngilîzî dizanin. Heger bi zimanên din; bi frensî, bi almanî, bi rûsî, bi spanî nizanibin yan jî bi erebî, bi tirkî bi zimanên din nizanibin, ew çawa dizanin li ser warê wan ê aborî yan jî tibê yan jî çi dibe bila bibe, hayê wan ji nivîsên din tune, bi tenê bi yên bi îngilîzî heye. Ev ne metodek e û yên ku wê bêjine min û ev gelek ziman in, em nikarin fêrî van zimanan hemûyan bibin. Ez ê bêjime wan; wextekê li Kurdistanê gelek gundiyên nexwenda hebûn (hêvîdar im ku heta niha jî hene) bi du sê çar zimanan dizanibûn. Yanî nedizanin navê xwe binivîsin û bixwînin, lê dikaribûn bi sê çar zimanan biaxivin. Eger kesek nexwenda bikaribe wisa bike, çi hinceta kesên xwenda heye ku bêjin em nikarin? ZIMANÊ KU ZAROK PÊ NEPEYIVIN BÊ PAŞEROJ E * Li gor rewşa heyî, gelo çi pêşbîniyên te yên der barê kurdî de hene? Bi dîtina min “paşeroja” zimanê kurdî li ser dê û bavên kurdan dimîne. Yanî dê û bavên kurdan eger bi şanazî, bi zarokên xwe re bi kurmancî nepeyîvin “paşeroja” zimanê kurdî tune ye. Dirûşmeya min wisa ye; “Zimanê ku zarok pê nepeyivin bê paşeroj e.” Ji ber ku zarok "paşeroja" me ne. Hevalekî min hebû, mixabin ku çû ber dilovaniya Xwedê. Lê ew xelkê Hekariyan bû, Colemêrgê bû û her wiha di wextê xwe de kurdên Hekariyan bi şanaziya xwe, bi kurdîtiya xwe bi nav û deng bûn. Berî çend salan havînan, ew diçû malê, vegeriya Colemêrgê û gote min; “Michael gava ku ez li Colemêrgê bûm, mîn dît ku êdî zarokên kurdan li ser kuçeyan bi hevdu re bi tirkî dipeyivin.’ Yanî ev tberî 20 salan nedihat bîra mirovî ku tiştekî wisa be. Yanî eger wisa ye dê û bavên wan zarokan, bi qisûr in. Yanî bi dîtina min ew bi vatîniya xwe ranabin. JI BO EM HIKÛMETAN ŞAD BIKIN NEHATINE VÊ DINYAYÊ Bêguman hikûmet naxwaze zimanê kurdî berdewam be. Lê em nehatine vê dinyayê ku, em hikûmeta amerîkî, hikûmeta tirkî û hikûmetên din şad bikin. Ev ne vatîniya (wezîfeya) me ye. Wezîfeya me ev e ku em vî zimanî ji windabûnê rizgar bikin. Ku em "paşeroja" vî zimanî mîsoger bikin. Em ê wê yekê çawa bikin? Eger hûn li benda razemendiya hikûmetê bisekinin, hûn ê xeyalşikestî bin. Ji ber ku ji wan tiştekî wisa nayê. Divê ku kurd xwe bi xwe çareseriyê peyda bikin. GELO HÛN DIXWAZIN GUNDEKÎ DAMEZRÎNIN AN WELATEKÎ? * Herî dawî di vî warî de ji bo raya kurdî gotinek te heye yan? An jî pêşniyarên te? Pêşniyarên min hene, ez ê her pêşniyaran berdewam bikim. Lê ez ne kurd im, ez nikarim pêşniyarên xwe li ser we ferz bikim. Ez tenê dikarim pêşniyar bikim. Ji ber ku van rojan di nav xwendingehên resmî de tiştekî wisa mumkun nîne. Bi dîtina min telvîzyon û radyo dikarin fonksiyona xwendingehan bibînin, yanî heta derceyekê êdî wisa ye. Lê ez dibêjim ji bo awayekî girîng û paktir, bila hemî xweberxwînan, hemî nûçegihan fêm bikin, hemû peyamhênêr fêm bikin ku berpirsiyarî li ser milên wan heye. Ku ew bi vê vatiniyê, bi vê wezîfeyê rabin. Ne bi tenê ku wek ew dixwazin biaxivin. Divê ew peyvên wisa bibijêrin ku kurmancî û soranî nêziktirî hev bikin. Gelek kurd dibêjin, zimanê gundê min ji yê hemiyan paqijtir e, ji yê hemiyan çêtir e. Lê gelek peyvên vî gundî yan wî gundî di herêmên din de, di deverên din de nayên fêmkirin. Gelo ew dixwazin gundekî damezrînin an welatekî? Eger ew dixwazin welatekî damezirînin, divê ku her kes bi hev re zimanekî wisa, zimanekî standart biafirîne, ku heta dûrtirîn gund bi hêsanî wî fêm bike. Eger em rewşa îro digel rewşa 20-30 salan bidin ber hev, em ê bibînin ku em çend pêş ve çûne. Berî 30 salan gava ku min dest pê kir xwe hînî kurmancî bikim, bi kurdî ne televîzyon hebû, ne radyo û rojnameya kurdî tenê li Êrîvanê hebû, ew jî bi tîpên kirîlî. Yanî ev nediketine destê xelkê. Niha televîzyon heye, radyo heye, li ser înternetê rojname hene û her kes dikare rojane li van bernameyên bi kurmancî, soranî û zazakî guhdarî bike. Eger kompîtera te hebe, telefona te hebe…Yanî di pêvajoya sî salên dawî de em gelekî pêş ve çûne û ji xwe zimanekî standart heye. Yanî tiştekî resmî nîne û li ser çawatiya wê li hev nehatine. Lê dîsan jî heye. Berî mehekê min çîrokek di rojnameya Hewarê de xwend ku Celadet Bedirxan nivîsî bû. Beriya 75 salan. Em bi hêsanî îro zimanê wê fêm dikin. Zimanê wê û zimanê me yê îro gelekî nêzîkî hev e. EM KENÊ DIJMIN BI XWE NEYÎNIN * Berî em dawî li sohbetê bînin, dixwazim der barê peyva “paşeroj”ê de tiştekî bipirsim. Bi israr tu peyva “pêşeroj” red dikî û li şûna wê peyva “paşeroj” bi kar tînî. Gelo tu karî rave bikî? “Paşeroj” peyveke kevne bi kurmancî. Di destpêka sedsala bîstem de Nîkîtîn ê ku gelek çîrokên kurdan berhev kiribûn, di nav wan de gotineke peyva “paşeroj” bi maneya “îstîkbal, gelecek” derbas dibû. Bi soranî jî dibêjin “dwaroj/paşeroj/dahatû” “dwa” bi soranî yanî bi kurmancî “dû(v) û maneya wan jî “paş” e. Mînak; ez nikarim niha bi te re biaxivim. Kengî diaxivim? “Paş”ê, “dûra” diaxxivim. Ji ber ku em dixwazin soranî û kurmancî nêziktirî hev bikin, divê ku em tiştên wisa jî bin pê nekin. “Paşeroj” hem bi soranî hem jî bi kurmancî hebû, lê “pêşeroj” peyveke çêkirî ye ku li ser qalibê “onumuzdekî” ye. Ji ber ku kesên ku ev gotin daraştibûn haya wan ji hebûna “paşeroj” a di zimanê xwe de nebû. Lê em niha dizanin û dikarin “pêşeroj”ê teqawid bikin, emeklî bikin û vegerin peyva aslî “paşeroj”. Ku hem bi kurmancî û hem jî bi soranî bi kar tê. Eger bi soranî “paşeroj” be û “dwaroj” be û bi kurmancî “pêşeroj” be “paş-pêş” be, yanî ev ê kêfa dijminên me bîne, ku em li hevdu fêm nakin. Ew gelek dikenin û gelek şa dibin gava ku em li hevdu fêm nakin. Lê em nehatine vê dinyayê ku em kenê wan bi xwe bînin. Ez piştevanê vê peyvê me. Yanî ev prensîbek e. Bi dîtina min peyva “paşeroj” nimûneyeke, presnîbeke gelek mezin û gelek girîng e, ji bo pêşvexistina nasnameya kurdan. Rêdûr Dîjle-dihaber