'Gelo wêjeya kurdan heye?' 2016-12-04 09:27:32 ŞIRNEX- Pirsa "gelo wêjeya kurdan heye" tê kirin li aliyê din Îlhamî Çinar ê ku ji girtîgehan têkoşînê bi çiya re digihîne hev wêjeya çiya vedibêje. Çinar ê ku wêjeya şer û wêjeya çiya tîne ber hev wiha bidêje: "Jixwe wêjeya çiya ji bo pirsa divê mirinekî çawa yan jî çawa bikujî na ji bo pirsa 'divê çawa bijîn' bersiv e." Wêje yek ji parçeyekî nasnaleya gelan a jêneger e. Bêguman ji bo gelekî ku zimanê wî qedexe ye û bi zimanê xwe inkare perwerde bibe jî wêje ji bo çanada xwe ber bi pêşerojê ve bibe wateyekî cuda îfade dike. Îlhamî Çinar ê ku ji girtîgehê ji bo wêjeya kurdî sûde dide derbarê duh, îroya wêjeya kurdî û wêjeya çiya bi riya nameyê ji me re vegot. * Hûn pêşketina wêjeya kurdî çawa dinirxînin? Wêje ji bo gelê kurd ê ku yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e gelek girîng e. Di roja me de hin rewşenbîr û nivîskar bi pirsa "gelo wêjeya kurdan heye" dikeve nava nêzîkatiyetî desthilatdar. Rewşenbîr û nivîskarên me jî gotin di cih de be ji bo hebûna wêjeya kurdî îspat bike xwe wekî ku parçe dike. Belê di warî nivîskî û devkî de wêjeyekî kurdan a xurt heye. Wêjeya devkî bi riya dengbêjen heta îro hatiye. Di sedsala 11'emîn de helbestên Baba Tahîrê Uryan û destan, beyt û qesîdeyên piştî wî di dîroka wêjeya kurdî de wekî metnên wêjeyê şopên mayînde hiştine. Ango nehewce ye ku rewşenbîr û nivîskarên kurdan vê yekê îspat bikin. Qasî ku mirov hebûna xwe îspat bike tiştekî xirab tuneye. Wekî ku heta salên 90'an kurdan hewldan hebûna xwe îspat bikin îro jî hewl dide wêjeya xwe îspat bike. Di wêjeya heyî de pirsgirêka ziman divê wekî sereke bê dîtin. Di zimanê kurdî de dewlemendiya zaravayên kurdî hin kes wekî ku encamên fêmnekirina hevdu û nexwendina berhemên hev dinirxînin. Di zimanên din de cudatî, pirbûn wekî dewlemendiya wêjeya netewey^itê dîten lê çawa dibe di kurdî de ev wekî parçebûn, fêmnekirina hev, nexwendina berhemên hev di dawiyê de jî wekî nebûna wêjeyê tê nirxandin. Heta vê derê diçin. Ev nêrîna desthilatdar û heldana kurdan a ji bo hebûna xwe û wêjeya xwe tenê aliyek e. Aliyê din bêhtir di hundir de ye. Di roja îroyîn de wêjeya kurdî her diçe pêşve diçe, tê astekî baştir. Lê lihevnekirinên hundirîn li hemberî vê yekê astengiyên girîng derdixe. Pirsgirêka esasî ev e; ji bo ku berhema ku me nivîsandiye ji bo ku bibe parçeyê edebiyata kurdî divê ma teqez kurdî be? Berhema ku bi kurdî nehatiye nivîsnadin lê bi temamî rastiya civaka kurd vedibêje gelo em ê wan wekî wêjeya kurdî nehesibînin? Berhemên ku bi temanî bi qodên çanda kurdî digire dest ên tirkî, farsî yan jî erebî gelo em ê wekî zimanê serdestan hatiye nivîsandin nêzîk bibin, ev ê çiqas rast be? Pirtûkek bi kîjan zimanê bê nivîsandin gelo bi rastî jî dê aydî wî wêjeyê be? Ligel hemû pirsgirêk û astengiyan jî wêjeyekî kurdî her diçe pêş dikeve jî heye. Bi taybetî jî di salên dawî de nivîskarên ciwan ên bi zimanê xwe dinivîsinin zêde disin ev ji bo pêşerojê hêviyan dide mirovan. * Di wêjeya cihanê de cihekî wêjeya şer a girîng heye. Di salên dawî de di wêjeya kurdî de tarzekî wekî "Wêjeya çiya" tê pênasekirin derket holê. Têkîlî yan jî cudatiya wêjeya çiya û ya şer li gorî we çi ne? Di dîroka her gelî de cihekî girîng ê wêjeya şer heye. Em mîtolojî yan jî destanên wan gelan binêrin an jî têkoşîna wan a rizgariya neteweyî... Hemû jî trajediyên ji ber şer qewimîne yan jî qehremaniyan, serkeftinan em ê bibînin. Klasîkên rûsan ên ku mora xwe li wêjeya şer xistiye û berxwedanên partîzanên li Ewropayê heta roja me ya îroyîn hatine. 'DI RASTIYA ÇIYA DE ŞER PIRALÎ YE' Wêjeya çiya pênasekirinekî rastiya me ya taybet e. Bêguman têkîliya wî bi wêjeya şer re heye lê bi temamî aydî wê nîne. Di wêjeya şer de mijar şerekî ku dest pê dike yan jî bi dawî dibe mijar e. Di rastiya çiya de şer pir alî ye. Jibilî şerê ku hêzên leşkerî li hemberî hevdu didin, li hemberî zehmetiyên xwezayê têkoşîna mirov, li dijî paşverûtiyên xwe şer, şerê jinê ya li hemberî feraseta desthilatdar a zilam û şerê şexs ê li dijî komê jî dike mijara wêjeyê, vê digire dest. Li çiya şerê ku bi dawî dibe nîne. Rastiya ku li hemberî wî tê şerkirin bêguhertin jî ew berxwedan û têkoşîn bênavber berdewam dike. Xela duyemîn jî di wêjeya şer de ya ku herî zêde derdikeve pêş qehremaniyên şexsî ne. Wêjeya çiya vê yekê jî digire hundirê xwe lê xwedî nêrînekî kolektîf e. Wisa bibêjim di wêjeya şer de figurê fermandar sereke ye. Wêjeya çiya rola fermandar paşguh nake lê carna şervanê herî li paş dike qerekterê esasî. Dîsa qerekterên din herî kêm qasî qerekterê esasî mora xwe li berhemê dixin. 'JI BO PIRSA DIVÊ ÇAWA BIJÎN BERSIVEK E' Divê wêjeya çiya wekî beşekî wêjeya şoreşgerî bê dîtin. Wêjeya şer pir îfadeyekî giştî ye. Her neteweyî dema şerê rizgariyê de berhem derxistine hlê. Lê wêjeya çiya taybetiya me ye. Em hê di destpêkê de ne. Em nikarin ji wêjeya şer cuda bikin lê ji ber sedemên jor me anî ziman divî di bin sîwaneya wêjeya şoreşgerî de bê nirxandin. Jixwe wêjeya çiya ji bo pirsa divê mirinekî çawa yan jî çawa bikujî na ji bo pirsa "divê çawa bijîn" bersiv e. * Rewşa wêjeya çiya ya îro çawa dinirxînin? Kategorîzekirin çiqas rast e nizanim lê em dikarin wêjeya çiya bikin sê merhale. Heta 90'an bi piranî helbest û rojnivîsk, di 1990-2000'an helbest, bîranin û rojnivîsk, piştî 2000'an roman û çîrok jî di nav de hema ji beş beşên wêjeyê rastiyek derket holê. Bi hezaran zehmetiyên wêjeya çiya heye, şertên fîzîkî, atmosfera pêvajoyên siyasî û girêdayî vê jî şertên şer... Ev hemû jî ji bo pêşketina wêjeya nivîskî astengiyên girîng in. Lê ligel vê yekê jî afrîneriya çiya bênavber berdewam kir û didomê jî. ASTENGÎ HENE Li pêş wêjeya çiyê bêguman astengî hene. Lê ger ku em wate nedin van astengiyan û li çareseriya wan negerin pêşketin çênabe. Bixwaze nexwaze di nava şer de berhemên tên nivîsandin cihê ajîtasyon-propaganda, pesn, zêde tê dîtin.Dibe ku ev alî neyê ecibandin, bê rexnekirin. Lê dijwariya şert û mercên di navre derbas dibe mirov nikare nebîne. Di şert û demên wisa de ji mejî û pênusê wêdetir, dil û pênûs nêzî hev e. Ji ber vê yekê gelek caran dibêjin “Wêjeya tevgera kurd ne germa germ, divê demek dirêj bê nivîsandin. Lê ev ne pêkan e. Nerina ferbûna Klasik Marksist a “her tişt piştî şoreşê” wekî mînaka reel sosyalizmê li gorî rastiyê pêş nakeve. Hemû êş, jan, berî şoreşê pêş dikevin. Hemû rojên xweş jî piştî roşerê pêş dikevin. Di mîtoza ol de dibêjin ‘Ev cîhana derewîn e. Li cihê ku hemû êş, derew, kelem, zilm û sefalet lê tê jiyîn. Dunya din jî ya rastîn e. ‘EM NE LI CIHÊ PÊWIST IN’ Pirsa bingehin eve; pîvanên sincî û estetik, berhemê wêjeyek nû divê berî şoreşê be an piştî şoreşê be. Divê bi ketin û rabûnê bê nivîsandin? Li gorî min ya duyemîn e. Ez neheq jî nabînim. Di wêjeya çiyê de xala duyemîn bêtir cihê xwe digire. Sedemê ‘Çima wêjeya Çiyê ne di asta tê xwestin de ye’ heye .Taboyên divê bê şikandin, fikarên ku divê bên avêtin, cihê ku pesnê wê bê dayîn û bê rexnekirin heye. Em ne li cihê pêwist e lê bin in. Lê me guhertin jî çêkiriye. Ez bawer dikim wêjeya çiyê astengiyên li pêş xwe derbas kirine. Em xwedî çavkaniyen dewlemend ên jiyanê ne. Di rastiya çiyê de bi qasî deryayê çîrokên rastîn û dewlemend heye. Ya girîng bi riya wêneyê hûnandin û neqişandina hunerê ye. Ev ostatî ji bo me lazim e. Tevgera azadiya kurd di dîroka şoreşa cîhanê de ev wecîzeya bi wate nivîsandiye: “Azadî ne piştî şoreşê, di nava şoreşê de hebûn û heqîqeta xwe îspat kiriye. *Hûn dikarin behsa destpêka nivîsandina wêjeyê bikin. Ya hûn arasteyî nivîsandina wêjeyê kir çi bû ? Ez ji 14 saliya xwe de dinivîsim. Ez hêj bi çûk bûm ji dayika xwe cuda bûm. Ez li îzmîrê fêrî nivîsandinê bûm. Min demek dirêj rojane nivîsand. Piştî kut ev li tekoşîna azadiyê bûm, rojaneyên min li gorî vê yekê bit eşe bûn. HALîL UYSAL, ÇIYA Min di gêrîllatiyê de jî rojane nivîsand. Hin caran nivîsandin dibe elimandinê ku mirov nikare dest jê berde. Di min de jî nivîsandin bûye hînbûnek. Min rojane piştî demekê wekî bîranîn nivîsand. Piştî demekê min nivîsand, lê ji ber ku min ne eciband min çiran û avêt. Ez nivîsandina çîrok û bîranînan bi temamî ji Halil Uysal fêr bûm. Ger ku ez îro çîrokên çiya dinivîsim û digînim xwînerê xwe keda Halil gelek mezin e. Pêvajoya herî zêde ez ketim nava wêjeyê di pêvajoya zindanê de pêş ket. Min li zindanê kêmasiyên xwe temam kir. Nivîsandin çalakiyek e. Yên me tev li vê çalakiyê dike jî redkirinên me yên xurt in. Min yên di dil û hişê xwe de li zindanê komî ser hev kir. * Li Zindanê nivîsandina têkoşînê hestek çawa ye? Zindan yek ji şaxê wêjeya şoreşê ye. Wêjeya zindanê û wêjeya çiyê wekî du çemên ku bê navber diherikin û li cihekî dibin yek e. Di wêjeya îro ya zindanê de piranî jiyan û çîrokên çiyê digire dest. Dîsa çavkanî çiya ye. Ji ber vê yekê di navbera çiya û zindanê de têkiliyek xurt heye. Ev rastî divê li ber çavan bê girtin. Lê divê em nokteyekê baş bibînin Em bi pênûsê dikarin rastiya xwe belav bikin. Di jiyana mirov de ger ku qada fîzîkî teng dibe, sînorên xeyalan mezin û fireh dibin. Hem erenî ye û hem neyînî ye. Aliyê erênî em dizanin nivîskar û fîlozofên mezin di zindanê de derketine holê. Di demên tecridê de em dizanin ku ev berhemên mezin derketine holê. Hêza raman û xeyalê wê demê pir xurt dibe. Lê aliyê neyînî ji her tiştî qut dibe û dibe biyaniyê rastiyan. Hin çaran em bi lehengê roman û çîrokê re dibin heval, lê em hevalê xwe yê tenişta xwe ji bîr dikin. GAVA EW DEM BÊ * Ji niha û şûnde berhemên we yên hûn difikirin binivisin ango çap bikin heye? Sala par 4 jê li Tirkiye û yek jê li Ewropa 5 berhemên min hatin weşandin. Ne daxwaz û bijarteya min bû ku hemû berhemên min li pey hev bên çapkirin. Lê wisa guncav hat ditin. Ez wisa bawerim ku Rojaneya Sîya dê cara duyemîn bê çapkirin. Berhemên min ê çîroka ermeniyan û sala 1915’an digire dest a bi navê “Neno” heye. Hevalên me amadekariya weşanê dikin. Li cem me soz wateya can e. Disa rojaneyên min ên min li amanosê girtibû dest nîvco gihiştin destê min. Ji 54 bîraninên wê demê 23 heban ji nûve di ber çavan re derbas dikim û nû dikim. Di demên dawî de ji ber pirsgirêka demê nivîsandina min ne di rojevê de ye. Dema wexta wê bê em dê dîsa binivîsin. * Heri tawî tiştekî tu bixwaze bêje heye? Di demek wisa girîng de ez slavên xwe ji hemû heval û hogirên xwe yên dilê min germ dikin û min tenê nahêlin re dişînim. Ez ji bo we jî, di xebatên we de serkeftin dixwazim. Spas dikim” Dicle Müftüoğlu - dihaber