Bi hunera çînî rengên neteweyan xêz dike 2017-06-14 09:37:54 AMED - Hunermenda karê çînî Yekbûn Yaş 12 sal in li Amedê hunera çînî li îcra dike. Di neqşên Yaşê de rengên gelek neteweyên li ser axa Mezopotamyayê hene û neqşên wê wekî mozaîka neteweya demokratîk e. Li Amedê Yekbûn Yaş, yek ji wan hunermenda ye ku hunera karê çînî û ango neqşandinê dike. Ev karê hunerî ji dema zarokatiyê ve bala Yaşê kişandiye û hêj dema zarok e li gundê Îmberan ê Sêrtê hemû pêlîstokên xwe ji heriyê çêdike û ew dibêje serpêhatiya vê hunera wê ji dema zarokatiya dest pê dike. Piştî ku Yaş li gel malbata xwe koçî Stenbolê dibe li Zanîngeha Uludagê beşa hunera çînî dixwîne û piştî di sala 2004’an de mezûn dibe, berî xwe dide Amedê û ev nêzî 12 salan e li Amedê atolyeya karê çînî bi rê ve dibe. Yaş gelek salan ku perwerdehiya karê çînî dide şagirtan û gelek kesan fêrî vî karî kiriye. Yaş dibêje ku hemû şagirtên wê ew kesên ku di salên 1990’an de ji gundên xwe koçberî bajêr bûne. Hunermend Yaş ku neqşan li ser tablo, guldank, plaket, sênî, teyfik û gelek aksesûran çêdike, gelek berhemên xwe dişîne derveyê welat û li hundirê welêt jî li gelek bajaran li ser daxwaza kirîgerê xwe belav dike. Ev karê hunerî yê çînî rastî eleqeyek baş a civakê tê û di nav hunera wê de rengên gelek neteweyên li ser axa Mezopotamyayê hene û neqşên wê wekî mozaîka neteweya demokratîk radixîne ber çavan. Yekbûn Yaş der barê karê xwe de axivî û behsa hunera xwe ya destan kir. Yaş di destpêkê de li ser dîroka hunera çînî rawestiya û got ku ev hunera çînî cara yekem li Çînê hatiye çêkirin û hunera çînî navê xwe ji Çînê digire. Yaş da zanîn ku dema berhemên çînî dihatin Kurdistanê li ser Îranê dihatin û ji ber vê yekê jî gelek berhemên çînî navê xwe ji farisî digirin. ‘EZ DÎROKA XAKA MEZOPOTAMYAYÊ NEQŞ DIKIM’ Yaş da zanîn ku wê li Amedê di sala 2014’an de bi vekirina atolyeyê dest bi karê xwe kiriye û gelek şagirtan fêrî vî karî kiriye û niha ew şagirtên wê karê çînî bi profesyonelî dikin. Yaş dest nîşan kir ku ew di karê çînî de ne karekî Osmanî xêz dike û got: “Ez hunerek ku li gorî xweza, çîrok û mîtolojiya welatê xwe çêdikim. Ez hemû çand û mîtolojiya gelên li ser xaka Mezopotamyayê jiyane dineqşînim. Ez motîfên ermenî, êzidiyan, kurdan û asuriyan jî çêdikim.” ‘NEQŞKIRINA NÎGARÊN ÇÎNÎ KÊFXWEŞÎ YE’ Yaş anî ziman ku ji tabloyan bigire heta tiştên malan dixemilînin li ser wan xêzê çînî çêdike. Yaş got ku ew reng bi reng neqşên xweşik çêdike. Yaş diyar kir ku gelek welatiyên li Amedê dijîn û ji derveyê Amedê tên serdana atolyeya wê eleqeyek baş nîşan didin û welatî li hemberî karek wiha ku motîfên heremî tên çêkirin kêfxweş dibin. Yaş got ku ew gelek berhemên dîrokî û qedîmiya Amedê jî li ser gelek tiştan neqş dike û bi neqşandinê nahêle ku motîfên Kurdistanî winda bibin. Yaş dest nîşan kir ku her xêzkirina nîgarek ji bo wê watedar e û di heman demê de xêzkirina her berhemekî divê çîrokek xwe jî hebe û beriya nîgarekê xêz bike çîroka wê hîn dibe. ‘ŞER NÎGAR Û DÎROKÊ TUNE DIKE’ Yaş da zanîn ku şerê li heremê bandorek neyînî li ser hunera wê dike û wiha domand: “Dema şer diqewime turîst jî nayên û welatiyên heremê jî zêde nagerin. Bi şer re derûniya mirov rehet nîn e. Ji ber şer min atolyeya xwe girt. Atolyeyek min di nav taxên hatin xerakirin de ma. Hefteyek berî niha ez çûm cihê atolyeyê lê min mêze kir ku tiştekî min li wir nemaye. Berhemên min dizî ne û hatine şikandin. Ew berhemên min bi zanebûn hatine windakirin. Wek berê ne ew dîrok û ne jî kenê mirovan û dengê mirovan li wir heye. Li wir dîrokeke qedîm hatiye tunekirin. Ev yek bandoreke neyînî li karê me dike.” Bîlal Guldem-dihaber