Stranên muxalif hêviya aştî û evînê dide 2016-12-14 09:22:52 STENBOL - Koma Muzîka Muxalif ku ji bajar, çand û rengên cuda hatine cem hev, bi stranên xwe reng û ruyê xwe diyar dikin. Endamên Komê diyar kirin ku stran ji wan re dibêjin çawa îro êş hebûn duh jî êş hebûn, çawa duh evîn û aramî hebû dê sibê jî evîn û aramî hebe. Koma Muzîkê ku ji kesên ziman, çand, war û nasnameyên wan cuda hatin cem hev û stranan dibêjin, bi zimanê kurdî, tirkî, romî û erebî stranan dibêjin û hewl didin hêvî û baweriya yekîtî, aramî û aştiyê bidin civakê. Her stranên komê xwedî çîrokên cuda ne. Di sala 2012'an de endamên komê Ezgî Hamzaçebi û Nurçin Îlerî hev nas kirin û biryar dan ku Koma Muhxalif ava bikin. Piştî Ezgî Hamzaçebî û Nurçîn Îlerî biryar dan komê ava bikin û piştî alav û amûrê mûzîkê stnedin di sala 2013'an de koma Muxalif a Muzîkê ava kirin. Solîsta Komê Nurçin İleri, tekildarî xebatên xwe anî ziman ku ew bêtir li gorî daxwazên guhdarên xwe lêhûr dibin û stranan dibêjin. Endamê Komê Sevda Hamzaçebî jî anî ziman ku di jiyan û ruhê her kesî de muzîk heye û wiha got: "Stran ne kare me yê esasî ye, lê di jiyana her kesî de muzîk heye. Stran û nameyên me her dem şifa û hevîyê belav dikin. Çawa ku îro êş hebûn berê jî êş hebûn, Çawa ku duh evîn, hevî û aramî hebû dê sibê jî evîn, hêvî û arami hebe. Em dixwazin bi van stranên xwe hemû kesî di bin baneyekî de kom bikin. Em dê di sala 2017'an de êdî bi xwe stranan çêkin. Endama Kome Sevda Hamzaçebi, jî anî ziman ku stranên wan hêvi, coş û kelecanê zêde dike û wiha got: "Heta niha me li herêma Kadikoy û Beyoglu stran gotin. Her kes dikarin konserê me li ser medya civakî û înternetê bişopînin.