Ji navendên çandê yên hatine girtin konsera piştevaniyê 2016-12-16 10:57:14 AMED - Konserên muzîkê yên ku saziyên çand û hunerê yên li Amedê hatin girtin organîze kirin hatin pêkanîn. Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê yên ku bi biryarnameya KHK'ê hatin girtin, li Salona Dawetê ya Newrozê ya Amedê bi sirûşmeya "Em Bi Hunera Şoreşgerî Sûrên Jiyanê Ava Dikin" konsera piştevaniyê li darxistin. Di konsera ji bo moral û piştevaniyê hat li darxistin de gelek welatî tevlî bûn. Konsera ku gelek kesan cilîn herêmî li xwe kiribûn, Hevserokên DBP'a bajar Zekî Baran û Ruken Akça, xebatkarên komelyan û gele muzik hez tevlî bûn. Di konsera ku staran bi yek dengî dihat gotin de hunermendên wekî Agît Zanyar, Azad Bedran, Berfîn Aktay, Dîlbîrîn Azîz, Farqîn, Jiyan, Rênas Pîro, Ehmed Jiyara, Şerzad, Maruf Alan derketin ser dikê. Her wiha gruba Govend jî hunerên xwe pêşkêş kirin.