Kardeş Turkuler amadekariya albuma nû dike 2016-12-18 09:05:06 STENBOL -Koma muzîkê Kardeş Turkuler piştî 4 salan dest bi amadekariya albumek nû dike. Di vê albume de yekem car strana bi zimanê Pontûsî cih digire. Koma muzîkê Kardeş Turkuler ku bi armanca pirziman û pirçandî ket rê û bi zimanê çerkezî, erebî, tirkî, ermenî, kurdî stranan distrê piştî 4 salan ji nû ve amadekariya albumek nû dike. Kardeş Turkuler, ji bo bahara pêş dest bi amadekariya albuma nû kir. Di vê albumê de yekem car straneke bi zimanê Pontusî cih digire. Solîstê Kardeş Turkulerê Vedat Yildirim anî ziman ku, li Tirkiyeyê di milê pozitif de hêza ku şevkê bide tune û ji ber vê yekê nikarin li gorî dixwazin bi afirînin. Yildirim anî ziman ku, piştî 4 salan armanc dikin ku di demsala biharê de albuma xwe bigînin destê guhdarên xwe. Yildirm anî ziman ku, wan ji bo albuma xwe ya nû gelek malzeme kom kiriye û wiha got: “Album ji du beşan pêk tê. Yek jê li ser beste û hunera ku heta niha me pêş xistibû. Ya din jî li ser geşedanên rojane ye. Em dixwazin pirzimaniyê bidin jiyîn. Her stranek xwedi reng û xweseriyekê ye. Em wan rengan tevan tînin cem hev. Em dixwazin bi israr di vê rêça xwe de berdewam bikin. Xebatên me bêtir li ser repertuara ziman e. Li welatê me gelek ziman hene. Lê lêkolîna wan û çêkirina stranên li ser wan gelek zahmet e. Di vê albuma nû de, dê bi zimanê çerkezî, erebî, tirkî, ermenî, kurdî, stran hebin. Dê yekem car di vê albumê de bi zimanê Pontûsî stran bên strîn.” Yildirim anî ziman ku, ew armanc dikin ku li her derê Tirkiyeyê konseran bidin. Her wiha Yildirim da zanîn ku, ji ber zextên li ser wan nikarin biçin her derê û nikarin biçin li her derê konseran bidin. Yildirim diyar kir ku, ji ber zagonên OHAL’ê bi hêsanî rastî astengi û bersîva neyînî tên û nikarin destûrê bitsinin. Yildirim herî dawî daxuyand ku, di rewşên wisa de ew bêtir dikarin xwe bi rêxistin bikin û dikarin bêtir xwe bi hêz bikin.