Bîranên xwe di ‘Welatê Şîn’ de kom kir 2016-12-24 12:01:43 AMED - Firat Can piştî li paytexta Sûriyeyê li Şamê di hucreyeke 2 metreyî de bi awayekî hovane tê îşkencekirin, bîranînên xwe yên wê demê piştî teslîmî Tirkiyeyê tê kirin, di bin navê pirtûka ‘Welatê Şîn’ (Mavî Ulke) de kom dike. Firat Can ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne, di sala 1982’yan de li gundê Şêxika ya navçeya Sasonê ya Êlihê hatiye dinê, dibistana seretayî û navîn li gund xwandiye. Piştî salên 80’yî bi malbata xwe re koçî navenda Êlihê kiriye û li vir lîse xwandiye. Bi zextên salên 90’î re dest ji xwandinê berdide û koçî Stenbolê dike. Can diyar dike ku dema wî dibistanê dixwand, li koşeyê lênûska xwe strana ‘Çawa tuyê herî, min li vir bihêlî’ nivîsiye, mamosteyê wî yê tirkî bi gotina, ‘Te qet sîleya Osmaniyan nexwariye?’ û bi vê gotinê re li wî dixe û aşkera dike ku ev lêdan bandoreke mezin li ser jiyana wî dike. Piştî Can koçî Stenbolê dike, zextên li ser gelê kurd bandorekê mezin li ser wî dike û demekî di nava xebatên ciwanan de cih digire û çend caran tê binçavkirin. Can aşkera dike ku ew û kekê xwe gelek caran bi gefên kuştinê yên JÎTEM’ê re rû bi rû dimînin. Piştî zextan tevli PKK’ê dibe, qasî 2 salan li Mexmûrê mamostetiya îngîlîzî dike. Di nîsana 2011’an de dema dixwaze ji Kobanê derbasî Qamişloyê bibe, ji hêla rejîma Sûriyeyê ve tê girtin 3 mehan li Şamê di hucreyeke 2 metreyî de tê îşkencekirin. Can aşkera dike ku rojê danekî bo xarinê savar didan wan û 3 dana ew îşkence dikirin û der barê nîvîsa pirtûkê de jî wiha diaxive: “Ev demên di hucreyê de wekî demên mirinê bûn û di vê demê de min ji xwe re got ez çima van bîranînan nenvîsim. Hucreyeke gelekî tarî bû û min tiliyên xwe jî nedidîtin û hucre tijê sipî bûn. Di wê demê de fikra nivîsandinê hat min.” Can destnîşan dike ku wî soz dabû xwe ku piştî ji wê çela mirinê derkeve dê pirtûkê binvîse û li ser vê dest bi nivîsandinê kirye. Pirtûka Can a bi navê ‘Welatê Şîn’ di sala 2015’an de ji Weşanên J&J hat çapkirin û wekî bîranîn-romnan bi xwendevanan re ye. Pirtûka Welatê Şîn yekem pirtûka Can e û Can pirtûka xwe ya bi navê ‘Umuda Ulke’ nû qedandiye. Meltem Oktay - dîhaber