Hunermend Tarî: Divê hunermend vegerin xwemaliya xwe 2016-12-25 09:00:47 STENBOL - Hunermend Xalit Tarî diyar kir ku, vegera xaka xwe ji bo hunera hunermend girîng e û dest nîşan kir ku, hunermend ji kevneşopiya xwe dûr ketine û wiha got: "Divê hunermend vegerin xwemaliya xwe." Hunermend Xalit Tarî yê di sala 1981'ê de li Gundê Esnelerê yê Qosera Mêrdînê ji dayik bû, ji ber şerê li herêmê di 1994'an de tevî malbata xwe ji neçarî koçî Stenbolê dikin. Tarî diyar dike ku, bandora wan kilamên bavê wî digot lê kiriye û ji ber vê wî bala xwe daye muzîkê û anî ziman ku, bandora xaka lê çêbûye jî li ser vê heye û got, li Stenbolê eleqeya wî ya ji bo muzîkê kêm bûye. Tarî ragihand ku, piştî ew 6 salan li Stenbolê dimînin, di sala 2000'î de vedigerin gundê xwe û diyar kir ku, piştî ew vegeriyana bêrîkirina wan î welat qediyaye û wî bêtir bala xwe daye muzîkê. ALBUMA WÎ YA EWIL 'SAR' Tarî dest nîşan kir ku, li gund he rçiqas pir derfetên hunerê tune bin jî, lê ew xwe kêfxwş hîs dike û diyar kir ku, di hunera wî de, li gel dnegbêjiyê bandora gelek hunermendên kurd heye û anî ziman ku, wî albuma xw eyîe wil di 2016'an de derxistiye. Tarî diyar dike ku albuma wî "Sar" xebateke 12 sala ye û anî ziman ku, muzîk û gotinên, stranên di albumê de aîdî wî ne û got, wî di albuma xwe de ji bo bîranîna Helbestkar Arjen Arî 2 helbest jî xwendine. Di albumê de qet bi navê "Sar"ê tu stranek tune ye û tarî sedema wê wiha diyar dike: "Di hemû stranên vê albumê de, di warê derûnî û hestan de sermahiyek heye. Ji ber vê, min navê "Sar" tercîh kir. Tarî dibêje wê bi stranên xwe yî 'Newal' û 'Xorto' behsa têkoşîna 40 salan a gelê kurd kiriye û wiha didomîne: "Bi 'Newal'ê re belkî ne bi çavê ciwanekî, lê min xwe bi çavê pîrekê pêkanînên li Kurdistanê vebêjim. Di ser metafora Xorto de jî min xwest hemû pêkanînên ciwanên kurd ên dijîn vebêjim, windahiyên wan, lehengiyên wek dîrokeke serîhildêr bidim der." ‘BILA VEGERIN XWEMALIYA XWE' Tarî balê kişand ser berpirsiyariyên dikevin ser milê hunermendên kur jî û domand: "Hunermend, ji ziman û kevneşopiya xwe dûr ketine. Di stranan de zimanê kurdî bi awayekî sembolîk tê bikaranîn. Divê em ji nifşên nû re, dewlemenî û xweşikahiya vî zimanî vebêjin. Divê di her qadên jiyanê de em xweşikayên vî zimanî derxînin holê û xwedî lê derkevin. Divê bi berhem û gotinên Celadet, Qedrîcan, Baba Tahir, Melayê Cizîr, Ehmedê Xanî, em dewlemndiyên kurdî ragihînin nifşên nû û kurdî bi wan bidin hezkirin. Divê vegerin xwemaliya xwe." Tarî diyar kir ku, divê hunermend ji zimanê populer dûr bikevin û vegerin zimanê pîr û kalên xwe. Tarî diyar kir ku, wî ji bo albuma xwe yî nû jî, ev 6 meh e dest bi xebatan kiriye û got, ew ê di nav 2 salan de albuma xwe duyemîn derxîne.