Çanda deqan êdî bi wêneyan tê parastin 2016-12-27 09:28:59 RIHA - Deqên ku bi huner û kedeke mezin wekî remz û sembol li ser dest û ruyên mirovan dihatin neqişandin, êdî rastî eleqeyê nayên. Ji bo çanda deqan winda nebe wênekêş Mûrat Yazar, hewl dide bi wêneyên dikişîne wan nemir bike. Çanda deqan, bi hezaran sal e li gelek parzemînên cîhanê, di serî de ji bo bedewbûnê, bi wateyên cuda cuda berwedewam dike. Di hin civakan de deq, ji bo parastina ji nexweşîn û giyanên nebaş tê çêkirin, di hin civakan de jî wekî nîşaneya xizanî yan jî feqîriyê tê dîtin. Ji bo jinan wek nîşaneya bedewbûnê, ji bo mêran jî wek nîşana hezê deq li laşan tê xêzkirin. Hin caran Deq, dibe nîşaneya koletiyê jî. Li Kurdistanê jî bi taybetî çanda deqê, di rastiya jinê de hîn pêşketî ye. Her çiqas piştî îslamiyetê deqçêkirin wek guneh bê dîtin jî bi taybet jin, civaka kurd dev ji vê çandê berneda ye û heta îro jî berdewam dike. Di serî de li bajarên wek Mêrdîn, Riha û Amedê li gelek bajarên Kurdistanê di serî de ji bo bedewbûnê, wekî îfadeya gelek tiştan deq li laşan tê neqişkirin. Şikle stêrkê, rojê, çûk, dar û gelek sembolan, di serî de li lêv, çeng, sing, alûşk, ling û tilî, li hemû laş tê deqandin. HER DEQEK ÇÎROKEK E Di deqan de her şikil xwedî wateyeke cuda ye. Mînak, di deqê de şikle çav ji nezerê diparêze, xezal ji bo jina zewacindî şans tîne, şikla rojê ku li ser dest tê çekirin, ji bo tenduristiyê ye, heyv ji bo xweşikbûnê, stêrk ji bo enerjiya erênî tê çêkirin. Li Rihayê, ku yek ji bajarên Kurdistanê ye çanda deqan zêde heye. Deqên ku berê zêde li ser rû û laşên mirovan dihatin neqişandin, êdî wekî berê nayên çêkirin. Fîgur û sembolên tên çêkirin jî ji çand û dîroka civakê dûr e. Wênekêşê rihayî Mûrat Yazar bi armanca vê çanda dîrokî nemir bike wêneyan dikişîne û dike arşîv. Wênekêş Yazar, têkildarî deqan anî ziman ku, ji ber deq di ola îslamê de guneh e, gelek kesên deq li ser bedena xwe neqişandine poşman bûne û ketine nava jêbirina van deqan. Yazar diyar kir ku, êdî wekî berê kes li ser bedena xwe deqan naneqişîne û wiha got: "Deqên hene jî tenê li ser bedena kal û pîran maye. Ev kal û pîr bimirin êdî dê bi wan re deq jî bimirin. Ez dixwazim bi wêneyan vê dîrokê nemir bikim û qeyd bikim." Yazar anî ziman ku, wêjeya li ser deqan bi devkî heta îro hatiye û wiha got: "Çanda deqan herî zêde li bajarên Kurdistanê yên wekî Riha û Mêrdînê heye. Ez ji Rihayê me. Deqên li ser rû, dest û bedena kal û pîran bala min kişand. Min dîroka wan mereq kir. Lê dîroka wan a nivîskî tune ye. Tenê hinek çîrokên wan ji kesên ku li ser laşê wan deq heyî fêr bûne. Dîroka wan heta hezaran salî diçe. Çanda baweriyên olên kevn e. Bi taybet di çand û baweriya zerdeştiyê û êzidîyan de tê dîtin. Lewma li ser laşê gelek kesan roj heye. Li ser laşê kesên çiyayî dûpişk yan jî mar heye ji bo ew lawir wan gez nekin. Yan jî ji bo serê wan neêşe xal çêkirine. Dîsa çîrokek ku di dema kevin de lêva jinek kole ji aliyê zilamekî ve hatiye gez kirin û reş bûye, piştî wê ji bo protestokirinê gelek jinan lêvên xwe reş kirine û ev jî yekem tevgera femînîst bi kar aniye." ÇÊKIRINA DEQAN Yazar tekildarî dîroka deqan wiha got: "Di temenê 10-15 salî de tên çêkirin. Bi taybet li ser laşê jinan tê çêkirin. Laş bi derzî tê kunkirin heta ku xwîn jê tê. Pişt re şîrê dayîka keçan û teniya agir tevlîhev dikin û li cihê ku xwîn jê tê didin. Şîrê dayîka zaroka keç tê wateya bereketê. Piştî ku teniya agir û şîr tevlî xwînê dibe, cihê birînî reng dide. Gelek kesên ku min wêneyê wan kişandin poşman in ku deq çêkirine. Hewil didin ku bi lîmona toz û şekir ji çermê xwe paqij bikin. Ji xwe îro wekî berê nayê çêkirin. Ez dixwazim bi wêneyan vê dîrokê nemir bikim û qeyd bikim." BÊTIR CIVAKÊ NAS DIKIM Yazar herî dawî wiha got: "Ez dîroka jiyana mirovan û şêweya jiyana wan fêr dibim. Civakê nas dikim. Ez naxwazim tenê tiştên tên jiyîn bibînim û bibim şahid, dixwazim wan qeyd bikim. Min di sala 2007'an de dest bi wênekişandinê kir. Ji bo ku kesek alîkariya min bike nebû, min bi xwe xwe pêş xist. Ez li Stenbolê bi wênekêşan re xebitîm. Di 2008'an de min li Parîsê û pişt re jî li Berlînê pêşangeh vekir. Yek ji mijarên pêşengeha min deq bûn. Ez ê pirtûka wêneyan a deqan çap bikim" Berîtan Îrlan-dîhaber