Albuma nû ya Seyda Perînçek 'KOLAN' derket 2017-01-01 09:23:32 STENBOL - Seyda Perînçek ê di albuma xwe yî nû "Çûkê Ser Dara" (KOLAN) de cih da Arîn Mîrxan, Sema Yuce û geşedanên li Rojavayê wiha got: "Ez hewl didim ku dernekevim derî terhê otantîk, kevneşopiyî." Seyda Perînçek ê bi strana 'Amara' yê derket pêş û paşê bi stranên xwe yî wek "Kanî Em Birê Hev Bûn", "Kobanê", "arîn Mîrxan", "Tu Wate Yî", "Îhsan Fettehiyan" bûyerên civakiyî da de, albuma wî ya nû "Çûkê Ser Dara" (KOLAN) ji Kom Muzîkê derket. Gotin û muzîka hemû stranên di albumê de aîdî wî ne. Dîsa di albuma xwe de, bi stranên xwe balê dikêşe ser şervana YPJ'ê Arîn Mîrxanê, Şoreşa Rojavayê. Perînçek der barê hûrguliyên albuma xwe agahî parvekirin. Perînçek diyar kir ku, piştî keda 7 salan wî albuma xwe temam kiriye û wiha got: "Me hewl da em dernekevin derî terha otantîk, kevneşopiyî. Hem bi keda û hewldana min û hem jî bi ya hevrêyê min, derhêner û aranjor Azîz Yîgît me ev pêşnûma temam kir." Perînçek got, wan hewl daye ew albuma xwe bigihînin Newroza 2017'an û wiha domand: "Me xwest bi germahiya Newrozê em vê albumê bigihînin gel, lê mixabin ji ber pêvajoyê me di zivistanê de derxist û xwe gihand gel." Perînçek wiha behsa xebata xwe kir: "Bi taybetî dixwazim bibêjim ku ez bi vê xebata xwe deyndarê şehîdên azadiyê me ku li dijî hêzên emperyalîst û dagirker têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Em ê tu carî Serhed, Xelîl, Delîla û Mîzgînan ji bîr nekin. Çimkî em bi saya wê bedêla wan îro bi zimanê xwe, rengê xwe huner û faaliyetên xwe yî hunerî dikin." ÇAVKANIYA STRANÊN WÎ GEL E Perînçek anî ziman ku, ji merhelaya studyoyê heta roja derketinê xebatên albumê 2 salan domiyaye û wiha axivî: "Sedema afirandina me yî vê berhemê êş, azar, mirin, travmayên ku gel dijîn û li dijî her cure pêkûtiyan bedêla dane bi xw eye. Ya ku derket holê jî encama van nirxên exlaqî û manewî ne. Ez bi hemû hilberînên xwe deyndarê wan egîdên pîroz im." Perînçek di strana xwe yî "KOLAN" a di heman demê de navê albumê bi xwe ye jî, şervana YPJ'ê Arîn Mîrxan û Sema Yuce ya di Newroza 1998'an de li girtîgehê agir berda bedena xwe bi bîr tîne û ji bo vê stranê wiha dibêje: "Dikarim wek çîroka gelê bi têkoşîna azadiyê ya jinê azad bû biwesfînim." ‘JÎNDARKIRINA WAN BERPIRSIYARÎ YE' Perînçek wiha bersiva pirsa çima Sema Yuce û ARîn Mîrxan dide: "Hevrê Arîn Mîrxan û Sema Yuce, di têkoşîna gelê li dijî tunekirinê têdikoşe, ew leheng in ku esaret û koletiyê bi bedana xwe mehkûm kirin. Bi romanekê, stranekê, şanoyekê tenê mirov nikare behsa wna bike. Jîndarkirina wan ji me re wek berpirsiyariyekê ye." Perînçek têkildarî strana "Rojavayê" jî wiha got: "Li Rojavayê DAIŞ'ê sûcê mirovahiyê kir. Li dijî wê zilma DAIŞ'ê nivîsandina ciwan û egîdên têdikoşin, bi çand û hunerê jîndrakirina wan kêiyekê be jî wijdanê min rihet dike." Sadiye Eser - dîhaber