Şopa dawî ya suryanan jî hate tunekirin 2016-11-14 09:05:25 RIHA – Li Rihayê ku hemû dêr veguherandin mizgeftê têkane dêra Rejî ya aydî suryanan bû jî kirin xizmeta Şaredariya AK Partiyê û Weqfa Diyanetê. Qartiya Edessayê ya ku Beriya Îsa di 303'an de li Rihayê hate avakirin li Anatolyayê bû yek ji kelehên yekem ên xiristiyaniyê jî. Edessa ango bi navê xwe yê îro Riha ne tenê ji bo misilmanan ji bo gelên pagan, olên beriya xiristiyaniyê û piştî Îsa jî ji bo xiristiyanên ku ji mezhebên cuda ne di warê olî de bû bajarekî girîng. Riha ya ku di warê çandî de gelek dewlemend e ev yek xwe li avahiyên li bajar û navçeyanhatine çêkirin jî nîşan dide. DÊR KIRIN MIZGEFT Li bajar û navçeyan gelek dêrên hatibûn çêkirin niha veguherandine mizgeftan. Dêra Firfirli ya lu taxa Kizilkoyunê niha bûye cihê îbadetê ya misilmanan û navê wî jî kirine mizgefta Firfirli. Dîsa li navenda Rihayê dêra Azîz John niha wekî mizgefta Selahattîn Eyyubî tê bikaranîn, dêra Meryem Ana jî li Balikligolê wekî mizgefta Halîl û Rahmanê tê bikaranîn. Dêra Kizil jî wekî Ulu Camî tê bikaranîn. Li bajar tekane dêra suryanan a Rejî (Dêra Asîs Petrus û Azîz Paulus) jî piştî ku navenda çandê hat restorekirin niha ji dewrî Şaredariya Eyyubiyeyê hatiye kirin. Çend beşên dêrê ji bo Şaredariya Eyyubiyeyê, beşek jî wekî Weqfa Fakulteya Îlahiyatê tê bikaranîn. Ji ber ku dêr ji bo bîranîna 2 hawariyên Îsa hatiye çêkirin navên lê kirine. Heta ku suryaniyên Rihayê di 1924'an de koçî Helebê kirin wekî dêr û dibistan hatiye bikaranîn. Li ser deriyê hundir kîtabeya bi zimanê suryaniyan hatiye nivîsandin heye. Dêr di 1924'an de jî dane Îdareya Tekelê û wekê kargeh hatiye bikaranîn. Piştre jî wekî cihê şerabê û depoya tiriyan hatiye bikaranîn. Ji ber ku bi zimanê firansî weteya tekelê Regie (Reji) ye wekî dêra Rejî hatiye binavkirin. Dêr di 1988'an de hatiye restorekirin, li baxçe û diwaran 7-8 kevirên goran ên li ser nivîsên bi zimanê suryanî hene jî îro li Muzeya Rihayê tên pêşandan.