Şêniyên 'Taxa Gawiran' yeko yeko winda dibin 2017-01-06 09:14:36 SEMSÛR - Ferîde Bektaş a bîranînên xwe yên "taxa Gawiran" a Semsûrê nivîsand got, bîr û baweriyên ku heta beriya şerê Kibrisê li taxê wek xwişk û bira bi hev re dijiyan yeko yeko winda bûn. Hemşîreya emekdar Ferîde Bektaş a Taxa Marayê (Taxa Gawiran), ku suryanî, ermenî, kurd, tirk, misilman, xirîstiyan, sunî û elewî di nav hev de lê dijiyan nivîsand, di pirtûka xwe yî bi navê "Gavûr Mahallesî Adiyaman" de vedibêje ku, piştî şerê Kibrisê yê 1974'an cîranên wan î xirîstiyan tirsiyane û taxê terkirine û bi vê terkirinê re raçînga taxê hêdî hêdî guheriye. Nivîskar Bektaş, berî navê "Gavûr Mahallesî" li pirtûka xwe bike, ji bo dilê cîranên wan î xirîstiyan nemîne bi awayekî fermî serî li Metropolîtîka Semsûrê daye. Her wiha li gel vê pirtûkê, bi navê "Bekleyîş" pirtûkeke helbestan, bi navê "Kod Adi Efsûn" pirtûkeke zarokan û "Geçmîş Olsûn Bîr Hemşîrenîn Anilari" pirtûkeke ku serdema 12'ê Îlonê vedibêje nivîsandiye û bi giştî 4 pirtûkên Bektaşê hene. TAXEKE KU RENG Û DENGÊN CUDA BI HEV RE DIJIYAN Dayika zarokekî Ferîde Bektaş a 57 salî diyar kir ku, dema navê Taxa Gawiran a Semsûrê tê gotin, ji 7'an heta 70 saliyan her kes taxê dinase û wiha got: "Dema dibêjin Taxa Marayê kes nas nake. Divê bêjin Taxa Gawiran. Ji bo çi jê re dibêjin Taxa Gawiran? Wek taxeke kozmopolît; suryanî, ermenî, nasranî bi piranî lê dijiyan. Ji ber bi piranî gelê xirîstiyan li derdora dêrê rûdiniştin, gel jê re digot Taxa Gawiran. Çimkî tax xwedî avahiyeke kozmopolît bû. Tercîhên wan cuda bûnan jî, lê heman tax bi hev re parve dikirin. Di warê terhên jiyanê, pêdivî, nirx û hwd. de wek xwişk û bira bûn, li hev dikirin." YEKTIYA BAWERIYAN Bektaş, sedema nivîsandina Taxa Gawiran wiha vedibêje: "Dema min dest bi nivîsandina vê pirtûkê kir, nexweşîna alzheîmerê ya diya min zaf giran nebûbû. Destpêka nexweşînê bû. Diya min tim behsa berê dikir. Li gel vê, her diçûm cem diya xwe û dihatim ew avahiyên xerabe, texrîbkirî yên li taxê te digot qey bi min re diaxivin. Hestek wisa xwe li min radipêça. Li vir gelek qewimîn hene. Li ser vegotinên diya xwe min xwest wan di tahma romanekê de binivîsînim." DI ŞÎN Û ŞAHIYAN DE LI GEL HEV BÛN Bektaş diyar kir ku, li Taxa Gawiran di navbera bîr û baweriyan de têkiliyên baş û xweş hebûn û dest nîşan kir ku, hin mirov ji ber ne ji taxa wan bûn, bi awayekî nebaş nêzî xirîstiyanan dibûn. Bektaş balê kişand ser guherîna Taxa Gawiran a berî 1974 û piştî wê û wiha got: "Em ferz bikin cenazeyekî wan heye, heta ew cenaze bibiranan goristanê hemû misilman tevlî konvoyê dibûn û diçûn goristanê. Di vegerê de ji bo şînê diçûn mala wan. Ew jî dihatin şîn û şahiyên me. Em wek ên civakekê bi hev re dijiyan." BI KIBRISÊ RE HER TIŞT GUHERÎ Bektaş anî ziman ku, beriya bûyerên Kibrisê her tişte xweş bû, lê piştî bûyeran her tişt guherî û wiha domand: "Bi taybetî di sînemayan de beriya fîlman, bûyerên li Kibrisê bi awayekî kurt nîşan didan. Piştî derketinê hin kes jê rasterast berê xwe didan dêrê û bi keviran êrîşî wê dikirin. Tekelê wesayîtên wan diteqandin. Li zarokên wan dixistin. Gelek jê dîtin nabe, bêyî agahiyê bidin der û cînarên xwe nîvê şevê bar kirin û çûn. Li taxê wê avahiya kozmopolît, cimbişa rengan, ew mozaîk winda bû. Ew piştevanî, nirx qediyan. Niha tenê li taxê dêr heye. Ji yên berê ji bilî çend malan kes nemaye li taxê. Bihatina ji gundan û taxên derdorê re, raçînga taxê bi temamî guherî. Ji wê bedewî û taybetmendiya wê yî berê tu tiş nema." Haci Yûsûf Topaloglû - dîhaber