Gundê xwe yî bi darê zorê jê hat koçandin bi tûvalê da der 2017-01-06 09:19:51 ÊLIH - Wênesaz Ramazan Îlter got, wêneçêkirin hezeke ku ji zarokatiyê lê peyd bûye û wiha got: "Wêneyê min ewil xêz kir, wêneyê gundê me yê bi darê zorê jê hatim koçandin, Çattepê bû. Min ev wêne jî diyarî bavê xwe yê her bi hesreta gund bû kir." Di serdema piraniya gundan dihatin şewitandin û valakirin de, Ramazan Îlter û malbata xwe jî ji aliyê leşkeran ve ji Gundê Çattepê yê girêdayî Misirca Sêrtê, di 1995'an de bi darê zorê tên derxistin û li Êlihê bi cih dibin. Dema tên Êlihê, Ramazan Îlter wê xeyala xwe yî zarokatiyê ya wêneçêkirin bi çûyîna qursekê pêk tîne. Îlter ê travma, êş û azarên ji zarokatiyê ve di bi wêneyan xêz dike wiha dibêje: "Bila mirov li koka xwe, li xwe xwedî derkevin. Divê bibêje ji ku hatim ez ê biçim kuderê, divê qethiyan koka xwe winda neke. Divê zîndekirina çand û jiyana kurdî ji bîr neke, ji xwe çanda me zaf dewlemend e, divê em berê xwe nedin hin aliyên din." ‘XÊZKIRINA WÊNEYAN JI ZAROKATIYÊ TÊ' Îlter diyar kir ku, meyla wî ya wêneyan ji zarokatiyê ve tê û wiha vegot: "Min di tabloya xwe yî ewilîn de, gundê xwe yî em bi darê zorê jê hatin koçandin, yê min lê ciwantiya xwe nejiya xêz kir. Dema bavê min tablo dît zaf hestiyar bû. Dest bi vegotina cihên li gund kir. Xêzkirinên wêne nîşan dida û digot, 'Mala me li vir bû, li vir ev tişt qewimî.' Yanî yeko yeko bîranîn vegotin. Min jî wê tabloya xwe yî ewil diyarî bavê xwe yê her bi hesreta gund bû kir. Ew jî heta mir her li wî wêneyî nihêrî." ‘DI JIYANA GUND DE JIYANEKE KOMUNAL Û HEZKIRIN HEYE' Îlter balê kişand ser jiyana gund ya hezkirin, hevgirtin û komunalî û wiha diyar kir: "Di jiyana bajar de jî mirov ji vana dûr dikevin. Dema ji jiyana bajêr aciz dibim, wêneyan çêdikim. Wêne jiyan e û dema çêdikim êşên xwe ji bîr dikim. Dema xebateke serkeftî çêdikim, ev ji bo min dibe cihê moralekî baş. Di xêzkirinên min de bandora heza welat, heza axê zêde ye." ‘SEFARÊN SURYANÎ DIHATIN GUNDÊ ME' Îlter ê di rewşeke xwe yî ku di zarokatiyê de rastî wê hatibû û piştî salan xêz kir wiha vegot: "Ev wêne jî ji dema zarokatiyê maye. Dema zarok bûm, ji hêla Mêrdînê sefarên suryanî dihatin gundê me. Sefarên di biharê de dihatin, li ber agirê êzingan quşxane û sîtilên me yî reşbûyî ên ji sefarê paqij dikirin. Ev wêneyê min çêkiriye, salê carekê dibû. Dema biçûk bûm di bîra min de maye." ‘HÊVÎDARIM EZ Ê PÊŞANGEHEKÊ VEKIM' Îlter anî ziman ku, dema ew wêneyan çêdike bi tenê dimîne û ev ji vê rewşê hez dike û diyar kir ku, dema mirov tenê bimîne li gelek tiştan difikire. Îlter got, heta niha wî li ser navê xwe pêşangeh venekirine û anî ziman ku, ew hêvî dike ku di demeke nêz de pêşangehekê vebike. Îlter anî ziman ku, pêkanînên di demên dawî de bandoreke payîzî li ser kiriye û wiha behsa wêneyekê ku xêz kiriye kir: "Min hewl da gundekî rûxandî xêz bikim. Min ew gund wek Laleşê nîşan da. Payîzeke bihuzn bi ser xwemaliya jina kurd de hatiye. Min bi sekn, cudahî û kincên wê îdealîze kir. Jina kurd her tiştî heq dike. Hem fidakar e, hem dayik e, hem jî li hemû qadên jiyanê pêşeng e." ‘EM LI SER KOKA XWE HÊŞÎN BIBIN' Îlter dest nîşan kir ku, divê mirov xwedî li koka xwe derkeve û wiha axivî: "Bila mirov li koka xwe, li xwe xwedî derkevin. Divê bibêje ji ku hatim ez ê biçim kuderê, divê qethiyan koka xwe winda neke. Divê zîndekirina çand û jiyana kurdî ji bîr neke, ji xwe çanda me zaf dewlemend e, divê em berê xwe nedin hin aliyên din. Em çawa li ser koka xwe hêşîn bûn, divê em destûrê nedin kes dest bide genetîka me. Em li ser koka xwe her hêşîn bibin."