Zarok bi xêzkêşanên xwe balê dikşînin 2016-11-14 09:08:36 WAN – YAKA-KOOP a ku ji bo balê bikşîne ser zewaca di temenên biçûk de 3 meh in li dibistanan bi navê “Min digot qey lîstik e, lê rast derket” pêşbirka wêneyan li dar dixe û bi xêzkêşanên zarokan dixwaze balê bikşîne. Kooperatîfa Jin Hawirdor Çand û Karsazî ya Wanê (YAKA-KOOP) ji bo balê bikşîne ser zewaca di temenên biçûk de, ev 3 meh e li dibistanan pêşbirka wêneyan li dar dixe. YAKA-KOOP’a ku berê li kuaforên Wanê bi xebateke cuda ya bi navê “Li vê kargehê pora bûkên ji 18’an biçûktir nayê çêkirin” tevgeriya bû, niha jî li dibistanên seretayî bi xêzkirina wêneyên xwendekaran dixwaze bi xebata xwe yî “Min digot qey lîstik e, lê rast derket” heman hestiyariyê çêbike. DÊ ZAROK BI WÊNEYAN BALÊ BIKIŞÎNIN' Der barê pêşnûmaya “Min digot qey lîstik e, lê rast derket” ya ku bi taybetî li dibistanên taxên hawirdorê yên bajêr hat destpêkirin endama YAKA-KOOP’ê Gulmay Gumuşhan agahî dan û got, ji bilî pêşbikra wêneyan, xebatên wan ê têkildarî jinan jî didomin. Gumuşhan wiha axivî: “Li gel domandina kampanyayên xwe, em xebatên xwe tevî Gerînendetiyên Tenduristiya Gel û Perwerdehiya Mîlî ya Bajêr dikin. Bi pêşnûmaya ‘min digot qey lîstik e, lê rast derket’ jî, em dixwazin bi xêzkêşanên zarokan balê bikşînin ser zewaca di temenên biçûk de.” DÊ XÊZKÊŞAN LI KUÇEYÊN BAJÊR BIN Gumuşhan anî ziman ku, wêneyên ku dê bên hilbijartin wê ji 3 merhealeyan pêk bên û wiha domand: “A rast em kesê/a yekemîn nahilbijêrin. Çimkî hemû zarok li ber dilê me yekemîn in. Dê 12 wêneyên hatine hilbijartin, bên niraxandin û piştî di salnameya 2017’an de cih bigirin, wê li bîlbordan bên bicihkirin û bi giştî 10 rojan li gelek deverên bajêr bên nîşandan.” Her wiha Gumuşhan anî ziman ku, dê afîş li muxtarên taxan, li malên şînê yên gundan û li eywanên kuaforan jî bên daliqandin.