Li Çukurovayê Fuara Pirtûkan hat vekirin 2017-01-07 14:56:27 EDENE - Li Çukurovayê Fuara Pirtûkan ji pirtûkhezaran re hat vekirin. Fuar ku îsal sala 10’emîn tê vekirin dê 9 rojan ji bo pirtûkhezan vekirî be. Li Edeneyê ji aliyê TUYAP Fuar A.Ş. ve bi şirîkiya Yeketiya Weşanên Tirkiyeyê 10’emîn Fuara Pirtûkan a Çukurovayê deriyên xwe ji pirtûkhezan re vekir. Serokê Yeketiya Weşanên Tirkiyeyê Metîn Celasl Zeyînoglu ku di vekirina fuarê de axivî diyar kir ku ew li bendê bûn ku di sala 2016’an de ji ber şer û pevçûnan hêjmara pirtûkan kêm bibe lê bi wayekî matmayî ji sedî 7.4 zêde bûye. Zeyînoglu da zanîn her sal ji sedî 5-1o hêjmara pirtûkan zêde dibe û bandora fuara pirtûkanli ser vê zêdebûnê heye. Serokê Lijneya Şêwirmendiya Fuara Çandê Dogan Hizan anî ziman ku karê çandê ji malê destpê dike, li dibistanê didome û wiha axivî: “Bi fuarên pirtûkan ên ku dihêlin pirtûk bigihijin malan, xwedî derketina bajar a li pirtûkan gelek girînge. Ez dixwazim behsa aliyek din ê çanda fuarê bikim. Kesên ku tên vir, kesên ku pirtûkan dixwînin mirovan nakujin. Dê pirtûk me hemûyan rizgar bikin. Ez ji vê bi bawerim.” Di çarçoveya fuara ku dê 9 rojan berdewam bike de, 70 çalakiyên ku ji panel û gotubêjan pêk tê dê bên lidarxistin û dê 300 nivîskar tevlî bibin.