‘Armanca qeyûman ji holê rakirina hunerê ye’ 2017-01-11 08:18:04 AMED - Nivîskar-sînemager Îlham Bakir diyar kir ku karê yekemîn ên qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin girtina qadên, çand, huner, ziman, jinan e û wiha got: “Polîtîkaya girtina sazî û ji kar derxistina hunermendan tê meşandin. Armanca qeyûman ji holê rakirina hunerê ye.” Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ji 11’ê Îlona 2016’an ve qeyûm tayînî 56 şaredariyên DBP’ê hatin kirin. Qeyûmên li şaredariyên DBP’ê de bi kar dikin xebatên çand, huner, jin û ziman asteng dikin, sazî hatin girtin û karker ji kar hatin derxistin. Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 31 hunermendên di Şanoya Bajar de dixebitin ji kar hatin derxistin, li şaredariya Êlihê Midûryeta Şanoya Bajar ku ev 3 sal bûn kar dikir bêyî hincetek bê nîşandan hat feskirin, dawî li gelek xebatên hunerî hatin anîn, tabeleya kurdî hat rakirin, xirakirina abîdeya Roboskê, rakirina peykerê şêrê ê serî wî mirov bû ya li ber şaredariya Amedê û xebatên ziman dana rawestandin bûn karên destpêkê yên qeyûmên hatine tayînkirin. Nivîskar-sînemager Îlhan Bakir bertek nîşanî qeyûmên ku xebatên çand, huner û ziman kirine hedefa da û diyar kir ku dixwazin hafizeya çand û hunerê ya kurdan tune bikin. 'ARMANC RAWESTANDINA XEBATÊN ÇANDÎ NE’ Bakir, da zanîn ku dema qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin tu tişt kirin armanc û wiha got: “Ya yekemîn çavkaniyên şaredariyê pêşkêşî xizmên xwe kirin û zêdekirina sermayeyê bû ya duyemîn jî, qeyûm ji bo jiyana nû ya kurdan avakiriye û çanda wan asteng bikin tayînî şaredariyên stratejîk hatin kirin û hewldana ji holê rakirina vê bingehê ye. Ger bê dîqatkirin dema qeyûm hatin şaredariyan xebatên bingehîn ên wekî komkirina çopê ne sekinand. Lê çiqas xebatên ji bo çand û hunerê hene hemû dan sekinandin. Sînemager, şanoger, xebatên ziman û xebat3en muzîkî bi sedan astengiyan re rû bi rû man û ji kar hatine derxistin an jî hatin sekinandin.” Bakir, bi lêv kir ku bi rakirina abîdeya Roboskê dixwazin qetlîamê bidin ji bîrkirin û wiha pêde çû: “Beriya niha jî êrîşên li ser ziman û çanda kurdan hebûn. Herî zêde polîtîkayên înkar û redê hat bikaranîn. Niha jî polîtîkayek zirav a zextan heye. Armanca bingehîn a vê pêvajoyê ewe ku dixwazin bi şêweyê şerê zirav, xebatên di qada çand, ziman, huner, jin û zarokan de ji holê rakin. Îro bi vê polîtîkayên giran jî nikarin bêjin ‘em li dijî kurdanin û wan qebûl nakin’. Kurdên li dijî vê îtaat dikin, li ser kurdên ketîne dixwazin hebûna xwe bidomînin. Lê ji bo kurdên li ber xwe didin îmha bikin hemû riyan bikartînin. Sedama bingehîn a tayînkirina qeyûman, ji holê rakirina nirxên çand û hunerî ne. Tişta ku hunermend bike li dijî vê berxwedane.” 'TIŞTÊN HATIN SERÊ MIN JI BER KURDÎ BÛN’ Bakir, anî ziman ku beriya niha jî êrîşên dewletê yên li dijî çand û hunera kurdan hebûn û wiha domand: “Dixwazin ziman û rengên kurdewarî û hemû tiştên girêdayî çandê ji holê rakin. Îro baş hatine fêmkirin ku nikarin kurdan tune bikin. Min berê derbarê deqan de belgeselek çekiribû, naveroka wê polîtîk jî nebû lê tiştek neme ne hat serê min. Sebebê tiştên hatine serê min ne belgesel bû, ji ber zimanê wê kurdî bû û nîşandana çanda kurdî bû. Qadên rojnamegerî û hunermendiyê qadên herî zêde dixwazin bên îmhakirinin. Dibin van zext, êş û pêkanînên dijmirovî de divê hunermend bi sekin û gotinên xw eji vê re bêje êdî bese. Divê wekî gotinê çalakiya hunermend jî hebe. Ji bo vê divê hunermend bi gotin, sekin û çalakiya xwe bibe yek”