Bi şêwazeke ‘dengbêjesk’ pirtûkan dinivîse 2017-01-12 09:40:47 AMED - Nivîskar Abdurrahman Bedir ê ku ji Geliyê Zîlan e bi salane li ser wêje û zimanê kurdî dixebite. Bedir bi şêwazek ango sitîlek “dengbêjesk” ku 'yekem car ji aliyê wî ve' li wêjeya kurdî hatiye zêdekirin, pirtûkan dinivîsîne. Bedir niha jî bi şêwaza “dengbêjesk” pirtûkek bi navê “Warê Firaran” li ser komkujiya Geliyê Zîlan amede dike. Nivîskarê kurd Abdurrahman Bedir ku demek dirêj di girtîgehê de ma, nêzî 16 salin li ser helbest, roman, çîrok û wêneyan dixebite yekem car pirtûkek kurdî ya helbestan a bi navê “Xemzêm” derxist. Bedîr ê ku ji Geliyê Zîlana Erdîşa Wanê ye, helbest û romanên xwe bi awayek ku dê nû di wêjeya kurdî de bê bikaranîn bi şêwaza “dengbêjesk” pirtûkên xwe dinivîsîne. Bedîr ê ku bi êşa komkujiya Geliyê Zîlan mezin bûye, niha jî pirtûkek bi navê “Warê Firaran” bi şêwaza “Denbêjeskê” birîna Geliyê Zîlan ku bibîr bixe dinivîsîne. “Warê Firaran” di heman demê de yek ji helbesteka ku di pirtûka “Xemzêm” de nivîsandiye ye. Bedir piştî ku helbesta “Warê Firaran” dinivîsîne vê carê jî dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Warê Firaran” a roman kir. Di vê pirtûkê de bi hemû awayî êş, keder û birîna ne kewandî ya Geliyê Zîlan tê bibîr xistin û nemaze jî di romanê de li ser koçberiya Geliyê Zîlan disekine. Dê ev pirtûk heta çend mehan bigîhîje ber destên xwîneran. GELIYÊ ZÎLAN BI ‘WARÊ FIRARAN’ TÎNE ZIMAN Nivîskar Bedir têkildarî xebatên xwe yên wêjeya kurdî û pirtûk nivîsandinê ji dîhaberê re axivî. Bedir destnîna kir ku têgeha “Warê Firaran” peyvek qedîm ya kurdî ku hatiye ji bîr kirin e wiha got: “Warê Firaran” jî peyvek tê wateya koçberiyê." Bedir da zanîn ku ew bi têgeha “Warê Firaran” dixwaze koçberiya welatiyên Geliyê Zîlan ku ji komkujiyê direvin bîne ziman û got ku ew bi sernavê têgeha “Warê firaran” qala Geliyê Zîlan dike. Bedir diyar kir ku komkujiya Geliyê Zîlan bandorek mezin li ser derûniya wî kiriye û wî demek dirêj komkujiya Geliyê Zîlan ji şahid an go pîrên ji komkujiyê rizgar bûne guhdar kiriye. ‘DENGBÊJESK DI WÊJEYA KURDÎ DE YEKEM E’ Bedir da zanîn ku şêwaza “dengbêjesk” di wêjeya kurdî de dê yekem car bê bikaranîn û got ku ew bi romanê dixwaze çanda kurdan û komkujiya Geliyê Zîlan di bîra mirovan de zindî bike. Bedir destnîşan kir ku ew helbest û romanên xwe ne bi sitîla Ewropî çêdike û ew dixwaze bi şêwaza çanda denbêjiyê binivîsine. Bedir anî ziman ku sitîla “dengbêjesk” ji aliyê wî ve li wêjeya kurdî hatiye zêdekirin û hemû xebatên wî di çarçoveya “dengbêjesk” a kurdî de dide meşandin. ‘EZ ÊŞA GELIYÊ ZÎLAN BIBÎR DIXIM’ Bedir destnîşan kir ku ew behsa çi jî bike lê rastî trajedî û komkujiyên dîrokî yên li ser kurdan tê û divê her tim bûyerên dîrokî qala wan bê kirin û di hemû çanda kurdan de jî xem heye. Bedir diyar kir ku li Kurdistanê ji bilî xemê tu tiştek nîne û wiha got: “Di hemû stran, klam, çîrok û romanên kurdan de her tim xemgînî hebûye û tu carî kêf tune bûye. Mirov nikare bi çand û wêjeya kurdan şa bibe. Eger em şa bibin jî lê şabûnek derewker e. Ez di vê pirtûkê de bal dikişinim ser komkujî û bêkes buna Geliyê Zîlan. Li Geliyê Zîlan ji çiyayan bigire heta xalîçe û nebatên wê şîn girêdaye û di nav şînê de ye. Her tişt li wir birîndar maye.” ABDURRAHMAN BEDÎR KÎ YE? Abdurrahman Bedir li Geliyê Zîlan a girêdayî Erdîşa Wanê di sala 1981’an de hatiye dine. Bedir di temenek ciwan de dest bi xebatan dike, tê girtin û li girtîgeha Mûşê dimîne. Li wir li ser ziman dixebite, dinivîse, piştî tê berdan diçe Zanîngeha Stenbolê û li wir beşa derûnînasî dixwîne. Di dema raperîna Kobanî de dîsa tê girtin. Niha ew li Amedê dijî û li ser wêjeya kurdî xebatê xwe dide meşandin. Wî di sala 2014'an de pirtûkek bi tirkî nivîsandiye û niha bi kurdî li pêşberî xwendevanan e. Pirtûka wî ya "Xemzêm" yekem pirtûka wî ya bi kurdî ye. Bedir niha jî pirtûka bi navê “Warê Firaran” bi sitîla “dengbêjesk” ji xwendevanên xwere amade dike. Bîlal Guldem - dîhaber