Ji ber zêdebûna polîsan kes naçe fuara pirtûkan 2017-01-15 09:04:34 ENENE - Li Fuara Pirtûkan a Çukurova ji ber zêdebûna ewlehiyê û polîsan xwîner naçin fuarê. Nivîskar Nevin Berktaş, diyar kir ku ev rêbaza ewlehiya zêde bêtir gel û xwîneran bêzar dike û keç nayê fuarê. Fuargeriya TUYAP'a Edeneyê, bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiye di 7'ê Çile de 10'emîn Fuara Pirtukan a Çukurova vekiriye û xistiye xizmeta pirtûkhez û xwineran. Li gel hefteyek derbas bû fuara pirtûkan zêre rastî eleqeyek germ nayê. Li qada fuarê bi hinceta OHAL û êrîşên bombeyî polîsan ewlehiyek gelek mezin stendine û li her derê polîs hene. Ji ber zêdebûna polîsan zêde xwîner neçin fûarê. Nivîskarê Weşanxaneya Selê Hamit Erdem, diyar kir ku hemû weşanxaneyên beşdarî fûkarê bûne hêj mesrefên xwe dernexistine û eleqe tune. Erdem, ani ziman ku ji ber tedbirên zêde welati bi fikar tên fuarê û ev yek bandorê li ser eleqeya li hemberî pirtûkan dike." Nivîskar Nevin Berktaş jî anî ziman ku ji ber zêdebûna ewlehiye kes eleqeyê nîşanî fuara pirtûkan nade û wiha got: "Gelek mirov ji ber tirsê nayên fuarê. Yên tên jî bi tirsok tên."