Ji Şanoya Agonê 3 lîstikên nû 2017-01-18 09:21:04 MÊRSÎN - Şanoya Agonê îsal piştî pêşandana lîstika bi navê 444, dê 3 lîstikên din jî bide nîşandan. Ji endamên Şanoya Agonê Mustafa Çavuş anî ziman ku, amadekariyên lîstikên bi navê Kopekler, Hiç Kimsenin Oykusu û Tek Kişilik Cinayet bi dawî bûne û got, ew di lîstikên xwe de hêlên pergalê yên çelexwarî rexne dikin. Şanoya Agonê ya ji 2011'an ve li Mêrsînê bi awayekî çalak fealiyetên xwe dimeşîne, hefta çûyîn lîstika bi navê 444 a pergala navenda bangawaziyê vedibêje da nîşandan û piştî vê lîstikê dê 3 lîstikên din jî bide nîşandan. Ji endamên Şanoya Agonê Mustafa Çavuş anî ziman ku, ji bo sala 2017'an amadekariyên lîstikên wan ên bi navê Kopekler (Kûçik), Hiç Kimsenin Oykusu (Ne Çîroka Tu Kesî) û Tek Kişilik Cinayet (Cinayeta Yekesî) bi dawî bûne û diyar kir ku, a rast Şanoya Agonê di sala 2001'ê de hatiye avakirin û wiha domand: "Em çend salan bi komekê re xebitîn. Lê belê, koma em pê re dixebitîn, bêtir bi mebesteke bazirganî lîstik didan nîşandan. Ji ber vê yekê, tişta dixwazî vebêjî nikarî vebêjî. Dema armanca bazirganiyî li pêş be, di her tişta tu evdibêjî sînorek heye. Halbûkî em di hunerê de behsa azadiyê dikin. Dibêjî divê azad be, gerdûnî be, sînoreke vî karî tune ye, vegotin esas e, lê belê tu nikarî vê bikî. Li ser vê me ev ava kir. Lê belê, heta wê demê me li gelek cihan xebatên xwe meşandin. Piştî 2005'an şiklekî sazîbûyînê wergirt û di sala 2011'an de jî tam bi awayekî sazîbûniyî tevgeriya." Çavuş anî ziman ku her ku wan têkilî û pêwendî danîn, girseya wan xurt bûye û wiha got: "Kesên nû tevlî bûn. Agon jî wiha ava bû. Di nav Agonê de sazî hene. Di nav her saziyê de beşên cuda cud ahene. Saziyeke ku ji çend kesan pêk tê û lîstikan diyar dike heye. Ji xwe Agon ne saziyeke ku aîdî kesekî/ê tenê ye. Ev der civateke şanoyê ya kolektîf e." 4 LÎSTIKÊN CUDA Çavuş anî ziman ku, Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê îsal 21 lîstikên şanoyê dane nîşandan, ji van lîstikan 4 jê aîdî Agonê ne û got, ji van lîstikan wan lîstika 444 wan nîşan daye û dê di rojên pêş de jî lîstikên bi navê Kopekler, Hiç Kimsenin Oykusu û Tek Kişilik Cinayet bidin nîşandan. 'KÛÇIK' Çavuş diyar kir ku, di lîstika Kopeklerê de kesê hêz di dest de ye dê hêzê çawa bi kar bîne vedibêje û wiha got: "Ne girîng e di dest kê de ye. Têkildarî xwezaya mirova ye. A rast hem balê dikişîne paşerojê hem jî îro." 'NE ÇÎROKA TU KESÎ' Çavuş dest nîşan kir ku, ew di lîstika Ne Çîroka Tu Kesî de balê dikşînin noqteyek mirovahiyî û wiha got: "Dema du leşkerên dijmin ji şer vedigerin, di heman kompartimanê de rastî hev tên û diyar dibe ku hevdu nasnakin. Lê piştî çend sohbetan hevdu nas dikin û bi kîn û nefretê nêzî hev dibin. Di ser vê re a rast em vedibêjin ku, yên dijminahiyê diafirîne mirov bi xwe ye." 'CINAYETA YEKESÎ' Çavuş ragihand ku, di lîstika Cinayeta Yekesî de li dor lîstikeke ku mirov karekterên di hundurê xwe de kuştiye diçe û tê û wiha got: "Di navbera kesê ku civakê tesîr lê kiriye û kesê ku dixwaze bibe kes de pêwendiyê datîne. Û a rast kes fêm dike ku ew xwe li gor civakê dîzayn dike û ji ber vê xwe kuştiye. Bi kurtûkurmancî ya vedibêje ew e ku, me xwemaliya xwe winda kiriye, nabin xwe."