Dê perde ji bo 'Jinê' bê vekirin! 2017-01-18 09:23:29 STENBOL - Koma Şanoyê ya Uç Noktayê bi lîstika xwe ya bi navê "Jinê" balê dikêşe ser cinayetên jinan. Koma Şanoyê ya Uç Noktayê, ji bo balê bikêşe ser cinayetên jinan ên di demên dawî de her diçe zêde dibin, madekariyên pêşandana lîstika bi navê "Kadin"ê (Jin) dike. Dê kom, di 31'ê Çileyê de li Sahneya Karga ya Kadikoyê lîstikê bide nîşandan. Lîstik tiştên ku hatine serê jina bi navê Yeşimê kiriye mijar û di ser vê karekterê re dubare di civakê de cihê jinê dide der. Karektera Yeşim li hemberî mijarên wek; bi kê re dijî, saet di çendan de hatiye malê, di çendan de derketiye û kî hatine malê û hwd. bi tena serê xwe têdikoşe. Di lîstika "Kadin" a 7 kesiyî ku senaryoya wê ji aliyê Dilan Ayata ve hatiye nivîsandin de, Ezgi Ozfen (23), karektera Yeşimê dilîze. Ozfen a ji 14 saliya xwe ve bi şanoyê re eleqedar dibe diyar kir ku, dê her kes xwe di lîstikê de bibîne û wiha got: "Heta niha wek vê lîstikê tu lîstik li dilê min rûneniştibû." Gorkem Aydin (23) ê ku dê di lîstikê de karekterê bi navê Emre bilîze jî got, ew ji dema xwe ya lîseyê ve bi şanoyê re eleqedar dibe û ev 2 salê wan Koma Şanoyê ya Uç Noktayê ava kiriye. Aydin wiha behsa lîstikê kir: "Mixabin li welatê me cinayetên jinan zaf zêde ne. Me xwest em bi vê lîstikê balê bikêşin ser pirsgirêkên civakiyî." Elmir Qasimov ê 3 sal berê ji bo zanîngehê bixwîne hat Tirkiyeyê, perwerdehiya lîstikvaniyê dîtiye. Qasimov ê paşê daxilî Koma Uç Noktayê bû wiha got: "Dê ev lîstik li hemberî rewşên ku tim li dijî jinê xwe didin der vebêje."