Li Amedê şevbuhêrka dengbêjan: Çîroka Reşîd Axa 2017-01-18 21:28:01 AMED - Li Amedê bi pêşengiya koma Şanoya Şibakê, şevbuhêrka dengbêjan hat lidarxistin. Di şevbuhêrkê de dengbej Mizaferê Celdekî çîrok û strana Reşîd Paşa kurê Mîrê Heyalî vegot. Li Amedê bi pêşengiya Koma Şanoya Şibakê ku bi dirûşmeya “Nêrînên azad nîşandana azad” ji aliyê komek şanoger ve hat avakirin, Şevbuhêrka Dengbêjan hat lidarxistin. Şevbuhêrka Dengbêjan, li avahiya Şanoya Şibakê ya li Taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê hat lidarxistin. Dengbêj Mizaferê Celdekî û gelek şanohez beşdarî şevbuhêrkê bûn û eleqeyek mezin nîşanê şevbuhêrkê dan. Şevberk ji aliyê Dengbêj Mizaferê Celdekî bi vegotina çîrok û strana Reşîd Paşa kurê Mîrê Heyalî dest pê kir. Celdekî bi gotina “Carek ji caran, rehme li dê û bavê hazir û guhdaran, ji xeynî fesad û awanê dev û dora dîwaran” dest bi çîrokê kir. Di çîroka hat vegotin de, ciranêk Mîrê Heyalî heye û rewşa wî her diçe xetere dibe û êdî nikare debera xwe bike. Ev kes ji bo ku debera xwe bike, ji Mîrê Heyalî daxwaza ked ango karek wekî govantî û şivantiyê dike. Mîrê Heyalî ji gavantiyê dide vî kesî û çîrok wisa didome. Celdekî car caran vegotina çîrokê bi awayekî stranî vegot. Şevbuhêrk heta derengiya şevê berdewam kir û bi çîrokê bi dawî bû.