Zarokên Cizîra Botan bi evînek çanda lîstokan zindî dikin 2017-01-20 09:14:45 ŞIRNEX - Zarokên Cizîrê tevî hemû êrîşên hêzên dewletê jiyana xwe berdewam dikin. Lîstoka ji pêşiyên wan mayî Dark û Pêlîkê wek berdewamiya çanda herêmê, zarokên Cizîrê her rojên şemî û yekşemê li gund dilîzin. Lîstika Dark û Pêlîk li gelek deverên botanê bi navên cuda tên binavkirin. Li Şirnexê Ingu Ingu, li Silopî Dêrka Emo, li Hezexê Celo Pelo, li Cizîrê Şîto û Qileban Şaqê Bilindkanê. Ev lîstik di nava gund û taxan de li erdekê fireh tê lîstin. Armanca vê lîstika ji du koman pêk tê ew e ku ji komekê yek darikî diavêje hewa, koma din jî lazime bi destê xwe wî darkî bigrine. Lîstik piranî demsala biharê û payîzê di kuçe û kolanan an jî zevî û erdeke rest bê dar tê lîstin. Amûrên lîstokê du heb kevir (kuçên mezin dikin qil),darek kin nêzî 50 santîm weke tilyekê stûr û yekî dirêj ku ew jî nêzî 100 santîma dirêj weke kopalekê stûr tê lîstin. Lîstik piranî di navbera zarokan de, ciwan û mezinan de jî tê lîstin û herî kêm ji 6 kesan pêk tê. Lîstik, ji du koman pêk tê navbera 6-12 kesan de tê lîstin. Kom destpêkê di navbera xwe de du serkêşên listîkê hildibijêrin. EWIL SERKÊŞ Û TÎMÊN LÎSTIKÊ TÊN HILBIJARTIN Piştî hilbijartina serkêşên lîstikê kesên ku bilîzin ji her du serkêşan dûr dikevin û serkêşên lîstikê ji xwe re hevalan hildibijêrin heya kom temam dibin. Piştî ku tîmên lîstikê temam dibin ji bo ku tîma ewil dest bi lîstikê bike serkêş an bi berkê şil û zûwa diavêjin an jî bi gav didim, biz didim dilîzin. Serkêşê di vir de mafê lîstinê yê ewil bistîne bi tîma xwe re dest bi lîstikê dike. Koma ku mafê lîstikê dest xistî di navbera du kuçên mezin (ku navbera wan de 35*40 santîm heye) darkê xwe yê kin datînê ser qilê paşê pê darkê dirêj ji bin ve lê dide û li jor ve dişînee. Ger koma darkê kin pêşwazî dike li hewa darkê bigrin mafê lîstikê bi dest dixin. Ger darkê hatî avêtin bikeve erdê, yek ji koma li ber bi nîvê temîlê digire û tavêje qilê da ku li qilê bide, ger li qilê de ew kes dişewite û mafê listîkê wenda dike. Ger li qilê neda pê wî darê destan de ji qilê heya darê ku nav tembîl ketî erdê tê pîvan. Ev pîvan eger di navbera qilê û tembîlê de yek pîvan dernekeve ew kes mafê listîkê wenda dike. Eger yek pîvanê zêdetir be, berdewam dikin heya bibe 20 pîvan. Ger ji koma din kesê ku pêşî darik avêtî darkê ku ber bi keviran ve hatî avêtin pê darkê xwe dûr bixwe car din pê darkê dirêj navbera qilê û tembîl tê pîvan. Di navbera darikan de car din 20 pîvan an jî pehtir be, koma ku pêşî mafê lîstikê dest xistî hemû tên cem qilê her yekî ji wan 3 cara mafê lêxistinê dest dixe. Her yek ji lîstokvanan wî darê weke mitroyekê dirêj 3 caran li tebîlê dide û wî dûr dixe, ew cihê ku cara dawî tebîl lê ketî dor digihe lîstikvanek din heta kom diqede. Piştre koma din bi dorê heta bêhna wan biçike dibêjin:’’’engooo!” qoryooo!’’ an jî ’’şîtooo! ber bi qilê ve bêhna xwe nakişîne hevalek bêhna wî biçike hevalek din ji wê derê destpê dike heya kom diqede. Eger ew kom gihan qilê mafê listikê dest dixin, eger negihandin qilê cardî ew kom dest listikê dike. Lîstoka Dark û Pêlîk bi wî miqamî tê lîstin. Hecî Salih Ruvenas jî diyar kir ku ew jî dema zarok lîstoka Dark û Pêlîk gelek lîstine û wiha got: "Ev lîstoke wek çanda herêmê ye û di demên bav û kalên me de jî hatiye lîstin. Niha jî zarok piştî ji dibistanê tên her roj di nava gund yan jî kolanan de ji xwe re koman çê dikin û di îzin. Di roja me ya îro de zarok di bin êrîşên hêzên dewletê de mezin dibe. Taybet jî zarokên Cizîra Botan wan zehmetiyan dijîn. Lê zarokan hêza xwe ji dayîk û bavê xwe girtine ji ber wê jî jiyana xwe dîsa bi çanda kurdî berdewam dikin. Berdewamiya çanda bav û kalên me niha zarok in. Lîstokên kurdî dilîzin. Em jî bi zarokên xwe gelek kêf xweş in. Em naxwazin ku çanda me bê windakirin." Zozan Fendîk-dîhaber