Çanda ‘Reşik’ li dijî teknolojiyê di ber xwe dide 2017-01-23 08:22:57 WAN - Çanda hûnandin û ristina “reşik” ên bi sedan salan in li herêma Wan û Colemêrgê wekî pêlav dixin piyan, li dijî teknolojiyê hebûna xwe berdewam dike. Bi sedan salin ev çand û huner bi destê ostayan û kedek mezin tê parastin. Çanda pêlavên reşik ên ji muyê bizinan tê ristin û hûnandin li herêma Wan û Colemêrgê bi salan e hebûna xwe diparêze. Pêlavên ku bi taybet li herêma Wan û Colemêrgê zilam dixin piyên xwe bi ked û hunerek mezin ji muyê bizinan tê ristin û hunandin. Çanda pêlavên reşik, li gel pêşketina teknolojiyê dîsa bi ked û hunera destê ostayan li dijî hemû teknolojiyê di ber xwe dide. Pêlavên ku êdî pir hindik mane û çanda wan ber bi tunebûnê ve diçin, çêkirina wan pir zor û zahmet e. Pêlavên ku bi keda destan û hunerek zirav ve tên çêkirin zanebûn, sebr û kedek mezin dixwaze. Mûyê bizinan ku berê tê şehkirin û piştre zirav zirav li ser teşiyê tê ristin, piştî ristinê bi boyeyên cuda tên rengandin û neqişandin. Piştî glokên deziyê mû hat ristin vê carê bi derzî û şûşiyê li ser pêlavan tê neqişandin. Hilberîna van solan ku bi ked, pisporî û hunerek mezin tên çêkirin sed sal berê wekî çandek pêşketî bû û eleqeyek mezin didît. Ev çanda pêlavên ku li dijî sermayê gelek dihatin pejirandin, piştî teknolojî pêş ket, eleqeya ji bo van pêlavan kêm ma. Ostatî û hunera van solên dîrkî ku berê pir zêde bû, niha tenê li Navçeya Îpekyolu li garkeriya pêlavan a pêlavfiroşê bi navê Mecit Emen tê çêkirin. Pêlavên Reşik ku bi ked û henerek mezin tên çêkirin di nava 24 saetan de tê amadekirin. Pêlavên ku çotên wan di navbera 75 -150 TL de tê firtoin, muşteriyê wan ên taybet hene. ÇANDEK XWESER E Ostoyê pêlavên Reşik Mecit Emen, diyar kir ku sedsal berê li vir pir dihatin çêkirin, lê niha êdî wekî berê eleqeyê nabîne û tune dibin. Emen, anî zimaın ku 15 salin li Wanê pêlavên Reşik li kargeriya xwe çêdike û wiha got: "Min ev çand û huner ji mezinên xwe fêr bûm. 30 salin ez di sektoriya qundira de dixebitim. Di nava sektorê de pêlavên Reşik jî çêdikim. Ev çanda me ya herêmî û sereke ye. Berê ji aliyê yekineyên lîstik, yano, folklarê ve dihatin kirîn û bikar anîn. Hin kesan jî ji bo xeml û xêzê bikar dianî. Li odeyên xwe yên Şerqê wekî xemlê bi darve dikirin. Dîsa berê di bin cilê herêmî de di bin şal û şapik de dixistin piyên xwe. Me xwest vê çanda xwe zindî bikin û hebûna vê çandê berdewam bikin. Ji bo berdewamiya vê çand"ê em kedek mezin didin. Mirovên ku tên kargeriya me û vê keda me dibînin me pîroz dikin. Ji Ewropa li me digerin û sparîş dixwazin. Kesên ereb, fars û îngîlîz tên ji vir van pêlavan distînin. Ostayên li vir jî bi 5 zimanan zanin. Huner tiştekî gelek xweş e." KED Û RONIYA ÇAVAN E Ostayê pêlavên Reşik Muhammed Emen jî anî ziman ku ji zarokantiya xwe de van pêlavan çêdike û wiha got: "Reşik ji muyê bizinan çêdibe. Gilokên dezî yên ji mûyê bizinan amade ji mere tên. Em li vir wan boyax dikin û li ser pêlavan dineqişînin. Piştre em dixin xalib. Karekî pir zor û zahmet e. Ked û sebrek mezin dixwaze. Ked û roniya çavan e. Neqşê wê taybet in. Em dê vê hunerê berdewam bikin." 'EM ÇÊNEKIN DÊ BÊ JI BÎRKIRIN' Ji ostayê Reşik Hivzullah Keleş jî anî ziman ku ev hunerek xweser û herêmî ye u wiha got: "Ger ku em vê hunerê berdewam nekin dê bê ji bîrkirin û winda bibe. Pir zahmet e. Qezenca wê jî tune. Lê ji bo em vê hunerê berdewam bikin û zindî bihêlin em çêdikin. Çêkirina her pêlavekê 24 saetan didome. Em dixwazin li dijî teknolojîyê vê çanda xweser û kevneşopiya xwe biparezin û hebûna wê berdewam bikin. Niha tenê em çêdikin. Ger ku em jî çênekin dê winda bibe. Ji ber pêşketina teknolojiyê êdî kes çênake û navê wê ji bîr dibe. Tayê mûyê bizinan bi derzî û şûjinê li ser pêlavan tê neqişandin. Selman Keleş - dihaber