Şop û navê wan hene, lê ew tune ne 2017-01-27 09:15:23 DÎLOK - Lêkolîner û Dîroknas Murat Uçaner ku li ser dîrok û jiyana Ermeniyan lêkolîn kiriye, diyar kir ku 50-60 hezar ermenî nasnameya xwe vedişêrin û wiha got: "Berê 7 dêrên ermeniyan hebûn. Niha tenê 3 dêr mane. Ew jî bûne xan û mizgeft. Li kolan û bajarê Dîlokê şop û navê wan hene, lê ew tune ne. Ermeniyên li Tirkiye di sala 1915'an de rastî komkujiyê hatin. Bi sed hezaran ermenî ji cih û warên xwe koçber bûn. Yek ji bajarê herî zêde Ermenî lê dijiyan Dîlok bû. Dema mirov li kolanên Dîloka kevin diğere şopa wan ji mîmariya wan xwe dide der. Avahiyên ku bi mîmariya wan hatiye çêkirin jiyan, çand, dîroka wan nîşanî mirovan dide. Têkildarî dîrok û jiyana ermenyên Dîlokê Lêkolîner û Dîroknas Murat Uçaner ku niştecihê Dîlokê ye û nêzî 30 salin li ser dîroka Erneniyan lêkolîn kiriye agahî dan. BAZIRGANIYA BAJAR LI SER PIŞTA ERMENIYAN BÛ Uçaner, diyar kir ku beriya 1915’an hêjmara şêniya Dîlokê nêzî 150 hezar kes bûn wiha got: "Ji vane nêzî 35-40 hezar (4,5-5 hezar protestan, 1,5-2 hezar katolîk, 29-30 hezar jî apostolik û 500 jî mongon) ermenî bûn. Di bajêr de 7 dêr hebûn. Ji van dêran 3 dêr yên portesanan, 2 dêr yên katolîkan, yek ya apostolîk û dêrek jî ji ber nebûna cemaetê nedihat bikar anîn. Di hêjmarek kêm de jî ermeniyên mongon hebûn. Lê ji ber kêmbûna wan li malên xwe îbadet dikirin. Gelê ermenî yên li Dîlokê wek hemû bajarên din jiyana xwe bi sinhetkarî û bazirganiye debar dikirin. " '30 HEZAR ERMENÎ SIRGUNÎ HELEB-DÊREZOR BÛN' Uçaner, anî ziman ku piştî ku li gelemberiya Tirkiye di nîsana 1915’an de li dijî ermeniyan komkujiyê dest pê kir, ermeniyên li Dîlokê di meha tîrmehê de para xwe ji vê komkujiyê girtin û wiha got: " Ermeniyên Dîlokê zêdetir hatin sirgunkirin, ji ber ku axa Suriye yê nêzîk bû xwe ji misilman rizgar kirin. Kesên sirgun bûn jî berê xwe dan Heleb- Dêrezorê. Koma yekem ji 300 malbatî pêk dihat, Di tîrmehê de sirgun bûn. Sirgun heta 1916’an berdewam kir. Heta wê demê nêzî 3 hezar ermenî li Dîlokê man. Sedema mayîna wan jî zanatkarî bû. Wan ji bo artêşa Osmanî karê firin, hesin, cil û kel û pel dikir. " JI 30 HEZARAN 15 HEZAR HATIN KUŞTIN Uçaner ev agahî dan: "Ji 30 hezar kesên hatin sirgunkirin jê 15 hezar ji ber êrîş û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Her çend ermeniyên Dîlokê koçî Sûriyê bûn jî, ermeniyên li Erzirom, Meletî, Amed nekarîbûn koç bibin û gelek ji wan hatin kuştin. Piştî şerê cîhanê yê yekem di 1918’an de bi dawî bû li gor peymana di navbera Osmanî û Îngilîzan, qasî 12 hezar ermenî zivirin cihê xwe. Lê îngilîz ji bo maf û malê ermeniyan tişt nekirin. ERMENİYÊ DAWÎ 1936’AN Jİ DÎLOKÊ DERKET Ji van 12 hezaran 5-6 hezar zivirin Helebê. 6 hezar ermeniyên din li gel ku hevpeymanên bi Tirkiyê re dikarin li vir bijîn. Lê yên mayîn jî ji ber zextên civakî dîsan diçin Helebê. Heta sala 1922’an 8-10 ermenî li Dîlokê dimînin. Ermaniyê herî dawî di 1936’an de ji Dîlokê diçe. Lê ji 1915’an heya 1936’ê gelek ermenî bûn misilman. NÊZÎ 50-60 HEZAR ERMENÎ Lİ DÎLOKÊ DİJÎN Li gorî Niha ji sedan 5, gelê Dîlokê niştecihê Dîlokê ye. Ji sedan 25'ê wî ermenî ye. Yanî li gor hesabê 50-60 hezar kes li Dîlokê ermenî ne. Ji vana piranî dizanin ku bingehê wan ji ermeniyan tê, lê ji ber ku gotina ermenî li vî welatî gotinek nebaşe ew nasnameyên xwe vedişêrin. 4 DÊR HATIN RUXANDIN Û 3 DÊR JÎ HATIN GUHERTIN Li gel sirgun û qetlîaman, dêrên gelê ermenî jî weke wan derb xwarin û hatin ruxandin. 1’emîn dêra protestan di 1922’an de hat ruxandin û di 1926’an de kirin warê sînemayê. Di pêşangeha filma yekem de agir pê ket. Niha tenê yek deriyê wê maye ser piyan. 2’emîn dêra protestan di sala 1923’an wek depo hat bikar anîn. Di sala 1952’an de hat rûxandin. Dêra ku ji ber bê cemaatiyê nedihat karanîn di 1931-32’an de hat rûxandin. 3’emîn dêra protestan di navbera 1950-60’an de hat rûxandin. Dêra Kendîrlî jî niha wek avahiya dewletê tê bi karanîn. Dêra katolîkan jî wek depoya şirketek tekstîlê dihat bi karanîn. Ji ber ku dêr bi dîwarên şirketê hatibû pêçan heta 2000’an jî nedihat zanîn ku dêr e. Dêra Apostolîk di şer de wek depoya leşkerî hat bi karanîn û niha jî wek mizgefta Rizgariyê (Kurtuluş Camî) deriyê xwe li gelê misliman vekiriye. Niha welatiyên misliman gelek mal, dikan û xanên ermeniyan desteser kirine û kirine malê xwe.