58 salin bi eşqa dengê Çakuç dixebite 2017-01-31 08:10:00 DÎLOK - Li Dîlokê pîşeyê sifirkeriyê her ku diçe bê qîmet dibe. Ostayê sifirkeriyê Alî Giratli, ku di 7 saliya xwe de bi eşqa dengê çakuç dest bi kar kir, 58 salin bi vê eşqê pîşeyê ermeniyan diparêze. Oste Giratli, diyar kir ku ew ji afirandinê hez dikin û got: "Di 7 saliyê xwe de bi eşqa dengê çakuç min dest pê kir û berdewam dikim." Li Dîlokê kar û pîşeyê sifirkerî ku çand û hunera ermeniyan e, wekî gelek pîşeyên dîrokî bê qîmet û tune dibin. Kolana Binê Kelehê ku berê zêde dengê çakuçê sikirkiriye dihat, niha bêdeng e. Li Sûka Sifirkeriyê ku berê gelek oste û pîşesaz li vir karê sifirkeriyê dikir niha êdî bêdeng e. Osteyê sifirkeriyê Alî Giratli (65) hêj 7 salî bû bi eşqa dengê çakuç dest bi kar kir û 58 salin bê navber li Sûka Binê Keleha Dîlokê bi sebr û biryareke mezin vî pîşeyî diparêze û mezin dike. Osta Giratli hêj 7 salî bû dest bi pîşeye sifir kir. Niha 65 saliye û hem vî pîşeyî diparêze û hem jî debara xwe dike. ‘MISLIMANAN NEXWEST PÎŞEYÊ ERMENIYAN FÊR BIBIN Giratli diyar kir ku sifirkarî hunera gelê ermenî ye wiha got: “Gelê ermenî pir zanatkar bû. Wan tu caran makîne nedixebitandin. Her dem keda wan ya destan bû. Ostayên ermenî yên sifirkariyê pir bûn. Wê demê gelê misilman li cem ermeniyan kar nedikirin. Piştî ku ermenî ji Dîlokê çûn sifirkarî û keda dest kêm bû." Hin kesên misilman wekî Oste Giratli li ber dest ermeniyan dest bi kar kirin û fêr bûn. ‘EZ AŞIQÎ DENGÊ ÇAKUÇ BÛM' Giratlî da zanîn ku di dema wan de pir kar tûne bû, her çendî hesinkarî, sifirkerî û xalîçekarî pîşeyê ermeniyan bû li Dîlokê tenê ew kar mabûn. Giratli got ku wî ji dengê lêketina çakuç hezkir û dest bi vî karî kir û wiha aşivî: “Eger ez carek din bên cîhanê ezê dîsan sifirkariyê hilbijêrim. Ez ji afirandinê hezdikim. Ez 7 salîbûn dengê çakuç ez aşiqê xwe kirim. Ez ji vî karî hezdikim. Dengê vî çakuçî xewa kesê ji hunerê fêmdike tîne û serê kesê ji hunerê fêmneke diêşîne.” ‘PIŞTÎ KU SIFIR JI AŞXANEYAN DERKET BÊ NIRX BÛ’ Giratli destnîşan kir ku demên ber karê wan bi nirx bû, lê piştî ji aşxaneyê derket tu nirxê wî nema. Giratli da zanîn ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû û şer destpêkir turîzim bi dawî bû û piyaseya sifir jî ket. Giratli diyar kir ku ew dixwaze ji bo jiyankirina sifirkeriyê tiştekî bike û wiha bi dawî kir: “Nifşê nû ji afirandinê hez nake. Naxwaze fêr bibe. Tenê telefonekî bide dest bila bilîze. Gelo dê piştî min halê vî pîşeyî çibe?"